Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Armanc tunekirina gelê kurd e’

Pêşmergeyên Dêrîn yên Hewlêrê diyarkirin ku PKK'ê hertim helwesta xwe ya mirovî û şoreşgerî ji bo aştiyê nîşan daye, lê Tirkiye hertim dijî vê şer hilbijartiye. Pêşmergeyan gotin; “Armanca dewleta tirk tunekirina gelê kurde.”

Piştî karesata erdhejê 2 rojan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir. Li ser banga KCK’ê, Navenda Fermandariya NPG’ê biryara rawestandina çalakiyan girt ku heta dijmin êrîş neke çalakî nayên li darxistin.

Tevî biryara rawestandina çalakiyan jî dewleta tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe ve, rojane bi dehan caran qadên Berxwedanê bombebaran û kîmyabaran dike. Dewleta tirk a dagirker li şûna ku hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirin û çareserkirina birînên erdhejê yên welatiyên xwe bikarbîne, di şerê li dijî gelê kurd de ji bo tunekirina gelê kurd bikartîne.

Derbarê mijarê de Pêşmergeyên Dêrîn ên Hewlêrê axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Goran Celal destpêkê axivî û da zanîn ku ev ne cara yekeme KCK pêşengtiyê ji aştiyê re dike, lê dewleta tirk tu carî pêşwazî li van bangên aştiyane nekiriye û hertim şer hilbijartiye. Celal destnîşankir ku diviyabû Tirkiye pêşengtiya KCK’ê ya ji bo aştiyê pejirandiba û wiha pêde çû; “Rawestandina şer ya ji aliyê KCK’ê ve nîşana aştîxwaziyê ya vê hêza kurdî ya dijî şer derxist holê. Ev biryar di demek wisan de hatiye girtin, dewleta tirk êrîşî rojava û başûrê Kurdistanê dike, divê Tirkiye rêya aştiyê hilbijêre.”

Pêşmergeyek Dêrîn yê bi navê Serbaz Ebdula jî li ser heman mijarê axivî, Serbaz got ku rawestandina çalakiyên leşkerî ya ji aliyê KCK’ê ve, helwestek şoreşgerî ya ji bo aştiyê ye. Pêşmerge Serbaz wiha dom dike; “Lê dewleta tirk vê daxwaza aştiyê red dike û şer hilbijartiye. Rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK’ê karek mirovî ye, lê dewleta tirk bê navber li rojava û başûrê Kurdistanê êrîşî gelê kurd dike.”

Dawiya axaftina xwe de jî Pêşmergeyê Dêrîn Serbaz dibêje; “Armanca dewleta tirk ya li hemberî gelê kurd ne paqije, ji ber ku armanca dewleta tirk tenê tunekirina gelê kurde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar