Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Xizmên windayan û Dayikên çalakiyên xwe yên heftane pêk anî û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê xwe hat gotin ku sala 2021’an bibe sala dîtina windayan

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn û aqûbeta windayan pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ di hefteya 621’an de berdewam kirin. Malbatan û ÎHD’ê dîsa ji ber vîrûsê çalakî li ser onlîne çêkirin. Malbatan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê di sala 1994’an de cendirmeyan li Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê ew li ser rê binçav kirin û winda kirin pirsîn. Cîgira hevserokên ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman çîroka Tekîn vegot.

Rahşan Bataray Saman anî ziman ku di Gulana 1994’an de leşkeran li ser rêya Lîceyê dolmîşa ku Tekîn têde bû rawestandin û Ahmet Tekîn ji dolmîşê daxistin û da zanîn ku leşkeran piştî Tekîn binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Lîceyê û wiha got: “Piştî malbata Tekîn agahî ji Ahmet Tekîn negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Lîceyê dan. Ji ber dozgeriyê biryara bêşopandinê dan, dosya şandin 7’emîn Fermandariya Milê Artêşê ya Amedê. Birayê Ahmet Bedrî Tekin jî piştî Ahmet winda bû serî li ÎHD’ê da. Bira Tekîn anî ziman ku dema birayê wî binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan şahidê bûyerê jî hebûn. Dema dayika Ahmet çû Fermandariyê jî dît ku di nava leşkeran de çavê Ahmet girê dabûn û xistibûn lêpirsînê. Dema dayika Ahmet kir qêrîn jî serbazê bi navê Şahabettîn dayika Ahmet derb kir û rûyê dayika Ahmet reş bû. Hemû hewldanên malbatê bê encam man.”

Her wiha Saman diyar kir ku Tekîn di sala 1994’an de li Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê hat binçavkirin û 26 sal in agahî jê nayê girtin.

Bila sala 2021’an bibe sala dîtina windayan

Dayikên Şemiyê jî bi heman armancî di hefteya 823’yan de çalakiya Şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî dîsa ji ber vîrûsa corona li ser medyaya civakî bi rêya vîdeo daxuyanî dan. Li ser navê Dayikên Şemiyê xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî da.

Ocak ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala hiqûq, edalet û mafên mirovan û wiha got: “Sala 2020’an bû sala binpêkirina mafan, bêhiquqî, edalet û şewba vîrûsa coronayê. Li Tirkiyeyê statuya hiqûq û siyasetê û mafê azadiya ramanê yên bi destûra bingehîn hatiye mîsogerkirin, winda bûn. Hemû daxwazên maf û azadiyê yên gel dixwaze ji aliyê îktîdarê ve tên terorîzekirin. Van daxwazên rewa û zagonî dikin sedema cezakirinê.”

 

Daxwazên adeletê

Ocak da zanîn ku çalakiya xwe di hefteya 823’yan de berdewam dikin û wiha lê zêde kir: “Daxwazên me yên ji bo edaletê ji aliye rêveberên dewletê di sala 2020’an de li ber çavan nehatin girtin. Li dijî vê yekê daxwazên me yên ji bo dîtina windayan nedîtin û qada Galatasarayê ku em lê daxwazên xwe tînin ziman li me qedexe kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser, ji ber axaftinên me yên li Galatasarayê kirin sedema dozê û doz li me vekirin. Israra înkarê di sala 2020’an de jî berdewam kir. Em ê dîsa daxwazên xwe yên ji bo edaletê û dîtina windayan berdewam bikin û nûjen bikin. Dîsa ji bo bersûc bên dîtin û darizandin em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em di sala 2021’an de ji bo van zor û zahmetiyan derbas bikin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê tu carî dest ji biryara xwe bernedin. Em ê gotinên xwe yên ji bo başî, hevî, heqîqet û edaletê dîsa bînin ziman.”

Her wiha Ocak destnîşan kir ku her salek dibore ji bo windayan dibe salek pir mezin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her salek dibore di ezmûna êşên mezin re derbas dibin. Lê ji bo her salek nû em hevî, bawerî û hêza xwe mezintir dikin. Em li benda dîtina windayên xwe ne. Em bi biryar in ku windayan bibînin. Em ê bigihêjin windayên xwe û heqîqetê. Em hêvî dikin ku sala 2021’an ji bo Tirkiyeyê bibe sala hevî, hêz, piştevanî û dîtina windayan.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar