Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Armanca darbeya 12’ê Îlonê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tunekirina kurd û Kurdistanê ye’

Şerîk, destnîşan kir ku hêzên li pişt 12'ê Îlonê û yên li pişt dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê h eman hêz in û wiha got: “Divê bêzanîn ku armanca esasî ya darbeya faşîst a leşkerî mêtingerî ya 12'ê Îlona 1980'yî û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê tunekirina Rêber Apo, PKK û gelê kurd e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî axivî.

Cemal Şerîk bi bîr xist ku 43 sal di ser darbeya faşîst a 12’ê Îlonê re derbas bûn û got: “Dema ku têkiliya navbera azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê hate destnîşankirin, divê têkoşîna li hemberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi rengekî hevgirtî bê nirxandin ku rewşa nû ya darbeya faşîst a mêtinger-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ye.”

Cemal Şerîk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de dîl tê girtin û got: “Di nava van şert û mercan de jî xwe weke mirovê herî azad ê cihanê dibîne. Ev yek di gava destpêkê ya Tevgera Apoyî de jî, di nava şert û mercên darbeya faşîst a leşkerî, mêtingerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de jî bi heman rengî bû. Eger Rêber Apo temsîla pîvanên azadiyê yên rasteqîn di şexsê xwe de şênber nekiribûya, Şoreşa Kurdistanê îro nikarîbû ewqasî bi pêş ve biçûya, Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê bibûya malê tevahiya mirovahiyê.”

‘Hêzên darbeya 12’ê Îlona 1980’yî û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ava kirin heman hêz in’

Ji aliyê azadiyê ve divê mirov têkiliya navbera têkoşîna Rêber Apo ya li dijî darbeya faşîst, leşkerî, mêtinger a 12’ê Îlona 1980’yî û têkoşîna di nava şert û mercên dîlgirtî yê tecrîdê de li ser vê bingehê destnîşan bikin.

Ev şêweyê têgihiştinê wê bike ku têkiliya navbera darbeya 12’ê Îlona 1980’î û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi rengekî rast bê danîn. Lewma hêzên ku di dema destpêkirina Tevgera Apoyî de li ber rabûn, yên ku bi darbeya 12’ê Îlona 1980’yî re xwestin PKK’ê tasfiye bikin û kurdan qirbikin û hêzên ku îro dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê kirin desthilatdar û dixwazin bigihêjin armanca xwe ya dawî, heman hêz in.

Tevgera Apoyî di dema piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê de destpê kir. Yên ku di 12’ê Îlona 1980’yî de darbeya faşîst a leşkerî pêk anîn, xwestin darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê ya ku nîvco mabû, temam bikin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî îro dide ser şopa van darbeyan, li gorî armancên wan tevdigere. Hemû jî ew hêz in ku planên li biryargehên CÎA û NATO’yê hatine amadekirin, bi cih tînin. Divê bi rengekî aşkere bê destnîşankirin ku armanca esasî ya darbeya faşîst a leşkerî mêtingerî ya 12’ê Îlona 1980’yî û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tunekirina Rêber Apo, PKK û gelê kurd e.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman ku van hêzên navborî ji wan hebû ku gihîştine armanca xwe û got: “Li ser vê bingehê êrîşên gelekî giran kirin. Di armanca van êrîşan de jî girtina bi girseyî, îşkence, koçberkirin, şikandina berxwedana PKK’iyan a bi îşkenceyê û teslîmgirtin hebû. Eger ev bi ser bixistibûna wê hingî êrîşên faşîzma 12’ê Îlonê yên li dijî gelê Kurdistanê û PKK’yiyên dîlgirtî bi ser ketibûna. Van êrîşan tenê aliyekî faşîzma 12’ê Îlonê nîşan didan. Ji bilî vê armancên xwe yên cuda jî hebûn. Di destpêka van hedefan de jî Rêber Apo hebû. Rêber Apo demeke kurt beriya darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ji bo amadekariyên têkoşîneke demdirêj derketibû derveyî welat. Ev yek di heman demê de dihate wateya vekirina rêyeke nû ya hilmstandinê ji bo têkoşîna me. Di nava şert û mercên wê demê de bi gelek şoreşger, hêzên demokratîk ên ji Rojhilata Navîn û welatên cuda yên cihanê hatibû têkilî danî. Tevî vê yekê karên rêxistinî jî berfireh kir. Ev yek di heman demê de dihate wê wateyê ku PKK bi her awayî li dijî faşîzma 12’ê Îlonê weke hêzekê hebûna xwe diparêze, bi pêş ve diçe. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji bo karibe armancên xwe yên ji 12’ê Îlonê bi ser bixîne, dest bi êrîşên ji bo tunekirina PKK’ê ya li derveyî welat kir. Armanc ji van êrîşan jî ew bû ku bikin ku Rêber Apo nikaribe bi rola xwe rabe, rêxistiniya PKK’ê belav bike û nikaribe careke din li bakurê Kurdistanê vegere û karê rêxistinî bimeşîne. Lewma planeke êrîşê ya giştî xistibû dewrê. Ji aliyekî ve êrîş li gel dihate kirin, li aliyê din jî li girtiyan û li PKK’yiyên li derveyî welat dihate kirin. Faşîzma 12’ê Îlonê xwest bi van êrîşan encamê bi dest bixe, lê nekarî bigihêje encamê.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku berxwedana herî xurt a li dijî faşîzma 12’ê Îlonê li zindanan destpê kir û got: “Têkoşîna gerîla ya ku berxwedana zindanan dewr wergirt, ev berxwedan gihand serkeftinê. Û vê têkoşînê nehişt ku faşîzma 12’ê Îlonê bigihêje armanca xwe. Di heman demê de derba kuştinê lê xist. Bi vê wesîleyê di salvegereke nû ya 12’ê Îlonê de ji sembolên berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hevrê Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik, her wiha berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê yên ku di nava şert û mercên 12’ê Îlonê de bi berxwedana li zindanan derba herî giran li faşîzma 12’ê Îlonê xistin û têk birin; hevrê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 41’emîn a şehadeta wan de, di heman demê de fermandarê nemir ê Pêngava Gerîla ya Mezin a 15’ê Tebaxê hevrê Mahsûm Korkmaz û di şexsê wî de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Baweriya xwe tînim ziman ku destketiyên mezin ên ku wan bi berxwedana xwe afirandin û dan şoreşa Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê wê hîn bêhtir bi pêş ve biçin.

Di vir de divê bi şênberî bê destnîşankirin ku dema 12’ê Îlonê hînê bi dawî nebûye. Rûpelek nîne ku hatiye girtin. Mîna li her qadê li zindanan jî dewam dike. Mîna wê demê niha jî li dijî dewleta tirk a faşîst, mêtinger û qirker li zindanan têkoşîn dewam dike. Di vê têkoşînê de jî şehîdên mezin têne dayin.

‘Kevneşopiya têkoşîna 12’ê Îlonê divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê mezinkirin’

Êrîşên qirkirina kurdan ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de tê kirin li Kurdistanê û derveyî welat li dijî gelê me bi tundî dewam dikin. Hevrêyên me yên li zindanane hedefa yekser a van êrîşan e. Dikare bê gotin ku yên îro faşîzma 12’ê Îlonê dewam dikin, kevneşopiya dij bi şoreşê bi rengê herî giran dewam dikin. Ji ber vê yekê di salvegereke nû ya 12’ê Îlonê de li dijî zextên faşîst, mêtinger û qirker ên li dijî Rêber Apo, PKK’ê, zindanan û gel têne kirin, divê seknek bê nîşandan û têkoşînek bê kirin. Dema ku têkoşîneke bi vî rengî hate meşandin jî divê neyê jibîrkirin ku hêzên darbeya faşîst, leşkerî, mêtinger a 12’ê Îlona 1980’yî pêk anîn tevî ku têk çûn jî dest ji armancên xwe bernedane. Di vê demê de bi rê û rêbazên cuda êrîşan dewam dikin. Ev êrîş vê demê bi rengê herî giran tê kirin. Naxwe ya ku divê were kirin jî ew e ku divê bê zanîn, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê rewşa herî giran a heyî ya 12’ê Îlonê ye, divê têkoşîna li dijî mêtingerî û faşîzma 12’ê Îlonê dewr bê wergirtin û hîn bêhtir bê xurtkirin.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku ev wezîfe divê bi cih bê anîn û got: “Ji bo vê jî divê li dijî şopdarên 12’ê Îlonê têkoşîn bi rengê herî çalak bê meşandin. Di salvegereke nû ya 12’ê Îlonê de divê ev wezîfe û berpirsyarî bi cih bêne anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar