Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ararat: Tarîtî wê bi berxwedanê bi dawî bibe

Endama PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kir ku bi pêşengiya jinên kurd berxwedaneke mezin heye û wiha got: “Tarîtî dê bi hêza berxwedanê bi dawî bibe. Jinên kurd di şerê dijî DAIŞ’ê de ev yek nîşan dan.”

Ji Koordînasyona Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK) Evîndar Ararat têkilî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî. Arart 8’ê Adarê di şexsê Leyla Guven, Selma Irmak, Sabahat Tuncel, Gulistan Îke, Fadîle Tok de, berxwedêrên ku li zindanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li hemû jinên ku di ber azadiya xwe û gel de têdikoşin, li hemû dayikan pîroz kir.

Ararat diyar kir li dijî modernîteya kapîtalîst li hemû devera cîhanê û li Kurdistanê bi pêşengiya jinan berxwedaniyeke mezin heye û diyar kir ku rêxistiniya jinan, jiyana azad û demokratîk dihone.

‘Divê rengên berxwedanê zêdetir dewlemend bibin’

Ararat bal kişande ser êrîşên faşîst ên li ser jinan û diyar kir ku jin li dijî van êrîşan li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Em 8’ê Adarê îsal bi atmosfereke wiha pêşwazî dikin ku êrîşa li ser jinan gelekî zêde bûye lê li dijî vê jî têkoşîneke rêxistinî, giyanekî hevpar û organîze bûyî heye. Hemû hazirî li ser vî giyanê hevpar têne kirin. Jinên kurd bi salan e ji bo azadiya xwe û gel li dijî qirkirinê bi qehremanî, bi fedaîtiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.”

Ararat serketina jinên kurd ên li dijî rêxistiniya çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist û got ku ev têkoşîn bi berdêlên giran hatiye dayin.

Ararat grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger, yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin jî bi bîr xist û wiha got: “Ev giyanê berxwedanê berzkirina 8’ê Adarê ye. Di vê çarçoweyê de bi taybetî jinên kurd divê zêdetir li dora hevalên di grevên birçîbûnê de li hev asê bibin, rengên berxwedanê dewlemend bikin, çalakiyên xwe zêdetir geş û gur bikin û berbelav bikin.”

‘Îsal ji bo me vegotina pêvajoyeke pir girîng e’

Ararat bang li hemû jinan kir û xwest ku yekîtiya xwe pêk bînin û li ber xwe bidin. Ararat axaftina xwe wiha domand: “Bi pêşengiya jinên kurd û gelê kurd, banga me li hemû femînîst, çepgiran, li derdorên ku jiyana demokratîk dixwazin, li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar, rêxistinî bibin. Ev 8’ê Adarê weke bangekê ye li jinên cihanê. Em bawer dikin ku jinên kurd û tevgerên jinan dê guh bidin vê bangê.”

Ararat got ku di serî de li Kurdistanê, li her deverê divê bi pêşengiya jinên kurd ên ciwan, li dora berxwedana grevên birçîbûnê divê hevgirtinek çêbibe, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo grevên birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kirine, divê gel bi girseyan xwe berde qadan û hemû devera ku lê ne bikin qadên berxwedan û têkoşînê.

Ararat bal kişande ser girîngiya pêvajoya berdest û bal kişande ser van xalan: “Ji bo me îsal vegotine pêvajoyeke girîng e. Ya pêşî, li ser Rêbertiya me tecrîdeke mitleq heye û ev didome. Li dijî vê bi sedan hevrêyên me li girtîgehan li ber xwe didin û li derve jî berxwedanek heye. Divê mirov li vê berxwedanê xwedî derkeve, geş bike, encamê jê bigire, tecrîdê bişkîne û bi Rêbertiyê bi azadî bijî û mîsoger bike, ji bo vê hewceyî bi têkoşîneke mezin heye. Ya din, faşîzm, bi tacîz, tecawûz, dagirkerî û mêtingeriyê êrîşê dibe ser ser jinan, jinan dikuje, bi vî rengî qira civakî tîne, li dijî vê li hemû cîhanê, jin bi şêwazeke xwe ya têkoşînê, têkoşîneke hevpar didin. Ji bo ku ji têkoşîna jina kurd û ya gelê kurd re bibi bersiv, li ser hîmeke hevpar, divê berxwedana jinê ya hevpar derkeve holê.”

Ararat şerê li dijî DAIŞ’ê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya bi pêşengiya jinên kurd bi bîr xist û wiha got: “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan tê kirin. Li bakurê Kurdistanê jî li dijî faşîzmê berxwedaniyeke mezin heye. Leyla Guven û hevrêyên wê mînakên vê yên herî berbiçav in. Bi vê çarçoweyê, em bang li jinên Tirkiyeyê dikin ku em bi hev re, li dijî faşîzmê, baviksalariyê, mêtingeriyê, zayendîparêziyê, dagirkeriyê, li dijî êrîşên li ser jinan û civakê em bi hev re têkoşîna hevpar bidin. Helwesta me ev e, em 8’ê Adarê jî bi vê çarçoweyê dinirxînin.”

‘Jinên kurd ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin’

Ararat diyar kir jinên kurd ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin, li dijî faşîzmê û baviksalariyê berxwedaniyeke mezin didin. Ararat got ku jinên kurd pêşengiya têkoşîna civakî dikin û diyar kir ku ji 1’ê adarê heta bi 4’ê Nîsanê bi pêşengiya jinên kurd, dostên kurdan û derdorên bi demokrasiyê bawer dikin, hêzên li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê divê bi hev re têbikoşin. Ararat da zanîn ku di rewşeke berevajî vê de ji bo jinan dê civakek tarî derkeve holê û serwer bibe û wiha domand: “Hêza berxwedanê dê tarîtiyê parçe bike. Jinên kurd di şerê dijî DAIŞ’ê de ev çespand.”

‘Azadiya me azadiya Rêbertî ye’

Ararat dawiya daxuyaniyê de pêngava, “Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin, Kurdistanê azad bikin” bi bîr xist, got ku dirûşma wan a 8’ê Adarê ‘têkoşîna jinan wê azad bike’, bi vê çarçoweyê û ev tişt anî ziman: “Bi vê çarçoweyê, pêşketina têkoşîna jinan ji bo me girîng e. Rêya vê jî şikandina tecrîdê ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, tecrîda li ser me hemûyan e. Tecrîd şer e, tundî ye, bêparhiştina ji mafan e, mêtingerî ye, dagirkerî ye û desteserkirina gelan e.”

Ararat got ku divê hemû jinên ciwan ên kurd bibin mîna Leyla Guven, Selma Irmak, Sabatan Tuncel, Kibriye Evren, Fadîle Tok, Gulîstan Çiya Îke û diyar kir jinên kurd divê bi berxwedan û giyanê girtîgehê dakevin qadan. Ararat herî dawî wiha got: “Azadiya me azadiya Rêbertî ye. Em dibêjin, jiyaneke bê Rêbertî nabe. Ji bo vê jî em dibêjin, berxwedana jinan wê azadiyê mîsoger bike. Em ê azad bibin, bi hêviya jiyana azad a bi Rêbertî re, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar