Di sala 2011’an de gava li Sûriyeyê şerö navxweyî dest pê kir, kurdên ku li ser esasên azadiyê rêya sêyemîn esas girtin û xwe di vî warî de bi rêxistin kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserî îlan kirin. Paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ji hemû gelan re bû çavkaniya îlhamê û hêzên serdest û herêmî jî ji encama ku derket holê aciz bûn. Lêgerîna gelan a azadiyê û jiyana bi hev re herî zêde desthilata AKP’ê aciz kir. Tirkiye ku hewl da ewilî tevgera şoreşê ya bi kantonan li Rojavayê dest pê kir ji holê rake û Esad bikişîne cem xwe, di vê polîtîkaya xwe de bi ser neket. Ji ber vê, li dijî pergala Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya hêzên paramîlîter rasterast dest bi êrişan kir. Tirkiye ku bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişî herêmên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, hê jî êrişên xwe didomîne. Tirkiyeyê peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re kirine jî bin pê kirin û bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişên xwe didomîne.
Piştî hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên di 14-28’ê Gulanê de, qada êrişan hat berfirehkirin. Li hemberî êrişan bêdengiya hêzê navneteweyî jî dide nîşan ku peymanên veşartî hene. Êrişa herî dawî di dema 20’ê Hezîranê de gava Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Astanayê li hev civiyan hat kirin. Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn jî birîndar bû. Di roja êrîş de Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî li Enqereyê hevdîtin kirin û civiyan. Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku berê ji MÎT’e berpirsîyar bû, jî amade bû.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce êrîşên dewleta tirk, hevdîtina Astanayê û bêdengiya welatên navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
‘Ne gihîştın armanca xwe’
Xoce bibîr xist ku dewleta tirk ne cara yekem e êrişê Rojavayê Kurdistanê dike û wiha got: “Faşîzma tirkî ji dema ku komar hatiye îlankirin her tim rengekî hovane êrişî ser gelê kurd dikir. Hebûna gelê kurd, çanda gelê kurd li ber çav negirt. Ji bo wê her dem siyaseta qirkirinê berdewam dike. Tê zanîn, piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê dewleta tirk bi rengekî tundî bi destê çeteyan êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. Piştî ku di 2014’an de konton hatin avakirin û Rêveberiya Xweser hat îlankirin doza êrişan hat zêdekirin. Êdî DAIŞ derbasî Rojavayê kir. Gelek bajar hatin dagirkirin û berê xwe dan Kobanê. Dizanibûn Kobanê ji bo gelê kurd çi ye. Erdogan digot ‘Kobanê ha ket ha ket.’ Piştî Kobanê rizgar bû planên wan têk çûn. Dewleta tirk piştî vê rengekî qirêj artêşa xwa derbasî Rojavayê Kurdistanê kir. Ji 2018’an şûn de Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî dagir kirin. Hewl dida ku şoreşê têk bibin lê negihîştin armanca xwe. Artêşa xwe derbas kirin, lê ew dîsa jî rihet nebûn. Îradeya ku li rojavayê Kurdistanê heye, şoreşa ku dest pê kiriye êdî, bi rengekî Rojavayê fireh kir. Wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe jiyanek afirandin. Çi ereb, çi suryan, tirkmen, çerkez, kurd ferq tune, yekîtiyek hat çêkirin. Ji bo wê dewleta tirk a faşîst rê hatinê nade.”
‘Armanc nûkirina Lozanê ye’
Xoce destnîşan kir ku armanca êrişan îradeya gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Xwestin xweserîyê têk bibin. Bi ser neketin. Vê carê kesên têkoşer, naskirî, welatparêz bi rojan hedef tên girtin. Bi balafirên bê mirov kesên sivîl şehîd dixin. Bi tankan, topan êrîş dikin. Dixwazin îradeya hebûna gelê kurd ji holê rakin. Armanca êrişan projeya Civaka Demokratîk e. Ev proje ji bo hemû gelan hêvî ye. Projeya demokratîk ji bo xwe wekî tirs dibîne. Rêveberîya Xweser got dibe endamê DAIŞ werin darizandin. Piştî daxuyaniyê êrîş hatin zêdekirin. Di meha Gulanê de li Tirkî û bajarê Kurdistanê hilbijartin çêbûn.
Wê demê doza êrişan hinekî kêm bûbû. Piştî ku Erdogan bi ser ket dîsa doza êrişan zêde bû. Du roj berê kesên siyasetmedar hedef hatin girtin. Hevserokên Kantona Qamişlo rastî êrişan hatin. 3 kesên rêveber şehîd ketin. Faşîzma Erdogan naxwaze gel xwe bi rê ve bibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê rojane êrişên hovane çêdibin. Li herêmên azad çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li bakur siyasetmedar, rojnameger hedef tên girtin. Armanc nûkirina Lozanê ye. Sed sal derbas bû, êdî dixwazin dîsa sed salên din gelê kurd bê îrade bihêlin. Ji bo wê li her derê Kurdistanê êrîş hene.”
‘Ji projeya demokratîk ditirsin’
Xoce bertek nîşanî dewletên navneteweyî jî da û got: “Dema Lozanê dewletên navneteweyî piştgiriya Komara Tirkiyeyê kirin. Îro dîsa li Astanayê piştgiriya Tirkan dikin. Ew qas êrîş li ber çavên wna kirin. Amerîka û Ûris bêdeng in, ev tê wê wateyê erêkirineke wan heye. Dewletên kapîtalîst dibînim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyeke demokratîk heye û ji vê ditirsin. Dizanin projeya Civaka Demokratîk a Gelan e. Hemû gel sûdê jê werdigirin. Dema projeya demokratîk bela bibe mayîna wan hêzan di Rojhilata Navîn de wê xeter be. Pisgireka heyî terora Erdogan a. Yên ku krîzê kûr dikin terora Erdogan e. Wek lihevhatinek hatiye çêkirin. Dixwazin gelên herêmê bitirsînin. Ji bo wê êrişan zêde dikin. Dixwazin Rêveberîya Xweser bixin bin ambargoyekê.”
‘Rêxistina vî gelî heye’
Xoce, li ser hevdîtina di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûrîyeyê de ku li Astanayê çêbû jî sekinî û wiha nirxand: “Tenê bi armanca ji xwe re, civînê girtin. Ew armanc tunekirina Rêveberîya Xweser e. Dema mijar tê ser kurdan hemû dibin yek. Rûs projeya demokratik li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Dixwazin Rêveberîya Xweser bikin bin bandora xwe. Dewleta tirk naxwaze Rêveberîya Xweser ji bo hemû cîhanê bibe hêvî. Tirseke mezin ji bo vê heye. Dibêjin ‘gerek em îradeya vî gelî tune bikin.’ Dewleta tirk dixwaze ku demografiya herêmê biguherîne. Ev bi pratîkê xwe da nîşandan. Dewletên Ereb ji piştgiriyê didin. Li herêmê tecrûbeya Rêveberîya Xweser a 10 salan heye. Bi hemû pêkhateyên xwe tecrûbe kirin. Hêzeke parastinê heye, zêdeyî 100 hezar kesî ye. Artêşa ewlehîyê heye. Hêza parastina gel a cewherî heye. Rêxistina vî gelî heye. Gel li ber xwe dide. Gel fêrî berxwedanê bûye. Çi qas êrîş zêde bibin gel bêtir xwe bi rêxistin dike. Gel dibêje em ê heya dawiyê li ser axa xwe bin. Gel hêza xwe di nav hêza ewlehiye de dibîne. Bi artêşa xwe bawer e. Em ê vê têkoşînê bilindtir bikin. Gelê xwe bêtir bi rêxistin bikin. Îro gelek projeyên dewletên navneteweyî li ser herêmê hene, lê em ê rêxistina xwe mezin bikin û dê ev proje têk herin.”
‘Werin em bi hev re jiyanê biparêzin’
Xoce anî ziman ku çi qas dijminê kurdan hebin ew qas jî dostê wan hene û wiha pê de çû: “Çi qas dostê me, çi qas hêzên demokratîk, aştîxwaz hebin divê bêdeng nemînin. Dema ku di 2014’an de DAIŞ êrîş kir bêdeng neman. Ew ji bo hemû gelê kurd serkeftineke mezin bû. Em ji bo dostên xwe dibêjin îro dilê we ji bo azadiyê diavêje. Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Rêber Apo rêya azadiyê vekirine. Ne tenê ji bo xelasiya gelê kurd, ji bo hemû cîhanê em xelasiyê dixwazin. Îro mifteya çareseriyê di destê Rêber Apo de, li Grava Îmraliyê ye. Divê hemû gelên cîhanê li Rêber Apo xwedî derkevin. Çareserîya hemû krîzên cîhanê Rêber Apo ye. Artêşên mezin ji DAIŞ’ê tirsîyan, lê gelê kurd ew li Rojavayê şikandin. Îro hêzên navneteweyî li gelê kurd xwedî dernakevin, dê sibê dîsa terora DAIŞ’ê we tehdîd bike. Hemû kesên aştîxwaz bila werin em jiyanê bi hevre biparêzin. Felsefeya Civaka Demokratîk wê ji bo hemû gelan bibe ronahî.”