KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Armanc: Rêber Apo ji bi milyonan mirov neyê kuştin xwe feda kir

Fermandar Hakî Armanc anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan beşek ji komploya nevdewletî ye û wiha got: "Armanca komplogeran ew bû ku gelan bi hevre dayîna qetilkirin bû, lê Rêbe Apo ev komplo bi sekn û felsefeya xwe ev armanc vala derxist. Ji bo bi milyonan mirov neyê kuştin xwe feda kir."

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc li ser rewşa siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê ji Radyoya Dengê Gel re axivî.

Hakî Armanc destpêkê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li zindanan silav kir û got: “Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo 25 sal in dewam dike. Armanc ji komployê çi bû, dixwestin bi komployê çi bikin? Teqez armancên mezin ên vê komployê hebûn. Ji destpêka têkoşînê û vir ve Rêber Apo aliyên tarî yên sîstema modernîteya kapîtalîst, rastiya wê, metirsiya wê li ser civakê û gelên azadîxwaz her tim kifş kir. Ne tenê kifş kir her wiha li dijî wê têkoşiya, bû hêvî ji gelên azadîxwaz, berxwedêr û bindestan re. Ji ber vê yekê kurdên xayîn û noker jî tevlî vê komployê bûn. Armanc ji komploya navneteweyî jiholêrakirina Rêber Apo, tunekirina ji aliyê fîzîkî û bi şerê navbera gelê kurd û tirk re kûrkirina şerê herêmî bû. Rêber Apo ev yek di destpêka komployê de dît û fêhm kir.

Ji ber vê yekê di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Ji ber ku xetere hebû. Amadekarî hatin kirin. Ne tenê dewleta tirk, her wiha hêzên herêmî û navneteweyî jî bi êrîşa li ser Sûriyeyê dixwestin şerekî bidin destpêkirin. Dibe ku li wê derê bi milyonan mirov bihatina kuştin. Rêber Apo ev yek qebûl nekir û xwe feda kir. Ji bo gel zerarê nebîne, ji bo gef li gel neyê xwarin, neyê kuştin mîna her carê bi rengekî hestewarî tevgeriya. Ji destpêka têkoşînê û vir ve ev yek her tim ji xwe re kir esas. Diviyabû kuştin nebe, pirsgirêkên kurd û Kurdistanê divê bi rêbazên demokratîk û aştiyane bêne çareserkirin. Ev yek her tim daxwaza bingehîn a Rêbertî bû. Rêbertî çû Ewropa û Rûsyayê, di encamê de jî li Kenyayê 15’ê Sibatê komplo lê hate kirin. Rêbertî bi xwînsarî nêzî komployê bû.

Li gel hemû kiryarên neexlaqî yên tîma taybet a dewleta tirk Rêbertî bi xwînsarî nêzîk bû û bal kişand ser armanca komployê. Bi vî rengî komplo di pratîkê de pûç kir, pêşî lê girt. Di pêvajoya komployê de, weke ku tê zanîn gelê me yê welatparêz, kadroyên tevgera me, sempatîzan û dostan bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ketin nava çalakiyê. Xwe şewitandin, çalakiyên fedaî kirin û li dora Rêber Apo civiyan. Heta niha bi milyonan mirovî ji bo têkbirina vê komployê û pûçkirina wê têkoşîneke mezin kirin.”

‘Tecrîda girankirî nîşan dide ku hêzên serwer çiqasî ji Rêbertî ditirsin’

Armanc destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan salên dawî veguheriye îşkenceyê û got: “Ev yek jî nîşan dide ku hêzên serwer çiqasî ji Rêbertî ditirsin. Axaftina Rêbertî bi xwe jî li hemberî xwe weke metirsiyê dibînin. Haya van hêzan jê heye ku polîtîkayên wan ên li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê xitimî ne. Lewma di polîtîkaya tecrîdê de israr dikin. Ev tecrîda ku veguheriye îşkenceyê ne tenê polîtîkaya şerê taybet a dewleta tirk a faşîst e. Parçeyek ji vê komployê ye ku hêzên navneteweyî, herêmî û nokerên kurd jî di nav de ne. Em zanin ku dijminê me wê vê bike, ji ber ku Rêber Apo ji sekna xwe tawîz neda. Di nava 25 salên dawî de li hemberî komplogeran di nava şert û mercên herî giran de têdikoşe. Rêber Apo li gel êrîşan hemûyan jî dest jê berneda, bi sekneke bi rûmet paşve gav neavêt.

Bêguman dema dawî gelê me li her parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê, li tevahiya cihanê li ser piyan e. Ne tenê gelê kurd, her wiha dostên kurdan jî li ser piyan e, li ber xwe didin. Dema dawî hîn bêhtir dostên kurdan, biyanî felsefe û fikrê Rêber Apo dipejirînin. Li ser vê bingehê têdikoşin û li dijî komployê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gelek welatan ev têkoşîn bi rengekî girseyî tê kirin. Tevî gelê kurd têdikoşin. Eger derdorên biyanî Rêber Apo ewqasî fêhm dikin û wî weke hêviyeke azadiyê dibînin, hingî gelê kurd divê hîn bêhtir fêhm bike û xwedî lê derkeve.”

Gerîla bi çalakiyên xwe hêza teknîkê ya dijmin têk dibe’

Hakî Armanc di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla û diyar kir ku di nava çend salên dawî de dijmin di serî de li Bakur li gelek qadên Kurdistanê bênavber êrîşan dike. Hakî Armanc got: “Dijmin her demsalê operasyonan dike. Dewleta tirk a dagirker ji gerîlayên Bakur gelekî ditirse. Li Bakur gerîlayek bi tenê jî bimîne tirs dikeve dilê dijmin. Ji ber ku gerîlayên Kurdistanê hêviya azadiyê ne. Hêviya civaka me û gelê me ye. Bi salan e tirs berdane dilê artêşa tirk ji ber vê yekê jî çalakî bênavber dewam dikin. Gerîla bi çalakiyên xwe hêza teknîkê ya dijmin têk dibe.”

Armanc di şexsê Axîn Mûş û 3 gerîlayên pê re şehîd bûn, şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û anî ziman ku yek ji şehadetên giran ên sala dawî şehadeta Axîn Mûş bû, ku fermandarê fedaiyan bû.

‘Têkoşîna gerîla moral û psîkolojiya artêşa tirk xera kiriye’

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc berxwedana li Şehîd Doxan, Girê Cûdî, Girê Şehîd Mazlûm û Girê Amediyê silav kir û got: “Çend salên dawî gerîla bi berxwedana xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê gav bi gav nirx afirand. Berxwedana li dijî dijmin hîn jî dewam dike. Encamên berxwedanê her roj bi gelê xwe, bi raya giştî re parve dikin. Têkoşîneke mezin heye. Dijmin êrîşên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla di sala 2021’ê de li Garê da destpêkirin. Di sala 2022’an de xwest temamiya başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê belê bi rastî jî berxwedaneke mezin a gerîla heye. Hevalên li refên herî pêş ên şer cih digirin dibêjin ku moral û psîkolojiya artêşa tirk xera bûye. Dijmin ê nikare berxwedana gerîla bişikîne serî li rêbazên bêexlaq dide. Bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamê bi dest bixe. Tevî vê yekê jî her roj bi dehan leşkerên dijmin ji aliyê gerîla ve têne cezakirin. Dewleta tirk bi artêşa xwe, bi derfetên xwe, bi çete û kontrayên xwe êrîş dike, lê nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe.

Dijmin di vê pêvajoyê de ji piştgiriya ji PDK’ê werdigire dixwaze wan tevlî vî şerî bike. PDK ji xwe demeke dirêj e di nava vî şerî de ye. PDK dema dawî êdî hewl dide bi rengekî aşkere tevlî vî şerî bibe. Ji vî alî ve amadekariyan dike. Dixwaze careke din şer bixe nava kurdan. Dewleta tirk bi israr li ser vê disekine. Hin hêzên PDK’yî jî vê polîtîkaya dewleta tirk dimeşînin. Têkildarî vê yekê tevgera me gelek caran daxuyanî da. Haya raya giştî ya kurd ji vê yekê heye. Lê belê metirsî heye ku ev yek di rojên bê de veguhere şerekî. Her kes dibîne ku PDK hevkariyê bi dewleta tirk re dike. Li qada şer ev rewş hîn bêhtir tê dîtin. Li gorî vê yekê jî heval di nava amadekariyê de ne.

Em naxwazin di navbera kurdan de şerek biqewime. Fermandariya me, rêveberiya tevgera me têkildarî vê yekê gelek caran bang kir. Ya rast me fedakarî û sebreke mezin nîşan dan. Em bi zor û zehmetiyên hevalên xwe zanin. Ji ber vê yekê jî rêveberiya me û fermandariya me bi baldarî tevgeriyan. Bêguman em ê vê sekna xwe heta dawiyê dewam bikin. Em perspektîfên Rêberê xwe, rêveberiya tevgera xwe ji xwe re dikin esas. Eger rewşeke cuda biqewime em ji vê re jî amade ne. Yanî me tedbîrên xwe wergirtine. Rewşa li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vî rengî ye. Hem şerê li tunelan hem jî berxwedêrên li tunelên şer li ber xwe didin amadekariyên xwe kirine, tîmên nîv bi tevger jî tedbîrên pêwîst wergirtine. Dema ku çalakiyê dikin wê xwe biparêzin. Bi tecrûbeya salan em dikarin bibêjin ku hevalên me hemû li ser wezîfeya xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar