Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aqûbeta jinên hatine windakirin hat pirsîn

ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê aqûbeta jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine kuştin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 772’yemîn a çalakiya xwe de careke din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî çalakiya vê hefteyê bi armanca pirsîna aqûbeta mirovên hatine windakirin û faîlên wan bên darizandin hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ser dinivîsî û wêneyên windakiriyan li ser hebû hate vekirin. Vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî aqûbeta jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine qetilkirin hate pirsîn.

Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy, qala girîngiya têkoşîna jinan kir. Aksoy, bertek nîşanî qedexekirina çalakiyên 25’ê Mijdarê da û destnîşan kir ku wê li dijî vê rewşê bi paş ve gavê neavêjin.

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû jî wiha got: “Ditirsin ku rastî derkeve holê. Ji ber ku sûc kirin, zilm kirin. Kesên ji bo wekhevî, edalet û demokrasiyê têdikoşin wê tu car bi paş ve gavê neavêjin. Em dest ji daxwasza pirsîna aqûbeta windakiriyên xwe û darizandina faîlên wan bernadin. Heqîqet diyar e, her roj geştir dibe.”

Endama ÎHD’ê Esra Saçaklidir jî navên jinên hatine windakirin û çîrokên wan yek bi yek xwendin. Navên jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine qetilkirin wiha ne: “Makbûle Okden, Bedriye Gumuş, Ayten Ozturk, Ridda Yavûz, Sedîka Dal, Hamîde Şarli, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn, Lutfiye Kaçar, Gulînaz Tatû, Kadriye Tatû, Ayşenûr Şîmşek, Hatîce Şîmşek, Şukran Daş, Hatîce Atalay, Fahriye Mordenîz, Zozan Eren, Neslîhan Ûslû, Konca Kûrîş, Taybet Înan, Gulistan Dokû û Nagîhan Akarsel.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Malbatên Windakiriyan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 608’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Gelek endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Gulistan Doku (21) ya di pola duyemîn a beşa Pêşvebirina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê de dixwend û ji 5’ê çileya 2020’an piştî ku ji wargeha lê dima derket agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn.

Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykût çîroka Dokûyê xwend.

Daxuyaniya li vir jî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar