Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Aqûbeta Sedam çi be ya Erdogan jî dê heman be’

Şêniyên Kobanê da zanîn ku aqûbeta Erdogan jî dê mîna ya Sedam be. Şêniyan diyar kir ku ew ne bi hêzên navdewletî, tenê bi hêzên xwe bibawerin. Welatiyan destnîşan kir ku tevî hemû binpêkirinên pîvanên şer jî dewleta tirk dê dawiya dawî de bi destê kurdan bê hilweşandin

Welatiyên Kobanê têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Dilûcan Bozî re axivîn. Welatiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Der barê mijarê de Mihemed Mehmud teqez kir ku dê dawiya Erdogan jî mîna ya Sedam be û wiha dom kir: “Ji bilî şervanên me em bi tu hêzan bawer nakin. Ji ewil Amerîkayê û niha jî Rûsya dibêje em ê we biparêzin. Lê baweriya me bi tu hêzan nayê. Ji ber her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Çawa ku Sedam bi destê hêzên navdewletî hate mezinkirin û kurd di komkujiyê re derbas kirin, îro jî heman tişt ji bo Erdogan dikin û dikin qatilê kurdan. Ên ku Sedam mezin kirin û kuştin heman hêz bûn. Ên ku Erdogan mezin dikin jî dê ew bi xwe Erdogan bikujin.”

‘Em xwediyên vê axê ne’

Mehmûd pirsa ‘Gelo me kurdan çi bi dewleta tirk kiriye’ kir û wiha derbirî: “Em in xwediyên vê axê, ne dewleta tirk e. Lê wê dawiya Erdogan bi destê kurdan be. Dewletên din mîna zarokan bi Erdogan dilîzin. Dewleta tirk kurd, ereb û ermenan qetil dike. Dewleta tirk ambulansan hedef digire, xebatkarên tenduristiyên bi hovane qetil dike, bi çekên qedexekirî zarokan dişewitîne û hemû zagonên navdewletî binpê dike. Erdogan gelek dixwaze bila herêma biewle li bajarên xwe ava bike. Rojê bi dehan jin û zarok tên tecawizkirin û kuştin. Bila biçe ji ewil wan biparêze. Lê hilweşandina dewleta Osmaniyan pir nêz e.”

‘Em heta dawiya axa xwe biparêzin’

Ciwanê bi navê Omer Şêx Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Ev bû du car ku dewleta tirk derbasî axa me dibe. Ji ber wan û çeteyên wan ev du care em koçber dibin. Gelên herêmê di destên hêzên navdewletî de bûne lîstik. Tekane daxwaza me jiyaneke bi ewle û bi aram e. Dewleta tirk çekên qedexekirî li ser me bi kar tîne û hemû dewletên NATO’yê çavên xwe ji vê yekê re girtine. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê axa xwe biparêzin û xwedî li rûmeta xwe derkevin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar