Ji sala 2011’an vir ve şerekî qirêj û her ewqas jî ji bo gelan şerekî bi wate li Sûriyeyê tê meşandin. Di vê sedsala 21’emîn de cara yekem e ku ewqas hêzên navnetewî ji bo ku di vê herêma wisa biçûk de bibin xwedî gotin hêzên xwe kirin yek û bi navê koalîsyonê tevgeriyan. Lê li rexmî şerê tê meşandin û dek û dolabên tên lîstin gelê herêmê bi bedelên mezin hin destkeftin bi dest xistine. Ji ber ku şer bi dawî nebûye û herêm aram nebûye lîstikên tên meşandin jî berdewam dikin. Bi taybetî piştî daxuyaniya Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump a der barê vekişandina leşkerên amerîkî ji Sûriyeyê şûn ve reng û dengê hin lîstikên qirêj hîn baştir hat bihîstin.
Dewleta tirk ji destpêkê ve naxwaze li herêmê aramî çêbibe û gelê herêmê bi xwe qedera xwe tayîn bike. Bi rê û rêbazên qirêj piştgirî da çeteyên ku li herêmê komkujiyan pêk tînin. Her çiqas ev kiryarên dewleta Erdogan ji hêla hêzên navneteweyî ve bên dîtin jî li dijî Tirkiyeyê tu helwestek wisa cidî nehat nîşandan. Dewleta tirk di mijara Sûriyeyê de hem Amerîka û hem jî Rûsyayê dixapîne. Tirkiye bi xwe di nav hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ û çeteyên li herêmê terorê pêk tîne de ye lê li rexmî vê jî dewleta tirk bi xwe alîkariyê dide çeteyan û li hemberî vê yekê hêzên koalîsyonê bêdeng dimînin.
Tirkiye di her firsendê de dibêje ‘ez li dijî rejîma Esad im, pêwîst e ev rejîm bê hilweşandin’. Lê di heman demê de dewleta tirk di koalîsyona Rûsya û Îranê ya ku alîgirê rejîmê ye de jî cihê xwe digire. Bêguman gelek hêzên mezin dixwazin xwe bi rêya Tirkiye li herêmê bikin xwedî hêz. Lê ev daxwaza wan ku dihêle çavê xwe ji tirkan re bigirin, dibe sedem ku komkujiyên tirk li herêmê pêk tînin jî nebînin. Mînaka herî berbiçav di vê mijarê de Efrîn e. Rûsan li rexmî dizanî dê tirk li Efrînê komkujî û talanê pêk bîne, dîsa jî destûr da ku tirk têkevin Efrînê. Niha jî dewlata tirk ku di komkujiyan de Rûsyayê ji xwe re kiriye şirîk ji bo êrîşî rojavayê Firatê bike li Rûsyayê di nav hewldanan de ye. Lewma hevdîtinên qirêj ên li Moskovê tên kirin girîng in ku mirov bişopîne.
Hefteya borî heyeteke tirk li Moskovê bi gelek aliyên cuda re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu û şêwirmendê Erdogan Îbrahîm Kalin di daxuyaniyên ku di demên cuda de dan gotin ku; ‘hevdîtinên me bi rejîma Sûriyeyê re di asta îstixbarî de hene’ û Erdogan jî ev piştrat kir.
Piştî van hevdîtinên û daxuyaniyên pêşketin li Moskovê di vê hefteyê de jî bi awayekî veşarî heyeteke tirk a leşkerî û ji endamên MÎT’ê hat Moskovê. Li gorî agahiyên ku min ji hin aliyên siyasî yên ku van hevdîtina ji nêz ve dişopînin girt, dibe ku hevdîtin tenê bi aliyên Rûsyayê re nebin. Daxwaza Rûsyayê ew e ku li Moskovê rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê bîne cem hev. Daxuyaniyên ji hêla tirkan ve hatine dayîn ev daxwaza Rûsyayê jî piştrast dike. Di heman demê de van rojan dê Moskov ji hin endamên ENSK’ê re jî mazûbaniyê bike. Sedama hatinê qaşo rêvebirê ENSK’ê ji bo Pêşmergeyên Roj in.
Peşmergên Roj projeya Amerîka, dewleta tirk û PDK’ê ye. Lewma tirk dixwazin ji bo rojavayê Firatê di nav planên wan de peşmergeyên roj hebe. Bi vî rengî dê bi destê PDK’ê çawa li başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe dide meşandin di heman demê de li Rojava jî dixwaze heman tiştî bike. Dîsa hevkariya bi peşmergeyên roj re wê tirk bixwazin peyama em bi kurdan re ewlekariya herêmê diparêzin bide Amerîka û hêzên koalîsyona navneteweyî. Lê Rûsya çima vê qebûl dike. Li gor nîqaşên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derbas dibin, armanca Rûsyayê ew e ku rejîmê û tirkan li hev bîne û bi vî rengî hêzeke hevbeş li herêma tampon bi cîh bike. Li ser sînorê rojava û başûrê Kurdistanê jî peşmergeyan bi cîh bike. Bi vî rengî hem wê xwe ji kurdan dûr neke û hem jî wê rejîm û tirkan li hev bîne. Lê ev hemû xewn û xeyal in. Ji ber ku rastiya li herêmê tê jiyîn tu carî destûr nade ku planên wisa qirêj têkevin meriyetê.
Di cewherê xwe de di van demên dawî de Rûsya û dewleta tirk xwe pir nêzî hev dikin. Armanca Rûsyayê ew e ku di navbera rejîma Esad û Tirkiyeyê de mîna berê mutabaqada Edeneyê ya li ser dijberiya PKK’ê hatibû avakirin ji nû ve aktîf bikin. Dîsa rûs dixwazin herêmên ku Amerîka jê derkeve rejîm têkevê. Ji bo vê jî terora tirkan wek tehdîtekê li ser kurdên azadîxwaz ferz bike.
Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê ve di qada nevneteweyî de qetilkirina kurdan rewa dike. Ji bo di operasyoneke dewleta tirk a li dijî rojavayê Firatê û komkujiyên ku wê pêk bînin de hevkariya dewlata tirk û PDK’ê jî girîng e. Çawa Rûsya ji bo tirk bi rejîmê re rûnên û di kesayeta tirkan de (ku dewleta tirk di heman demê de endamê hêza koalîsyona nevneteweyî ye) rejîma Esad rewa bike, ji van komkujiyên Tirkiyeyê re çavên xwe digire. PDK jî ji bo bêbextî, rûreşî û hevkariya xwe ya bi dijminê kurdan re binixumîne komkujiyên tirkan ên li ser kurdan rewa dibîne.