Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Aqûbeta gelek jinên Efrînê ku hatine revandin ne diyar e’

Çalakgera amerîkî Megan Boditt ku li Zanîngeha Georgetownê xwendibû, li ser rewşa jinên Efrînê ku ji aliye çeteyên dewleta tirk ve hatine revandin raporek amade kir. Bodîtt destnîşan kir ku aqûbeta gelek jinên Efrînê ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ne diyar e

Navenda Nûçeyan

Li kantona Efrînê, di dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jinan xwe ji aliyê civakî û siyasî ve bi rêxistin kirin û di nava saziyên rêveberiyê de cih girtin. Di heman demê de, sazî û rêxistinên taybet ên têkildarî mafên jinan ava kirin. Lê piştî artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an êrîşî Efrînê kirin û di 18`ê Adarê de bajar dagir kirin, bi hezaran şênî koçberî herêmên Şehbayê bûn û kesên li bajar û gundewarên wê man bi êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê re rû bi rû man. Herî zêde jinan ji van êrîşan para xwe girt. Li ser mijarê çalakgera amerîkî Megan Boditt ku li Zanîngeha Georgetown xwendiye û tevgera jinên kurd ên li Sûriyê dinirxîne li ser sûcên revandinê ku artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li Efrînê pêk anîne dosyek amade kir. Nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) Sîdar Remo bi çalakgera amerîkî Megan Boditt re hevpeyvînek çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Efrînê di rojeva we de ye, we têkildarî sûcên revandinê ku artêşa tirk û çeteyên wê li dijî jinên Efrînê pêk anîne, dosyek amade kir, gelo çi vê dosyê de heye? Hûn dikarin bi kurtayî naveroka vê dosyê bi me re parve bikin?

Min bi rêya dezgehên çapemeniyê yên herêmî û çavdêrên mafên mirovan raporên têkildarî sûcên revandina jinên li Efrîna dagirkirî kom kirin û tê de zêdetirî 200 rewşan hate diyarkirin. Gelek jin hatin revandin û zêdetirî carekê serbest hatin berdan. Li gorî daneyan ji sedî 40 ji jinên hatibûn revandin, piştî dayîna fîdyeyê ji aliyê milîsên dewleta tirk ku piştgiriya wan dike ve serbest hatin berdan. Her wiha ji sedî 60 ji jinên hatine ravandin, hîn jî çarenûsa wan ne diyar e. Rewşa ku jin tê re derbas dibin dijwar e. Jin ji aliyê van koman ve têne revandin, îşkencekirin û li dijî wan tundiya cinsî tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin.

Çi hişt ku hûn vê dosyê amade bikin?

Ev înîsiyatîf ji bo balê bikişîne ser rewşa mafên mirovan a li Efrîna dagirkirî hate amadekirin, ji ber ku her tim raporên têkildarî sûcên artêşa tirk aşkera dibûn û civaka navneteweyî girîngî neda êrîş û dagirkirina artêşa tirk. Beriya Efrîn were dagirkirin, jinan gelek destkeftî bi dest xistin û di qada azadiya jinan û wekheviyê de gav avêtin, lewma min xwest îşaretê bi rewşa jinan bi taybet bikin, sûcên dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî Enqereyê pêk tînin raber bikim û asta tundiya li dijî jinan diyar bikim.

Agahiyên di vê dosyayê de xwe spart çi?

Agahiyên di vê raporê de xwe dispêre malperên nûçeyan ên herêmî û çavdêrên mafên mirovan, her ji demekê hin kesan agahiyên ku wan bi dest dixist didan min. Lewra ji vir dibêjim ku çi kesên agahiyên têkildarî bûyeran dizanin, bila li min bigerin  da ku ez agahiyên piştrastkirî kom bikim.

Gelo beriya dagirkirina Tirkiyeyê ya li Efrînê yan piştî dagirkirinê we serdana Efrînê kiriye da ku rewşa jinan bişopînin û gelo niyeta we ya vê yekê heye?

Mixabin, min ev yek nekiriye, heta niha ez neçûma yek parçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê lê hêvîdar im ku di zûtirîn dem de ez serdana wir bikim, da ku hîn jî zêdetir agahiyan belge bikim û asta zanista dozên mafên mirovan nas bikim. Di heman demê de ji bo ku piştgiriya xwe ji gelê herêmê re yên ku tevî êrîşên Tirkiyeyê parastaina mafên jinan, demokrasî û pirrengiyê didomîne.

Gelo we ev dosya pêşkêşî saziyên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan ên wekî NY’yê kiriye? û tu kesî ev dosyaya erê kiriye?

