Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

 Armanc û êrîş mezin e, divê berxwedan jî mezin be

Hukûmeta AKP’ê bi hevkarê xwe MHP’ê re li ser plan-projeyeke mezin êrişî Başur, Şengal, Rojava dike. Di vê plana êrişkarî û dagirkerî de çend armancên sereke hene.

Dixwaze sudê ji aloziyên Rojhilatanavîn û şerê di navbera Rusya, Ukrayna û NATO’yê de bigre û armancên xwe yên Osmanîtiya nû pêk bîne.

Divê armanca mezin de serî de dixwaze li dû armanca “mîsak-î mîlî” Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û bi xwe ve girêbide.

Pêdiviyên xwe û dewletên Ewrûpa yên sotemeniyê û xazê ji herêmên Kurdistanê pêkbîne, dest dane ser hemû heyînên kurdan. Bi van destkeftiyan  qeyrana aboriya dewleta xwe ji holê rake.

Statuya Başûr, deskeftiyên Şengalê û Rojava jî ji holê rake.

Dixwaze serkeftina şer de xwe wekî lehengê demê nîşan bide û hilbijartinan de dîsa aliyên oldar û neteweperest li dora xwe kom bike, dengên wan bigire û desthilatdariya xwe misoger bike.

Li Bakur jî eger bikare HDP’ê bide girtin. Bi Doza Kobanê û girtina HDP’ê jimarek mezin siyasetmedarên kurd tasfiye bike. Dengê girseya kurd, demokratan, sosyalîstan kedkar û karkeran, jinan û dijberên serê xwe ne tewîne qut bike.

Qaşo pirsgirêka kurd wekî mînaka li Çiyayê Agirî binax bike û ser wî beton bike.

Di heman demê de di çarçoveya bîrdoziya yek dewlet, yek al, yek ziman, yek netew, yek dîn û yek mezhep de desthilatdariya yekzilamî û faşîzmê bide rûnuştandin û misogerkirin.

Bê guman di serî de dixwaze li Başûr, li Rojava hinek hêzên kurd ji xwe re bike hevkar û kurdan bîne himberê hev. Lewaz bike û pişt re jî yek bi yek ji holê rake.

Dibe ku eger bi lez serkeftinê bi dest nexe, şerî wek hêncet nîşan bide û rewşa awarte îlan bike û wisa biçe hilbijartinê an jî hilbijartinê paş de bide.

Ji her alî ve xuya ye, armanc û êriş mezin e. Gelê kurd û gelên herêmê bi belayeke mezin re rû bi rû ne.

Pêwîst e gelê kurd, dostên wan, sosyalîst, demokrat, karker-karmend, jin, ciwan, ronakbîr, hunermend, saziyên demokratîk û hemû kesên xwedî wijdan û mirovhez vê rastiyê bibine. Gorî vê rewşê dereng nemîne. Bikeve nava tevgerê û helwesta xwe zelal bike.

Wekî din, hewcehî bi plansaziyeke domdirêj û çalakiyên meşrû û demokratîk hene.

Divê gelê kurd li hemû aliyên cîhanê û welat bi hestên neteweyî bi lezgînî bikeve nava tevgerê û berxwedanê.

Bê navber bi çalakiyan dengê xwe bigîhînîn her aliyê welat û cîhanê. Her wisa partiyên siyasî jî yekitiyek neteweyî pêkbînin, rista xwe ya pêşengtî bileyzin û bibin bersiv ji demê re.

Kî neyê yekitiyê û dijber derkeve, an jî hevkariya dagirkeran bike, divê li himberî wî hewl bê dayîn ku ji rêya şaş bê vegerandin.  Eger li ser xeta şaş israr bike, divê her kes di raya giştî de bi vekirî helwesteke tund nîşan bide û wî teşîr bike.

Di vî warî de, helwesta partiyên siyasî, saziyên demokratik, ronakbîr, hunermend û gelê kurdê Başûr girîng e. Divê vê di mijarê de helwesteke zelal û berxwedanek tund bê diyarkirin. Destkeftiyên sed salan bi xwînê hatine desxistin dibin talukeyeke mezin de ye.

Di heman demê de pêşeroja gelê kurd û deskeftiyên wan bi giştî di bin xeteriyê de ne. Çavê gelê kurd li ser helwesta gelê me yê Başûr e. Helwestek baş dê moralekê mezin biafrîne.

Dem êdî ne tenê dema dua, gotin an jî daxuyaniyekê ye. Dem dema hemû cureyîn têkoşîna meşrû û demokratik pêşxistin e. Dema yekîtî û dîplomasiyê ye. Divê ji heft salî heta heftê salî herkes bi giyana seferberî tevlî têkoşîn û berxwedanê bibe. Da ku em sedsala bîst û yekan bikîn sedsala azadî, demokrasi û aşitiya kurdan û gelên Rojhilatanavîn.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar