Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar çiye? Li ser wan tecrîdekk çawa tê meşandin? Ev zêdetirî 600 roj, ango 43 meh in li Zîndana tarî û veşartî ya Îmraliyê çi diqewime kes nizane. Li gorî hiqûqa navneteweyî tişta ku dewleta tirk dike sûcê li dijî mirovahiyê ye. Lê ji ber ew jî şirîkê vî sûcên giran e, bêdeng dimîne û çavê xwe ji van sûcan re digre.
Rewşa li Îmraliyê di lîteratura hiqûqa navneteweyî de weke “in-communicado” (ÎNKOMUNÎKADO) tê binavkirin. Ango kesekî ku di hucreyê de tê ragirtin û tu têkilî pê re nîne. Rêber Apo, tevî girtiyên din, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, li Girtîgeha Îmraliyê di vê rewşê de ne. Rêber Apo, herî dawî 25’ê adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Mehmet Ocalan bi xwe jî dibêje wî tiştek ji vê hevdîtinê fam nekiriye.
Têkoşîna li dijî vê rewşê di qada netewî û navnetewî de li her berdewam dike. Parêzerên Rêber Apo û malbatên girtiyan, hema bêje her hefte ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Vê rewşa kambax li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê gelek Baro, parêzer, kesayetên naskirî û nuneren saziyan jî xist hereketê û hişt ku serî li Wezareta Dadê ya dewleta tirk bidin, da ku biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.
Lê belê ev serlêdan an bêbersiv man, an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya bêsedem hatin redkirin. Li hemberî vê pergala qirkirin û êşkenceyê ne tenê gelê kurd, li seranserî cîhanê akademîsyen, rewşenbîr, fîzîlof, parêzer, hiqûqnas, sendîqevan û kesayetên naskirî li ser piya ne. Di qada neteweyî û navneteweyî kurd û dostên wan li dijî vê tecrîda mutleq têdikoşinê mezin dikin. herê dawî di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate despêkirin. Pêngav, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi awayekî hemwext û di heman rojê de li 74 welatan hate ragihandin. Ev di dirokê de yekem bû ku ji bo kesayetekî di qada navneteweyî di vê astê de tevgerek bê bi rêxistinkirin. Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî” salek li pey xwe hişt.
Bêgaman di nava salekê de di çarçoveya pêngavê de ji meş û mîtîngan heta konferans û panêlan, çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. 69 xelatgirên Nobelê di çarçoveya pêngavê de ji Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re name şandin. Cara ewil ewqas kesayetên naskirî ji bo kesekî dikevin hereketê. Van kesan nameyek ji serokkomarê tirk Tayîp Erdogan re jî rê kirin. Her çendî ji bo van nameyan bersiv hebin jî, li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê gavên berbiçav nehatin avêtin. Ango muxatabên nameyan nikarîn li dijî hêza Gladyo ya ku pergala li Îmraliyê rêxistindike û bi rêve dibe bibin xwedî hêz. Li himberî vê edaletiyê, ji saziyên hiqûqên yên navneteweyî zêdetirî hezar û 500 parêzer, ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Edaletê ya tirk dan. Ev jî aşkere dike ku li dijî siyaseta pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêngava ku hatiye despêkirin hêdî hêdî dibe gerdunî.
Di qadên cûda ên civakê de li himberî vê pergala bêxêr û dijmirovî îradeyek derdikeve holê. Bi taybet bandora kesayetên navneteweyî di vir de diyarkere. Li ser vê yekê li bendê bû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di civîna xwe ya 17-19’ê Îlonê de mijarê binirxîne û bigiheje biryarekê.
Lê tevî hemû rastî li holê ye jî di civînê de hiqûqa navneteweyî kirin qurbanî hesabên xwe yên şexsî. Li şûna li dijî vê rewşa ku êdî hemû cîhanê aciz dike biryarek erênî bide, bang li dewleta tirk kir ku qanûnên xwe de sererastkirinek çêke. Ev biryara weke pêkenok ne tenê ji aliyê gelê kurd tenê, ji aliyê hemû kesên alîgirên edalet, azadî û demokrasiyê jî aciziyek mezin da avakirin.
Lewma kesayetên naskirî yên pêşengiyê ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dikin, di salvegera pêngavê de xwe ji bo xurtkirin pêngavê û rêze çalakiyên xurt amade dikin. Di çarçoveya pêngavê de wê ji 1’ê cotmehê heya 12’ê cotmehê li gelek welatên cûda çalakî werin lidarxistin. Pêşengên pêngavê vê pêvajoya çalakiyan weke xwedî derketina li mirovahiyê pênase dikin. Wê di çalakiyan de pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê were teşhîrkirin. Gel vê wê bi komxebat, semîner, panel, û çakayên cûr be cûr li ser armanca vê pergalê û zirarê dide qiqûna navneteweyî xebat bên meşandin. Bi taybet bêhelwestiya saziyên hiqûqî yên navnetweyî li hemberî vê pergala qirkirinê wê bê teşîrkirin û şermezarkirin. Pêşengên pêngavê bang li herkesî dikin ku ji bo xwedî li hebûna xwe derkevin beşdarî çalakiyan bibin.
Bêguman wê asta beşdariya çalakiyên ku di çarçoveya pêngavê de tên li darxistin nexşerêya li dijî pergala tecrîdê jî derxe holê. Jixwe di nava salekê de me dît. Li seranserî cîhanê gel çawa xwedî li Rêber Apo derket. Wê di duyemîn saliya pêngavê de wê çalakî li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê bên li darxistin. Wisa diyare ku pêşengên vê pêngavê di vê mijarê de xwedî îdîa û biryardariyek xurt in. Bi vê îdiayê wê ji 1’ê heya 12’ê cotmehê li qadan bin.
Çalakiyên ku wê bên li darxistin ne mumkune ku mirov bikaribe ji rêzê bibîne. Divê bê zanîn ku ev çalakî û asta wan ya beşdariyê wê li ser rewşa ku îro li herêmê jî rûdide jî xwedî bandor be. Ji ber ku pergala di tecrîdê israr dike di haman demê de pergala ku li herêmê per gur dikeye jî. Lewma têkçûna vê pergalê wê gelek bandorên xwe yên erênî hebin.