PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Arîfeya cejnê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmirê dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 750’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan Dayikan li kolana pêş ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan vê hefteyê xwestin kujerê Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hat revandin û piştre hat kuştin bê darizandin.

Vê hefteyê Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 1980’an de hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren Yazici daxuyani xwend. Yazici anî ziman ku çalakiya hefteya 750’an di arifeya cenjê de li dar dixin û wiha got: “Ferhat Tepe ji bo gel rast agahdar bike û nerînên cuda bi raya giştî re parve bike rojnamegerî dikir. Di ser kuştina Ferhat Tepe re 26 sal derbas bûn. Ji bo bîranina wî em ve hefteyê li hev kom bûne. Li Tirkiye ev rêbaza kuştinê li dijî azadiya ramanê û îfadeyê ye. Azadiya çapemeniyê hatiye îhlalkirin. Herî dawî li ser nivisa Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Dadgeha Sulh Ceza 136 navnîşanên internetê asteng kirin. Vê carê azadiya ramanê û çapemeniyê bi destê darazê hat îhlalkirin. Ferhat Tepe nuçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlisê bû. Di taritîya salên 90’an ku li herêmê rojnamegerî kir û tarî ronî dikir. Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993’an de li navenda bajarê Bedlisê ji aliyê 3 kesên sivîl ên bi çek ve hat revandin. Piştî Ferhat revandrin, Bi telefonê li bavê Ferhat ku wê demê Serokê DEP’ê yê Bedlisê bû Îshak Tepe geriyan û li hemberî kurê wî xwestin rêxistina DEP’ê ya Bedlise bigirin û pere xwestin. Îshak Tepe diyar kir ku dengê telefonê dişibiya Fermandarê 6’emîn Tugaya Zirxî ya Tetwanê Korkmaz Tagma. ”

Yazici, ani ziman ku malbatê serî li hemû rayedarên polîs, esker û walîtiya herême da lê encam negirtin. Yazici, dra zanin ku Ferhat pişti rastî îşkenceya giran hat 13 roj şûnde cenazeyê wî li tenişta Gola Hazarê hat dîtin.

Yazici bilêv kir ku Nûnerê ÎHD’ê Şevket Epozdemir ku doza Ferhat Tepe dişopand, jî piştre hat revandin û kuştin û wiha got: “Bavê Ferhat Îshak Tepe ji ber der barê revandina kurê xwe de agahî da rastî gefan hat. DMME piştre Tirkiye mahkum kir. 2 kesên li DMME’ê şahidî kir, piştre ji ber gef û zextan îfadeyên xwe paşve kişandin. Wê demê hikûmetê destûr neda ku Fermandar Korkmaz Tagma îfade bide. Herî dawî di 9’ê adara 2003’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo kuştina Ferhat Tepe Tirkiye mahkum kir.”

Dayik Tepe: Emê li Qada Galatasarayê rûnên

Dayika Ferhat Tepe Zubeyde Tepe jî anî ziman ku dema kurê wê revandin 19 salî bû û wiha got: “Roja kurê min revandin, me serî li hemû sazî û rayedarên dewletê dan. Lê tu tişt nekirin û kurê min kuştin. Der barê bersûcê kurê min Korkmaz Tagma  de tu lêpirsin venekirin. Em wekî dayikên Şemiyê dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Em ê di qada Galatasarayê de heta dawî bi israr bin. Emê biçin li wir rûnên.”

Akyol: Me Tepe ji bîr nekir û ji bîr nakin’

Vê hefteyê Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol jî ji Girtîgeha Sîncanê name ji dayikan re şand got: “Me ew ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin.”

Serokê Basin Îş’ê yê DÎSK’ê Faruk Eren jî anî ziman ku rojnamegeran di vê rêyê de gelek bedel dane û didin û wiha got: “Di ser kuştina Tepe re 26 sal derbas bûn. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê qetil bikin. Huseyîn Akyol di 70 saliya xwe de girtî ye. 150 rojnameger girtî ne. Tevî hemû tiştan rojnamegerî li ber xwe dide.”

Di arîfeya cejnê de aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê ya Amedê bi boneya “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 548’an de li ÎHD’ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Gelek xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku 548 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: “Di salên 90’an de bi zanebûn û plankirî kurd winda dikirin û qetil dikirin. Li dijî vê yekê têkoşîna xizmên windayan bi salan e didome. Lê hêj kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin. Sibê Cejn e. Lê hêj gorek wan a dayik li ser dua bikin tune ye. Mixabin em li erdnîgariya ku dayikên gorê zaroken wan tune dijîn. Dewlet dixwaze kurdan bê hafiza bihêle. Lê tekoşîna me ya li dijî vê yekê bidome.”

‘Dema we hestiyek dît agahî bidin min’

Piştre Îffet Mutaş aqûbeta birayê xwe Alî Tekdal pirsî. Mutaş diyar kir ku ji roja birayê miriye heta niha li aqûbeta birayê xwe digere û wiha got: “Dayika min bi hestera kurê xwe mir. Ez jî naxwazim bi vê hesterê bimirim. Dayika min beriya bimire, ji her rojnamegerî re got ‘Ez dixwazim ji kurê xwe bibim xwedî agahî. Dema we gorek, an jî hestiyek dît, agahi bidin min. Ez ê wan hestiyan hembêz bikim. Ez xwe bigînim hestiyê wî bes e ji bo min. Her kes amadekariya cejnê dike, lê em li vir in.”

Lêpirsînek çalak bidin destpêkirin

Li Êlihê jî bi heman armancê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 454’an de li Şaxa ÎHD’ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê yê Êlihê Mehmet Sami Tanguner,  aqûbeta Abdurrahîm Demîr yê di sala 1995’an de li Navçeya Qoserê hat windakirin vegot. Tanguner diyar kir ku li gorî agahiya malbatê Abdurrahîm Demîr ê 22 salî li Navçeya Mahserê dijiya. Di 17’ê Tebaxa 1995’an de ji bo xizmên xwe yên li Edene dijîn ziyaret bike ket rê. Qereqola Şawelat a Cendirmeyan ya di navbera Qoser û wêranşarê de hat binçavkirin û li wir hat windakirin. Tanguner anî ziman ku malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê encam negirtin û bang li rayedarên darazê kir ku der barê berpirsiyaran de lêpirsînek çalak bidin destpêkirin.

Aqûbeta Tolga Baykal Ceylan pirsîn

ÎHD’a Îzmîrê jî bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li pêş Sumerbank  a Konakê çalakî li dar xistin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli vê hefteyê daxuyanî xwend û aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê di 10’ê Tebaxa 2004’an de hat revandin pirsî. Canli, bal kişand ser rapora Komîsyona Mafên mirovan a Meclisê ku der barê Ceylan de amade kiriye û wiha got: “Ji bo aqûbeta Tolga Baykal Ceylan di bin baneyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de komîsyona jêr hat avakirin. Piştî xebata Komisyonê  ya 4 mehan raporek fireh hat amadekirin. Komisyonê di nirxandina encamê de gotiye “Di daneyên destê me de ev windahiyek wekî bûyera asayişê ya normal e. Divê wekî buyeyerek asayiyê ya asayî bê nirxandin.”

Canli anî ziman ku dema xwendekarê zanîngeha Teknikê ya Stenbolê bû di 7’ê tebaxa 2004’an de li Îgneada winda bû û wiha got: “Dema gihişt Îgneada bi telefonê li dayika xwe geriya û got ez gihiştime. Di 10’ê tebaxa 2004’an de û şûnde têkiliya wî û dayika wî qut bû. Dayika wî Kadriye Ceylan piştî di sala 2004’an de serîli Dozgeriya Demirkoyê da, di sala 2006’an de biryar da ku pêdivî bi lêprisînê tune ye.”

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar