Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

‘Armanc veşartina tecawizê ye’

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz  ji bo pêşnûmaya qanûnî ya efûyê ya derbarê ‘destavêtina’ zarokan û zewicandina bi kesê ‘dest avêtiye zarokan re’ got ku armanc sergirtina tecawizê ye

AKP’ê cardin pêşnûmaya derbarê ‘destavêtina zarokan’ xist rojevê. Li gor vê pêşnûmaya navbirî, heger kesê ‘dest avêtiye zarokan’ bi zaroka mexdûr re bizewice dê cezayê wî bê taloqkirin.

Bertekên li hemberî vê pêşnûmayê didomin. Nexasim jî saziyên jinan û hiqûqnas bi hinceta wê bi vê pêşnûmayê re destavêtina li zarokan zêdetir bibe, li ber radibin.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz, pêşnûmaya navbirî nirxand.

Xalên ku AYM’ê betal kiribûn

Nergîz bi bîr xist ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) demek berê du xalan betal kiribûn û wiha got: “Di sûcên zayendî de heger di navbera mexdûr û bersûc de ji 5 salan zêdetir ferq hebûna ceza dihat zêdekirin. Lê belê AYM’ê ev xal betal kiribû. A rast ev efûyeke qismî bû. Yanî ji bo vê hêdî hêdî hin tişt hatibûn kirin. Xala din jî mara dînî ya beriya mara fermî bû. Ev xal zarokan diparast û bi awayekî pêşî li ber zewaca di temenên biçûk de digirt. Lê belê AYM’ê di vî warî de jî bi paş ve gav avêt. Lewra zarokên ku di warê fermî de temenê wan ji bo zewicandinê ne guncav e, li ber mara dînî jî astengiyeke biçûk bû. Lewma pergaleke ku radibe zewaca di temenên biçûk de teşwîq dike û qanûnên rê li ber vê digirin betal dike, nikare bêje ‘ez mafên jinan diparêzim, hewl didim jin û mêr wekhev bin, pêşî li ber şîdeta jinê digirim’. Çimkî zewca di temenên biçûk de rasterast şîdet e, destavêtin e.”

Parêzer Nergîz destnîşan kir ku heger di sûcên destavêtina zarokan de mexdûr û kiryar bizewicin, wê sererastkirina taloqkirin ceza ya navbirî, rîska ji bo zarokên temenê wan 13 û di biniya 13’yan de zêdetir bike.

‘Armanc ser girtina destavêtinê ye’

Di axaftina xwe de Nergîz diyar kir ku zewaca bi kesên destavêtinê kiriye re bi awayekî fîîlî pêk tê û wiha domand: “Gava zarokên 15-18 salî ji bo ducaniyê diçin saziyên tenduristiyê, destavêtin aşkera dibe. Tê famkirin ku ev zarok bi awayekî xeyrî fermî hatine zewicandin û ducanî bûne. Lê belê ev yek di qanûnê de ji bo zarokên 15-18 salî bi ‘gilîkirina’ malbatan ve hatiye girêdan. Heger malbat gilî neke wê ceza neyê birîn. A rast di fîêliyatê de ev zarok tên zewicandin. Yanî ev rewşa ku ji bo zarokên di ser 15 salan re pêk tê, niha bi vê pêşnûmayê tê xwestin ji bo zarokên di biniya 15 salan re jî pêk bê. Em baş dizanin, di gelek dosyeyan de temenên zarokên 14-15 salî yên mexdûr tê mezinkirin. Mixabin di vê yekê de jî bi ser dikevin û bi vê pêşnûmayê re pir aşkera ye ku zarokên di biniya 13 salan re hedef tên girtin. Divê mirov bibîne ku bi vê pêşnûmayê re ser destavêtina zarokên 11-13 salî tê girtin. Necazekirina vê destavêtinê, tê wateya zêdebûna destavêtinê.”

Parêzer Nergîz destnîşan kir ku heger ev pêşnûma bibe qanûn dê di warê mafên zarok û jinan de rageşiyeke mezin çê bibe û wiha got: “Jixwe bertekên saziyên jinan didomin. Lê belê niha li holê pêşnûmayeke berbiçav naxuyê. Heger bertek bi vî awayî bin bawer nakim ev pêşnûme bê qebûlkirin.”

‘Em ê nehêlin’

Her wiha Nergîz da zanîn ku dê parêzvanên mafên jin û zarokan nehêlin pêşnûmaya ku rê li ber zewicandina zarokên mexdûr vedike pêk bê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vî welatî ji bo mafên jin û zarokan neyên binpêkirin û ji dest neçin, jin xwe dikin mertal. Em ê nehêlin ev pêşnûmaya ku rê li ber zewicandina zarokên mexdûr vedike pêk bê.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar