Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Xizmên windayan li Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyên vê heftê de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan li ber avahiya komeleyê di hefteya 578’an de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî, Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qurnefil hatin belavkirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez di çalakiyê de axivî û diyar kir ku mafê her însanî heye ku xwedî gorekê be û wiha got: “Divê em bi hin tiştan re rû bi rû bibin. Mafê me hemûyan heye ku em di nava civakek demokratîk de bijîn.”

Piştre xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê bi wesîleya 8’ê Adarê aqûbeta 20 jinên di salên 1990’î de hatin windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr derbarê windakirina 20 jinan de agahî da û navê jinên winda yeko yeko xwend û li aqûbeta jinên winda pirsî. Demîr got ku ew ji bo jinên winda edaletê dixwazin û heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.

8’ê Adarê pîroz kirin

Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD’ê jî bi dirûşma ‘Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ di hefteya 484’an de çalakiya heftane li avahiya komeleyê li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Hevseroka ÎHD’ê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û belavoka ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê belav kir xwend. Kaya 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna jinan û got ku ew ê li dijî her cûre tundiyê dest bidin destê hev û têkoşîna xwe bidomînin.

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê jî di hefteya 780’emîn de xwestin li Meydana Galatasarayê aqûbeta windayan bipirsin. Lê polîsan carek din çalakiya Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser vê yekê dayikan, çalakiya xwe li kuçeya avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li dar xist.

Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû piştgirî dan çalakiyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin pirsîn.

Seroka ÎHD’ê Gulseren Yolerî daxuaynî xwend. Yolerî destnîşan kir ku wan jinên di bin çavan de hatine windakirin ji bîr nekirine û wiha got: “Em bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên hatine windakirin bi bîr tînin. Em hemû jinên ji bo vê yekê têdikoşin silav dikin. Jin di 8’ê Adarê de li dijî zext û tundiyê serî radikin û dengê xwe bilind dikin. Ev roja bi dengek bilind a îtîraza li dijî zayendperestî, cudakarî û bêedaletiyê ye.”

Yolerî navê jinên di bin çavan de hatine windakirin yeko yeko xwend û ev tişt anî ziman: “Heta ku aqûbeta jinên windakirî were aşkerakirin û hesab ji kujeran were xwestin dê têkoşîna me dewam bike. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar, heqîqet û edaletê bernedin.”

‘Sibê roja hesab pirsînê ye’

Pişt re dayika rojnameger Ferhat Tepe yê di bin çavan de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û da zanîn ku ew ê wek Dayikên Şemiyê sibê li qadan ji bo aqûbeta zarokên wan were diyarkirin û kujer derkevin holê dîsa qîr bikin.

Her wiha seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî axivî û diyar kir ku pêşengên têkoşîna mafê mirovan jin in û wiha got: “Me soz daye jinên winda heta ku kujerên wan were dîtin em ê têbikoşin.” AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar