Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta zarokên hatina windakirin û Ertaş pirsîn

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şemiyê,  Xizmên Windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin, vê hefteyê jî bi daxuyanî dan.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 786’emîn de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji ber ‘23’yê Nîsanê Cejna Zarokan’, aqûbeta 25 zarokên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. Keça Huseyîn Taşkaya yê ku di 6’ê kanûna 1993’yan de li gundê Baglar ê Sêwereg a Rihayê di bin çavan de hatiye windakirin Serpîl Taşkaya li ser navê dayikan daxuyanî da.

Taşkaya diyar kir ku wan ji ber vîrûsa koronayê malên xwe kirine cihên daxwaza lêgerîna heqîqet û edaletê û wiha got: “Bi boneya 23’yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan em ê vê hefteyê aqûbeta zarokên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin. Mafê hemû zarokan heye ku li dijî tundiyê bên parastin. Lê li ser vê axê, mafê bi dehan zarokan hatine binpêkirin, rastî tundiya dewletê hatine û dibin çavan de hatine windakirin.”

Serpêhatiya zarokên hatine windakirin

Bi domdarî jî Taşkaya serpêhatiya çend zarokan wiha vegot: “Me şahidiya binçavkirina van zarokan kir. Di îdianameyên dozgeriyê de, di girtekên dadgehan de, di biryara DMME’yê de û di Rapora TBMM’ê de, di hiqûqa navxweyî de bêceza hiştin. Zaroka 3 salî Dîlek Serîn a bi malbata xwe re li Goma Mirik a Dêrsimê hate windakirin, zarokê 12 salî Davut Altunkaynak li Kerboran a Mêrdînê hate windakirin, Seyhan Dogan ê 13 salî, zarokê 12 salî Îlyas Dîrîl ê li Qilaban a Şirnexê, Mûnir Saritaş ê 13 salî yê li Gevera Colemêrgê, Metîn Budak ê 14 salî yê li Licê ya Amedê, Servet Îpek ê 15 salî, Çayan Çîçek ê 15 salî û 25 zarokên di bin çavan de hatin windakirin, red kirin. Aqûbeta van zarokên hatin windakirin, di tarîtiyê de hatin hiştin. Faîlên wan bi necezakirinê hatin parastin. Heya niha ji b ovan zarokên edalet pêk nehat. Ji bo ku em van zarokan bibîr bixin û nedin ji bîr kirin, em ê dest ji daxwaza ya xwe edaletê bernedin.”

Xizmên Windayan serpêhatiya Huseyîn Ertaş pirsîn

Xizmên Windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî di hefteya 584’emîn de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daxuyanî da. Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Mûstafa Altintop xwend. Altintop serpêhatiya Huseyîn Ertaş ê di 8’ê tîrmeha 1995’an de li navçeya Qoser a Mêrdinê bi ‘Torosên Spî’ hatiye revandin û kuştî hatibû dîtin bi vîdeoyekê parve kir. Vîdeo li ser hesabê ÎHD’ê hate parvekirin.

Gundê wan hate şewitandin

Altintop serpêhatiya Ertaş wiha vegot: “Huseyîn Ertaş di sala 1947’an de ji dayik bû û bavê 9 zarokan bû. Dewletê di 1994’an de ji şêniyên gundê Emrûd ê Qoserê xwestin ku bibin cerdevan. Huseyîn Ertaş jî wê demê cotkarî û sewalkarî dikir. Keçeka wî jî tev li PKK’ê bûbû. Di sala 1994’an de gundiyên Emrûd cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê yekê neçar man ku di nava 3 rojan de gund vala bikin. Hêj şêniyan malên xwe bar nekiribûn ku leşkeran gund şewitand. Di serdegirtina gund de Ertaş hate îşkencekrin. Malbata Ertaş koçberî Qoserê bû.”

‘Cenazeyê Ertaş hatibû şewitandin’

Bi domdarî jî Altintop ev agahî dan: “Di 8’ê tîrmeha sala 1995’an de erebeyeke Torosa Spî hat ber mala Huseyin Ertaş û 4 kesên bi çek bang li Ertaş kirin û xwestin wî bibin qereqolê. Ertaş ev yek red kir. Li ser vê yekê jî kesên biçek, çek xistin serê Ertaş û bi zorê birin. Xwişk û birayê wî çûn qereqolê û pirsa wî kirin. Lê rayedarên qereqolê gotin ku kesekê wisa tune ye. Piştre di 13’ê tîrmeha 1995’an de cenazeyê Ertaş li Serêkaniyê hate dîtin. Wê demê Fermandarê Qereqolê Hasan Atîlla Ugur bû. Cenaze hatibû şewitandin û malbatê ji ewil nas nekir. Piştî teşhîskirinê jî malbatê cenaze li gund defin kir. Ji ber şertên wê demê malbatê doz venekir. Lê di sala 2006’an de kurê Huseyîn Ertaş, Muhîttîn Ertaş ji bo dozê serlêdan kir. Muhîttîn Ertaş diyar kir ku bavê wî bi fermana Hasan Atîlla Ugur hate revandin û xwest ku cerdevan Îsmet Kandemîr û Abdurrahman Kurga bên darizandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar