Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Armanca Erdogan tirsandina gel e’

Ayhan Bîlgen diyar kir ku bi nêzbûna hilbijartinê re hewl tê dayîn ku partiyên siyasî bên krîmînalîzekirin. Li ser gefên Erdogan jî Bîlgen diyar kir ku Erdogan bi zimanê xwe yê gefxur dixwaze muxalefetê bitirsîne lê dê gel serê xwe li ber van gefan netewîne

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Bîlgen mijarên rojevî yên li Tirkiyeyê nirxandin û bal kişand ser gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî HDP’ê. Bîlgen got ku dê gel li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke.

Ayhan Bîlgen di serî de anî ziman ku heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be, divê li hemberî kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin rêz bê girtin û wiha domand: “Ev li gorî exlaqê siyasetê û hurmeta li hemberî îradeya gel e. Di dema ANAP’ê de jî ev tişt hatibû kirin. Lê gel li hemberî van gefan stûyê xwe xwar nekir û bi rêya sindoqên, rê li ber guhertinê vekir.”

Kampanyaya krîmînalîzekirinê

Bîlgen got ku her çiqas partî bikevin pêşbaziyê jî di dawiya dawî de gel biryarê dide û wiha domand: “Dibe ku nêzikatiyên di çarçoveya kampanyayên hilbijartinê de raste rast partiyên siyasî krîmînalîze dikin li gorî armanca kampanyaya wan jî be lê divê hemû siyasetmedar bibînin ku ev hewld, elat ber bi gefekî mezin ve dibe. 6 milyon hilbijêrên ku deng dane HDP’ê, gel in.”

Hilbijêr hedef hatine girtin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser cezayên li Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel hatine birîn û ev nirxandin kir: “Ev ceza tenê li du siyasetmedaran nehatiye birîn. Ev ceza raste rast li hilbijêrên ku ev her du siyasetmedare weke vîna xwe destnîşankirin hatiye birîn. Leyla Guven jî ne tenê ji bo xwe, ji bo aştiya civakî jiyana xwe daniye holê. Ev ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke mezin e. Nedîtina daxwazên Leyla Guven tê wateya cezakirina hemû aştîxwazên li Tirkiyeyê.”

Gefên Erdogan

Di civînê de rojnamegerekî pirsa gefên Erdogan ên dawî yên li ser HDP’ê ji Bîlgen kir. Bîlgen têkildarî mijarê wiha got: “HDP gel e. Di heman demê de ev gef li dijî partiyên muxalefetê ye jî. Ji bo tirsandina wan ev gef tên xwarin. Heke HDP li ser rêyeke şaş be, dê gel li ser sindoqan bersiva vê bide. Em stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser bendewariyên gelê me formulîze dikin. Gel ji me çi dixwaze, em wê dikin. Ji ber ku di demokrasiyan de gel biryarê dide.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar