Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta zarokê 12 salî pirsîn

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê xizmên windayan aqûbeta Umît Taş ê 12 salî pirsîn û Dayikên Şemiyê jî aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan, bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin û faîl bêndarizandin’ çalakiya xwe di hefteya 626’an de dîsa li ser medyaya civakî bi rêya vîdeo parve kirin. Xizmên windayan û ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Umît Taş ê 12 salî ku li gundê Badînek ê Pasûra Amedê di 25’ê Îlona 1993’an de li gel 11 kesan li nokteya polîsan hatibû binçavkirin û hat windakirin, pirsî. Çîroka Taş Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend.

Akdenîz bal kişand ser têkoşîna hiqûyî ya parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr û Rahşan Bataray Saman a ji bo Taş û anî ziman ku Taş li nokteya polîsan hefteyekî binçavkirin û wiha got: “Hefteyekî li Midûriyeta Polîsan a Pasûrê dan rawestandin. Xizmên wî her hefte xwarin birin ji Taş re. Malbat herî dawî dema çûm Midûriyeta Polîsan jî, rayedaran diyar kirin ku Umît serbest berdane. Hevalên ku bi Umît re hatin binçavkirin, şahidî kirin. Diyar kirin ku hefteyekî li Miduriyeta polîsan a Pasûrê hatin girtin. Piştre birin Tabûra Kobando ya Pasûrê. Li wir 2 rojan di bin çavan de man. Piştre hinek berdan û Umît û hin kesên din birin operasyona Zozanên Şenê ya navbera Pasûr û Mûşê. Destê wan girêdayî li pêş leşkeran birin herêma operasyonê. Birayê Umît Taş Mehmet Alî û bavê wî Kemal Taş serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê malbata Taş serî li ÎHD’ê ya Amedê dan. Ji wê demê heta niha agahî jê nayê girtin.”

37 sal in li hêviya hatina bavê xwe ye

Dayikên Şemiyê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsê bi rêya vîdeo çalakiya xwe berdewam kirin. Mirovên Şemiyê di hefteya 828’an de aqûbeta mamoste Maksut Tepelî yê 37 sal berê li Gayrettepe ya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Ewil hevjîna Maksut Tepelî, Şehrîban Tepelî axivî.

Tepelî diyar kir ku ji bo gorek hevjînê wê çê bibe 37 sal in têdikoşe û wiha got: “Dema hevjînê min hat binçavkirin û windakirin keça min 2 sal û nîv bû. Niha keça min 39 salî ye. Keça min hêj li hêviya hatina bavê xwe ye. Neviyê min çêbûn. Neviyê min jî li hêviya kalikê xwe ne. Em êdî dizanin ku carek din hevjînê min bi saxî nayê. Lê zarok û neviyên min dixwazin ku gorek wan hebe.”

Bi birîndarî binçavkirin

Parêzer û seroka ÎHD’ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku Tepelî dema birîndar bû binçav kirin û wiha doman: “Li gel ku Tepelî birîndar bû jî nebirin nexweşxaneyê û rasterast birin Şaxa Siyasî ya Stenbolê. Bi îşkenceyê lêpirsîn kirin. Li vir ji ser xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Numune ya Haydarpara. Ji wê demê û şûnde carek din agahî jê nehat girtin. Heta 2003’an tu agahî negirtin. Piştî 2003’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadikoyê dan, dozgeriyê ji gelek saziyan re nivîs şand. Lê heta 3 salan aqûbeta wî veşartin. Di sala 2006’an de gotin dema Maksut li nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest dane û veşatine. Dema malbatê xwest cihê gora wî bibînin, dozgeriyê biryara bêşopandinê da. Piştî wê serî li AYM’ê dan. Ji ber ku tu encam ji vir derneket serî li DMME’ê dan. Niha dosya  li DMME’ê tê rawestandin.”

‘Em ê heta dawiyê bişopînin’

Ji mirovên Şemiyê Hepgul Bozoglu daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû lêgerînên wan ên zagonî û hiqûqê bê encam tên hiştin û diyar kir ku ew têkoşîna xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin û dê heta dawî vê tekoşîna xwe berdewam bike. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar