Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan wekî her hefte vê hefteyê jî li Stenbol, Amed û Êlihê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser binpêkirinê mafên mirovan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana ji bo şikandina tecrîdê
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 733’yemîn de carek din xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Lê polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin. Dayîkên Şemiyê li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê çalakiya xwe pêk anîn. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin. Gelek mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Talat Turkoglû yê di 1’ê Nîsana 1996’an dibin çavan de hat windakirin, pirsîn. Ji Mirovên Şemeiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê heftê da.
Arcan diyar kir ku ev 33 heftene, bi awayekê bê hiqûqî Qada Galatasarayê li wan hatiye girtin û wiha axivî: “Li dijî vê bêhiqûqiyê em banga edaletê dikin. Di hefteya 733’yemîn de em ji bo Ziynetî Turkoglû ya 23 salan li aqûbeta kurê xwe Talat Turkoglû geriyan kom bûn. Talat Turkoglû (45) yê bi nasnameya sosyalîst dihat naskirin, li Avcilara Stenbolê dijiya. Talat berî jî 4 caran hatibû binçavkirin. Rastî îşkenceyên giran hat û bi salan di girtîgehê de ma. Talat di 29’ê adara 1996’an de, ji bo ku biçe serdana dayika xwe ji Stenbolê heta Edîrne bi otobûsê çû. Polîsên ku Talat Turkoglû dişopandin, ew heta ber deriyê malê jî şopandin û dema Talat digehije malê û vê yekê ji xwişk û birayên xwe re dibêje. Piştî ku Talan çend rojan bi dayik, xwişk û birayên xwe re derbas dike, di 1’ê Nîsana 1996’an de ji bo vegere malê dikeve rê û carek din agahî jê nayê girtin.”
‘Cenazeyê wî avêtin Çemê Merîç’
Arcan da zanîn ku malbata Turkoglû serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan lê tu encam bi dest nexistin. Arcan destnîşan kir ku endamê JÎTEM’ê Kasim Açik di sala 1997’an de, gotibû ku Talat Turkoglû bi îşkenceyê kuştin û cenazeyê wî avêtin Çemê Merîçê. Arcan anî ziman ku divê berpirsên Turkoglu bên darizandin û ceza kirin û em Dadgeha Bingehî dawetî berpirsiyartiyê dikin.”
‘Temenê dayîka min têrê nekir ’
Xwîşka Talat Turkoglû Munube Turkoglû jî axaftina kurt kir û wiha got: “Hêzên ewlekeriyê heskiriyên me kirin binçavan û serwinda kirin. Dewletê kesên windakirin aqûbetên wan dernexistin holê û berpirsîn wan jî ne darizandin. Hiqûq bi cih ne anîn. Ji ber vê tu hêz nikare me bêdeng bike. Gelo em ê çiqas din li bendê bin? Heta ku edalet pêk were, em ê li vê derê bin. Hûn jî werin. Temenê dayika min têre nekir ku kurê xwe Talat bibîne. Emrê wan derbas bû lê hîna jî şîna me bi dawî nebûye. Edalet ji bo xizmên windayan nehatiye. Mafê jiyanê yê Talat hat dizin. Heta em Talat Turkoglû bi dayika axê re neyinin ba hev, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Divê êdî edalet bê vî welatî.”
‘Tu tişt ji polîtîkayên şer û ewlekariyê dernakeve’
Li aliyê din ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 530’an de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku wêneyên windayan li ser hebû vekirin û wêneyên windayan û qurnefîl kirin destê xwe. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê, divê dest ji polîtîkayên xwe yên ewlekariyê yên dinava 4 salên dawî de berde. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê, divê encamên hilbijartina herêmî baş bên nirxandin. Edalet tiştek wisane ku baş dike û li dijî bêedaletiyê îsyan dike. Em dixwazin kiryar bên darizandin. Dibe ku encamên vê hilbijartinê bibe destpêkek nû. Tu tişt ji polîtîkayên şer û ewlekariyê dernekeve.”
‘Polîtîkayên dewletê’
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî ev tişt gotin: “Têkoşîna Dayikên Şemiyê, çalakiya herî bêalî û meşrû ya li ser vê erdnîgariyê tê bi rêve birine. Li ser vê erdnîgariyê ji salên 1915’an ve mirov tên binçavkirin û winda kirin. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Berpirsên salên 1990’î Mehmet Agar û Tansû Çîller, mixabin îro li kêleka desthilatdariyê ne. Ev rewş dide nîşandan ku ev polîtîka hîn jî berdewam dike. Ji ber vê yekê jî ma be em ê vê çalakiya xwe berdewam bikin.”
25 sal derbas bûn
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn. Birayê Nazim Babaoglû Îrfan Babaoglû di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kesên Nazim dîtin gotin îfade daye lê dewletê xwe ji bo serwindakirina wî bi şert kiribû. 25 sal derbas bûn. Hîna jî kiryarên wî nehatine dîtin.”
Serokê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hasan Yalçin dûre çîroka windakirina Nazim Babaoglu xwend û wiha got: “Ligel hemû serlêdanên malbatê, tu agahî ji Babaoglu nehat girtin. Ev 25 salin di dosyeya Nazim Babaoglû de hiqûq bi cih nayê anîn û kiryar tên parastin.”
Li Êlihê jî aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsin
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 436’emîn de li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz beşdarî çalakiyê bûn.
Ji rêveberên ÎHD’ê yên Êlihê Şehmuz Azboy daxuyanî da. Azboy, di axatina xwe de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Şahlat a navçeya Karaz a Amedê hatin windakirin pirsî û wiha bilêv kir: “Çalik û Fîdan ji aliyê leşkerên gund ve hatin gule baran kirin û dûre binçavkirin. Suleyman Muntaş ê li gund hat binçavkirin, piştî 25 rojan hat berdan. Lê Çalik û Fîdan nehatin berdan. Li ser vê yekê malbatên wan serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Amedê dan. Dozger ji malbatan re got ‘me ev kes ne girtine, biçin ji PKK’ê bipirsin.’ Ligel hemû hewldanên malbatan jî tu gahî ji Çalik û Fîdan nehatin girtin.”STENBOL/AMED/ ÊLIH