Min ev agahî bi gelek kesên peywendîdar ên rêxistinên navneteweyî û li DYA’yê jî parve kiriye lê beriya ku ez bi wan re parve bikim  gelek kesên ku hîn jî asta pirsgirêkê nas nedikirin hebûn. Mixabin, civaka navneteweyî heta niha ji bo vê dozê zêde tedbîr negirtine û nûtirîn rapor a ji komîteya lêpirsînê ya têkildarî rewşa Sûriyeyê ya NY`yê pir xurt bû. Lê diviyabû  ku ji wiha dûrtir jî biçûya, di heman demê de li gorî raporên Wezarata Parastinê ya Amerîkayê, agahiyên Amerîkayê ji sûcên revandinê yên li Efrînê rû didin heye û tevî vê yekê jî cezayan ne li Tirkiye û ne jî li komekê ji komên qaşo artêşa Niştimanî nabire.

Gelo rapor tenê ji bûyerên revandina jinan pêk tê yan ji sûcên din ên ku artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin jî pêk tê? Heke bersiva we bi na, planên we heye ku dosyeke der barê sûcên li Efrînê de pêk tên amade bikin?

Dosya me girîngiyê dide sûcên revandina jinan. Ne mumkin e ku kesek bi tenê xwe bikare hemû bûyerên li Efrînê rû didin belge bike. Ez hêvîdar im ku pir kes ji bo van dozan kar û xebatê bikin da ku bigihêjin wêneyeke giştî ji rewşê, ji bo ku hesab ji sûcaran were xwestin.

Nêrîna we li ser rêbaza Tirkiye û alîgirên wê yên li hemberî jinan çi ye? Gelo têkiliya di navbera rêbazê Tirkiye û DAIŞ`iyan de heye?

Belê, ew DAIŞ`ê bi xwe ne, Tirkiye û artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku divê jin di bin bandora mêran de bin lê jinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine, saziyên jinan ava kirine û ji bo parastina mafên jinan ji tundiyê qanûn danîne, ji ber vê bi gefan re rû bi rû mane û têne revandin, mînaka herî ber çav jî şehîdxistina Hevrîn Xelef e, heta dixwazin êrîşî hemû jinên li herêmê banga azadiyê û mafên xwe dikin, bikirin.

Dema DAIŞ’ê di Tebaxa 2014`an de êrîşî Şengalê kir, li dijî jinên êzidî komkujî pêk anîn, we der barê van sûcan de dosya amade kir?

Têkildarî hovîtiya DAIŞ`iyan min qet kar nekiriye lê ez xebata gelek kesan û rêxistinan a belgekirina van sûcan û misogeriya adaletê ji kesên hatin rizgarkirin diecibînim, a girîng belgekirina hemû hovîtiyan e û çeteyên DAIŞ`ê werin cezakirin, ji ber hem li Şengalê û hem li deverên din qirkinên komî, sûcên şer û sûcên dermirovî pêk anîne.

Planên we hene ku tu sûc û komkujiyên artêşa tirk li herêmên din ên wekî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne jî belge bikin?

Ez dixwazim projeya xwe berfireh bikim, da ku di pêşerojê de hemû bûyeran belge bikim û carek din hêvîdar im ku çi kesekî ku agahiyan der barê revandina jinan li van herêman bizanibin, li min bigerin.

Gelo we çi encam ji vê dosyayê girt? Bi nêrîna we ev dosya di qadên navneteweyî de dê alîkariya wê di dosyên din ên têkildarî jinên revandî de bike, da ku li malbatên xwe vegerin?

Xala herî girîng ku vê  lêkolînê isbata wê kiriye,  ew ku destwerdana dewleta tirk li Sûriyey bû sedema wêrankirina mafên jinan ku bi awayekî plankirî tê meşandin. Ev jî carekê li Efrînê û carekê li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat, heta heke Tirkiye hîn zêdetir xakê dagir bike, dê li van devaran jî sûcan pêk bîne. Lewma divê hikûmet, saziyên navneteweyî û rêxistinên sivîl ên peywendîdar wekheviyê di navbera her du zayendan de misoger bikin û di dawiyê de divê Tirkiyeyê ji xakên ku îro dagirkiriye derkeve.

Divê DYA`yê û Neteweyên Yekbûyî û aliyên din ên aktîf ên ku piştgiriya opozîsyona Sûriyeyê dikin, aşkera banga serbestberdana jinên li herêmên dagikirî hatine revandin, bikin û wan li malbatên wan vegerînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar