Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Aramî bi Abdullah Ocalan pêkan e’

Jinên Wanê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kirin û wiha gotin: "Bila daxwaza girtiyan bi cih bînin. Aramî bi Abdullah Ocalan pêkan e.”

Di 27’ê Mijdara 2020’an de girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanaca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Bexwedana girtiyan di roja 58’an de didome. Piştgiriyên ji bo daxwazên girtiyan jî didomin. Jinên Wanê bang ji raya giştî kirin û gotin divê girtî tenê neyên hiştin.

Saadet Oklu tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku divê her kes li dijî tecrîdê berteka xwe bîne ziman û wiha got: “Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Heta tecrîd bidome dê xwîn jî raneweste û aramî jî wê neyê. Her tişt li Abdullah Ocalan asteng kirine. Bila carek biçin bibînin. Yek gotinek ji devê Abdullah Ocalan derkeve wê aramiyê bîne cîhanê. Aştî û azadî destê Abdullah Ocalan de ye. Bila dilê dayikan neşewite. Ez banga piştevaniya grevan dikim.”

‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’

Oklu bal kişand ser şert û mercên xerab ên li ser girtiyan û wiha pêde çû: “Ez bang li wezareta dadê dikim, bila binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan bidawî bin. Zarokên me li girtîgehan nexweş ketin. Em dayik in û xemgîn dibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila daxwaza girtiyan bê cih. Pêkanîna daxwazan ne zor e, tenê li îmzeyekê dinêre. Erdogan aştiyê naxwaze, her tim şer dixwaze. Ji bo wan ev ne derd e, qesr ji bo wan xweş e. Ew li qesra xwe rûniştine û kezeba me dişewite. Mirina polîs, leşker û gerîla ne xema wan e. Zarokên wan li hemû cîhanê digerin û betlana dikin. Ji bo wan ne pirsgirêke.”

Banga piştgiriyê

Behîce Abî jî anî ziman ku wezareta dadê li dijî grevan bêdeng e û bi van hevokan banga piştgiriya ji bo girtiyan kir: “Me dayikan zarokên xwe wek parçeyek ji canê xwe anî dinê. Ji bo Erdogan zarokên me li girtîgehan bikuje neanî dinê. Hemû bêyî sûc hatine girti. Bila wezareta dadê bi edalet tevbigere. Bila çavên xwe guhên xwe veke. Zarokên wan jî hene. Gelo wijdana wan çawa qebûl dike. Wezîrê dadê di reformekê de gotinek got lê piştî vê girtin binçavkirin zêde bûn.”

‘Em tecrîdê qebûl nakin’

He wiha Abî destnîşan kir ku li tu derê cîhanê rêveberekî welat wek Serokomar Erdogan zilm nekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê tecrîd demildest bidawî be. Tecrîd rabe wê aştî jî pêk bê. Yekitiya Ewropayê (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo rakirina tecrîdê tiştekî bike dê tecrîd rabe. Em tecrîdê qebûl nakin. Bila Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bê cem hev. Ez bang li hemû kesî dikim, bila tecrîd bidawî be û zarokên me li girtîgehan nemirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar