Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Aqûbeta Erdogan jî dê mîna ya Sedam be’

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û zextên li ser siyasetmedarên kurd ên li bakurê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

Cemal Şêx Baqî di serî de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Rojava ve gelê herêmê di qadên siyasî, civakî û leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xistin. Dewleta tirk jî her tim hewl dide pêşî li ber projeyên kurdan bigire. Ne tenê gelê kurd, di heman demê hewl dide hemû tevgerên ji bo azadî û demokrasiyê dixebitin tune bike. Dixwaze li gorî fikrê tundrew pêk bîne û serdema Osmaniyan vejîne.”

Êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê

Bi domdarî jî Şêx Baqî anî ziman ku dewleta tirk bi komployeke navneteweyî ya bi alîkariya DYA, Rûsya û rejîma Sûriyeyê Efrîn, Girê Spî û herêmên din ên Rojava dagir kir û wiha pê de çû: “Tirkiye niha jî hewl dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Lê dewletên wekî DYA û Rûsya gihiştin wê encamê ku ji aloziya Sûriyeyê re çareseriyekê bibînin. Ev yek derfetê nade Tirkiyeyê. Ji ber ku hêzên kurd di herêmê de hêzeke sereke ne û planên Erdogan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn. Niha jî berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Êrîşa dawî jî piştî civîneke veşartî ya di navbera îstîxbarata tirk, Kazimî û rayedên ku tê texmînkirin îranî ne, pêk hat. Ev hemû jî planeke navneteweyî ye.”

‘Dewleta tirk şerê hemû kurdan dike’

Şêx Baqî diyar kir ku dewleta tirk ne tenê şerê PKK‘ê, şerê hemû kurdan dike û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Başûr her tim hebûna PKK‘ê dike hincet. Ev hinceteke jirêzê û ne di cih de ye. Li Başûr bi dehan baregehên dewleta tirk hene û bi sedan endamên îstîxbarata tirk li Başûr belav bûne. Ev mijareke ji rêzê nîne û hebûna PKK’ê jî hincet nîne. PKK û rêber Ocalan hertim banga çareseriya aştiyane dikin. Çima hikûmeta Başûr ji dewleta tirk naxwaze ku alozî bi vê rêbazê bê çareserkirin.”

Armanca êrîşên li dijî Rojava û Başûr

Cemal Şêx Baqî da zanîn ku hemû dagirkerî û êrîşên dewleta tirk ên li Rojava, Mexmûr û Şengalê ji bo dagirkirina herêma Zînî Wertê, Hec Umran heta Dihok û Şengalê ye û ev nirxandin kir: “Ango dixwaze Herêmên Parastinê yên Medayê ji Başûr veqetîne û rêya wê ya li milê Îranê jî qut bike. Her wiha dixwazin rêya Zaxo û Şengalê jihev bibirin û Şengalê ji Rojava qut bikin. Qutkirina rêya Zînî Wertê tê wateya dorpêçkirina Hêrêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava. Divê hêzên siyasî û gelê kurd li dijî van planan bibin yek û her tim di nava çalakiyan de bin.”

Zêdegaviyên Erdogan

Herî dawî jî Cemal Şêx Baqî ev tişt destnîşan kir: “Aqûbeta serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan jî dê mîna ya Sedam Hisên be. Sedam jî her tim dixwest ku kurdan tune bike û ji bo vê gelek tawîz dan Îranê. Piştre derbasî Kuweytê bû û li wir jî şer kir. Zêdegaviyên wî dawî lê anî. Erdogan jî niha li Sûriye û Lîbyayê zêdegaviyan dike. Li gorî min ev zêdegavî dê dawiya Erdogan bînin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar