Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta Tekîn hate pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê 29 sal beriya niha di bin çavan de hatiye windakirin, pirsîn. 

Dayik/Mirovên Şemiyêji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev.  Di hefteya 1019’an de Dayikên Şemiyê carek din bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe hilgirtin û li aqûbeta Duzgun Tekîn a 29 sal berê li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku her çend derbarê Dayikên Şemiyê biryara beraat hat dayîn jî, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ev yek li dijî hiqûqê ye.
Gulseren, diyar kir ku Duzgun Tekîn (21) delegeya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Şaxa Sendîkaya Nimre 2 ya Tekstil-Îşê bû, Duzgun di 21’ê Cotmeha 1995’an de ji mala birayê xwe ya li taxa Evren a Guneşli ya Stenbolê derdikeve û piştre tu agahî jê naye girtin. Gulseren wiha bi lêv kir: “Duzgun Tekîn ji malbata xwe re dibêje hefteyekê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin, plaqeya li pey xwe dinîvsîne û li malê dilêle. Malbat bi xwe jî diyar dikin ku maşîneya ku kesên bi cil û bergên sivîl lê ne bi rojan li ber malê bûne. Piştî ku Duzgun Tekîn winda bûye êdî maşînê nedîtine.”
Gulseren, da zanîn ku malbat û parêzer serî li saziyên fermî dane û got: “Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Mafên Mirovan serlêdanên fermî kirine. Rêxistina Efûyê jî kampanyayek daye destpêkirin. Lê belê kesên ku birojan Duzgun Tekîn şopandin da zanîn ku nizanim Duzgun li ku ye. Elîf û Velî Tekîn wêneyê kurê xwe girtin û ji gundê Dêrsimê berê xwe berê xwe dan Qada Galatasarayê. Li vir cara yekem Elîf Tekîn ‘Kurê min Duzgun tu li ku yî? pisî û got ‘Ji bo ez te bibînim tevlî Dayikên Şemiyê bûm. Ez bê bersivim û bê alî me’.”
Gulseren, daxuyand ku ku piştî bûyerê bi qasî 18 mehan îtîrafkarê bi navê Kasım Açik diyar dike ku Duzgun Tekîn ji aliyê yekîneya JÎTEM’ê ve hatiye lêpirsînkirin û qetilkirin, cenazeyê wî li qada çopê ya Çadirkentê ya li nêzî Edîrneyê hatiye definkirin. Gulseren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kasim Açik ê piştî ku teswîra cil û bergên Duzgun dike û cihê hatî definkirin xêz dike. Piştî vê di 27’ê Gulana 1997’an de malbat, dost û parêzvanên mafên mirovan ji bo lêgerînê pêk bînin diçin Çadirkentê. Rayedaran guh neda daxwaz û israrên malbat û parêzeran. Lêgerîneke baş nekirin û encamek bi dest nexistin. Tevî ku îtîrafên Kasim Açik ên bi destnivîs û îmzeya wî heyî dan dozgeriyê jî lêpirsîneke bi bandor nehate kirin.
Gulseren, da zanîn ku heta niha jî rayederan derbarê Duzgun Tekîn de daxuyaniyek nedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çend sal derbas dibe bila derbas bibe jî dê her daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
Birayê Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatî windakirin Alî Ocak jî wiha axivî: “Em bi xaleta Elîf û Apê Velî re ne tenê li Galatasarayê, li kolan û korîdorên edliyeyê li Duzgun geriyan. Bi gotina Xaleta Elîfê; Me ji gur pirsî, me ji çûk pirsî, me ji çiya pirsî, me ji kevir pirsî. Lê tu deng ji rayedaran derneket. Herî dawî em li Çopa Kirklareliyê, li çiya û daristanan geriyan, lê rayedar hîn jî di pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de berpirsyariya xwe bi cih naynin. Çi hat serê Duzgun Tekîn? Em ê ji cihê ku Elîf û Velî Tekîn lê mabûn têkoşînê bidomînin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar