Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Armanc û sedema operasyona Dêrazorê çeteyên tirk û Şamê, DAIŞ e!

HSD’ê li ser daxwaza eşîr û rûsipiyên herêma Dêrazorê, li dijî DAIŞ û çeteyên sûc ên organîzeyî “Operasyona Ewlehiyê” da destpêkirin. Îro ev operasyon di roja 9'emîn de dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 27’ê tebaxa 2023’an bi sernavê “Li herêma Dêrazorê li dijî gel û rûspiyan, êrîşên terorê yên DAIŞ’ê tên kirin” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civîna dawî ya di navbera HSD û rûspiyên eşîran û şêxan hate kirin, daxwaz û nêrînên gel hatin girtin ji bo ku hucreyên terorîst bên şopandin û çavkaniyên wan bên tunekirin. Li ser vê bingehê di çarçoveya ku wezîfeyên me yên leşkerî, neteweyî û exlaqî bên bicihanîn de, hêzên me bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî îşev di derdora saet 20.00’an de di serî de herêma Dêrazorê li çeperê rojhilatê Firatê ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ da destpêkirin.”

HSD’ê bi vê daxuyaniya xwe ragihand ku operasyona li dijî hucreyên DAIŞ’ê û piştevanên wê destpê kiriye.

Operasyona ku 27’ê tebaxê destpê kir û ji aliyê HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi rengekî koordîneyî tê meşandin, di roja 9’emîn de ye. Di operasyonê de heta niha zêdeyî 50 sûcdarên ku endamên DAIŞ’ê û rêxistinên sûc ên organîzeyî ne, hatine girtin û bêbandorkirin.

Armanca ewil a operasyonê hucreyên DAIŞ’ê yên veşartîne

Dêrazor ku operasyon lê hat kirin, ji xeynî li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye, ji ber kanên petrolê yên dewlemend jî bajarekî stratejîk e. Bajar di adara 2019’an de bi temamî hate rizgarkirin û ji aliyê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve ku di bin sîwana HSD’ê de ye, tê rêvebirin.

Operasyona ku ji sê aliyan ve destpê kiriye, ji navçeya Sorê ya Dêrazorê bejahiya Bakur, derdora Çemê Firatê, heta herêma Hecîn û Baxozê digire nav xwe. Herêma di navbera Dêrazor û Reqayê jî di çarçoveya operasyonê de ye. Piranî li gundên Şihêl, Îzbe, Buseyra, Ziban, Garanic, Basîra, Tayan, Ebu Hamam, Cedîd Igedat, Cedîd Begara û hwd. şer diqewime.

Armanca esas a operasyona hevpar a HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hucreyên DAIŞ’ê yên veşartî yên ku li Dêrazor û derdora wê bi cih bûne. HSD’ê 23’ê adara 2019’an navçeya Baxozê ya Dêrazorê rizgar kir. Bi vê yekê re DAIŞ’ê kelha xwe ya dawî jî winda kir û rêxistinbûna xwe ya li herêmê bi hucreyên veşartî domand. Çêkerên DAIŞ’ê yên veşartî niha li herêma ku operasyon lê didome, ev demeke zêdeyî 4 salan gelek sivîl û rûspî bi rengekî hovane qetil kirin. Di nava sala 2023’an de ev êrîşên xwe hîn zêdetir kir.

Fermandarê leşkerî Ehmed El Xebil (Ebu Hewla) hat girtin

HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji xeynî hucreyên veşartî li dijî şebekeyên sûc ên organîzeyî û madeyên hişbir jî operasyonê dike. Şebekeyên sûc ên organîzeyî petrol, genim, kel û pelên înşaatê û gelek berhemên din ji Dêrazorê direvandin cihên mîna Bukemalê. Dîsa madeyên ku di çêkirina madeyên hişbir de yên ji cihên mîna Afganistan û Îranê dihatin anîn, dihatin çêkirin li ser Dêrazorê dibirin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Fermandarên leşkerî yên mîna Ehmed El Xebil (Ebu Hewla) ku îspat hebûn ew jî tevlî van sûcan bûye, hatin girtin. Ji ber vê yekê navê ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li operasyonê hat kirin.

‘Şerê me bi çeteyên tirk (DAIŞ) û Şamê re ye’

Piştî ku li Dêrazorê operasyonê destpê kir, hin dijberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev yek weke ‘şerê kurd-ereb’ xistin rojevê û xwestin fitneyê derxin holê. Bi vî rengî xwestin operasyona ku li Dêrazorê bi serkeftî didome, asteng bikin. Lê HSD û gelê herêmê li dijî vê yekê bi tedbîr nêz bûn û ev polîtîka pûç kirin. Hêzên HSD’ê diyar kiribû ku ev operasyon di çarçoveya nêrîna rûspiyên li herêmê de jî dabû destpêkirin.

Piştî gotinên fitneyê gelekî belav bûn, HSD’ê pêwîstî pê dît ku daxuyaniyekê bide. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelek derdor ji sala 2013’an û vir ve hewl didin şerê navbera HSD’ê û DAIŞ’ê weke şerê navbera kurd û ereban nîşan bidin û van polîtîkayên xwe niha jî dewam dike. Di rastiyê de jî di nakokî di navbera gelên kurd û ereb de nîne. Herdu gel salên dûr û dirêj bi hev re dimînin. HSD ispata yekîtiya gelên herêmê bi taybetî jî yekîtiya gelên kurd û ereb e. Ji ber vê yekê jî hêzên bi nêta xerab hewl didin vê yekîtiyê xera bikin û bi hestên gel dilîzin. Şerê heyî di navbera HSD û çeteyên dewleta tirk a dagirker û hin beşên ser bi hêzên hikumeta Şamê de diqewime. Di navbera HSD’ê û eşîrên herêmê de nakokî nîne, em bi eşîran re timî di nava têkiliyê de ne. Fedakariya me ji bo ewlehiya gelên herêmê, ji bo aramî û aştiya herêmê ye. HSD wê ji bo bicihanîna vê mîsyona xwe teredût neke.”

Operasyon bi hevkariya pêkhateyên HSD’ê pêk tê

Hemû hêzên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne cihê xwe di nava operasyona li Dêrazorê de digirin. Ji pêkhateyên hêzên ereb ên HSD’ê, hêza Humat El Cezîre jî hîmê bingehîn ê vê operasyonê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar