Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Arjîn Niştiman: Jina azad civaka azad e

Gerîlaya HPJ’ê Arjîn Niştiman bang li jinên kurd, fars, ereb, azerî û belûc kir ku li dora îdeolojiya rizgariya jinan bibin yek û destnîşan kir ku divê jin mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Arjîn Niştiman bûyerên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand. Di serî de jina kurd Jîna Emînî û di şexsê wê de hemû şehîdên vê serhildanê bi bîr anî û dewleta Îranê şermezar kir.

Gerîla Arjîn Niştiman anî ziman ku divê armanc û xeyalên şehîdan ji bo her kesî bibe bingeha xurtkirina têkoşînê û wiha axivî: “Beriya her tiştî em ji malbatên şehîdan û hemû gelên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin. Pêwîst e îdia, armanc û xeyalên şehîdan ji bo her kesî bibe bingeha xurtkirina têkoşînê. Ev serhildan û meyla şoreşê ku di vê pêvajoyê de bi pêş ket, em pîroz dikin. Ev dînamîzma ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û bi rê ve diçe pêwîst e baş were fêmkirin. Ji ber ku em dibêjin jin jiyan e û azadiya jinan azadiya civakê ye, ev pêvajoya ku bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe, pir giring e. Bi taybetî sekin û helwesta jinên rojhilatê Kurdistanê ji vê pêvajoyê re pêşengiyeke stratejîk kir û hemû jin û civakên Îranê li derdora xwe kom kirin. A rast, ev dema şoreşê ne bi tenê Rojhilata Navîn, bandor li hemû cîhanê kir.“

‘Jina kurd bû bingeha yekbûna gelan’

Gerîla Niştiman diyar kir ku kuştina Jîna Emînî, bi destê dewleta Îranê bi awayekê sîstematîk û bi zanebûn hat bipêşxistin û wiha pê de çû: “Di vê qetlîamê de du tişt li gor hesab û berjewendiyên wan bûn. Yek, Jîna jin bû; ya duduyan kurd bû. Wekî her tim, di vê kiryara xwe de jî bi rengekê şênber danîn holê ku çiqas li dijî jinan e û di serî de gelê kurd çiqasî dijî neteweyan in. Lê ev bûyer nîşanê me da ku bi pêşengiya jina kurd û kurdên li Kurdistan û Îranê bingeha yekbûna gelan, bingeha şoreşa civakî bi pêş ket. Li ser vê bingehê hemû jin û civaka rojhilatê Kurdistan û Îranê hevdu girtin, ser hildan û ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin.  Ji ber ku ev dînamîk ji bo pergala Îranê xeteriyeke mezin e, bi awayekê hovane û nemirovane êrîşan bi ser gel de dibin û qetil dikin. Wan, li dijî dewleta Îranê xwe parast û ber li serhildanê fereh kir.”

Jiyanek azad û demokratîk

Gerîla Niştiman bal kişand ser qirkirina tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji destpêka dewleta Îranê heta niha pergaleke sepandinê tê sepandin. Ev pergal, li tunekirina nirxên çandî, dîrokî, civakî û exlaqî yên bi her awayî yên kurd, ereb, belûc û azeriyan dewam dike. Heman demî ji ber nasnameya xwe ya şerîat jî jin hesab nekirin. Dewleta Îranê bi kiryarên xwe, xwest civakê bi polîtîkayên tund û tûj bitirsîne, hemû nirxên ku bi hebûnê watedar dibin qir bike û civakeke homojen a girêdayê xwe ava bike. Li dijî vê ferasetê pêwîst e di serî de jin û piştre jî hemû civak têbikoşe. Ev jî encax bi rêxistinbûneke xurt pêkan e. Bi rêxistinbûneke xurt, civak hem dikare li ber hemû zor û zehmetiyan têbikoşe hem jî dikare jiyaneke azad û demokratîk ava bike.”

‘Azadiya civakê girêdayî azadiya jinan e’

Gerîlaya HPJ’ê Arjîn Niştiman, li ser erk û berpirsyariyên jinan jî axivî û ev tişt got: “Em jin pêwîst e ji koka xwe, ji dîroka xwe hêzê bigirin û bi rola xwe ya dîrokî rabibin. Çawa ku jiyan bi destê jinan ava bû û bi pêş de çû, ew ê rizgarbûna wê ji pergalê zilamsalar jî dîsa bi destê jinan pêk bê. Em dizanin ku rol û mîsyona me hem di vê pêvajoyê dê hem jî di hemû dîrokê de stratejîk e. Rêber Apo dibêje, ’Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe!’Ji ber ku azadiya civakê jî girêdayê azadiya jinan e, erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan. Li ser van esasan li hember pergala modernîteya kapîtalîst û bi taybet jî li hember dewleta Îranê bi pêşengiya jinan rêxistinbûneke xurt ava bikin û li dijî polîtîkayên qirêj ên bi her awayî bêyî sekin têbikoşin. Ji ber ku ji bo me jinan ji xeynê berxwedan, birêxistinbûn û tekoşînê rêyeke din nîne. Ji bo hemû mafên xwe yên rewa û jiyaneke azad, hewildanên me wê bibin asasê serketinê.”

‘Jin Jiyan Azadî bû bingeha serhildanê’

Gerîla Niştiman anî ziman ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî‘, felsefe û îdeolojiya jiyana azad e û got: “Rêber Apo, dema ku îdeolojiyeke bi vî rengî bi pêş xist, diyalektîka di navbera jin, jiyan û azadiyê de dît û ev di têkoşîna azadiyê de kir esasê herî giring. Îro li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ev şiar yanê ev îdeolojî bûye bingeha vê serhildanê. Ev rastî dide diyarkirin ku gelên vê herêmê têkiliya di navbera cewhera mirovahî û vê îdelojiyê de ferq kir û vê îdeolojiyê ji xwe re kir bingeh û dest bi têkoşîneke geş û gur kir.  Ev pêngav, li hember dewleta Îranê bû pêngaveke wisa ku niha Îran ji kokên xwe diheje. Ji bo ku ev serhildan bi encam bibe pêwîst e têkoşîn her roj berfirehtir û mezintir bibe.”

Banga xurtkirina têkoşînê

Gerîlaya HPJ’ê Arjîn Niştiman diyar kir ku ew weke gerîlayên HPJ’ê, piştgiriya kampanyaya ku KJAR’ê da destpêkirin, dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê jinên kurd, fars, ereb, azerî û belûc li derdora ronahiya îdeolojiya rizgariya jinan kom bibin û bi perspektîfên vê kampanyê li ser rêya azadiyê bimeşîn. Bangawaziyê min ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ew e ku bi îradeyeke ji pola berxwedan û tekoşîna xwe xurttir bikin, mafê xwe ya parastina cewherî bi kar bînin û heta ku ev serhildan bi serkeftinê tacîdar nebe tu car ranewestin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar