Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Armanca êrîşên li dijî Idlibê ew e ku çeteyan veguhezînin Idlibê’

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac anî ziman ku êrîşên rejîm û Rûsyayê yên li dijî bi hevkariya dewleta tirk pêk tên. Ebû Erac da zanîn ku dewleta tirk dixwaze Idlibê vala bike û komên çete veguhezîne Lîbyayê

Hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê çend hefte berê li dijî gundewarên Idlibê operasyoneke berfireh pêk anîbûn. Di encama pêngava yekemîn a operasyonê de hêzên rejîmê li eniyan pêşketin. Têkildarî geşedanên li Idlibê cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El Sultan (Ebû Erac) ji ANHA’yê bi Cafer Cafo re axivî.

Ebû Erac anî ziman ku dewleta tirk yek ji garantorên herêmên bêçek e û wiha got: “Bêdengiya wê ya li dijî êrîşa dawîn, nîşan dide ku şirîkê êrîşê ye. Weke ku tê zanîn herêmên bêçek hê jî li Idlibê hene. Noqteya nehan li Murk û noqteya li El Serman jî ji vê herêmê ne. Tevî pêşketina rejîmê jî ev herêm hê jî çalakin. Di lihevkirinên civînên Astanayê yên 12, 13 û 14’an de radestkirina herêmên bêçek a ji rejîmê re hate îmzekirin. Di encamê de zêdetirî nîv milyon mirov ji gundewarên Idlibê ber bi çaranûseke ne diyar ve koçber bûn.”

Lihevkirinên Astanayê û armancên wan

Di berdewamê de jî Ebû Erac anî ziman ku bi lihevkirinên Astanayê re rê li ber rejîm û Rûsyayê tê vekirin û wiha domand: “Hewl didin her du rêyên navdewletî M4 û M5’ê kontrol bikin. Armanca rejîm, Rûsya û Îranê ev e. Hemû gelê Sûriyeyê li dijî êrîşa ser gundewarê Marat Numanê ye. Lê mixabin hinek koman hêz, çek, nuqte û cabilxaneyên xwe ber bi bakurê rojavayê Seraqibê ve kişandin. Her wiha beriya kontrolkirina Rejîmê bi çend rojan jeneratorên xwe kişandin. Ev paşguhkirina fermandarên wan koman îsbat dike ku di serî de Heyet Tehrîr El Şam heye.  Ruxmî daxuyaniyên wan, ez piştrastim ku ew hevkariyê dikin.”

‘Tirkiye bi israr dixwaze Idlibê vala bike’

Ebû Erac bi lêv kir ku wisa difikire ku piraniya gel bi komploya li dijî wan tê kirin hesiyane û wiha pê de çû: “Gel dizane bê ku kî berjewendiyên wan diparêze û kî li dijî wan e. Çavê gelê Idlibê li alîkariya dewleta tirk bû. Lê mixabin Tirkiyê şirîkê rejîma Sûriyeyê, Rûsya û Îranê ye. Tirkiye bi israr dixwaze Idlibê vala bike. Çawa ku çete ji eniyên Idlibê vekişandin û tev li êrîşa ‘Kaniya Aştiyê’ kirin, niha jî dixwaze van koman veguhêzîne. Buroyên leşkeriya ji bo Lîbyayê vedike. Divê gelê me bizane ku tişta ku rejîmê nekarî bike, komên li Sûriyeyê bi taybet li Idlibê kirin.”

Bang li şoreşgeran kir

Herî dawî jî Ebû Erac wiha got: “Ez bang li şoreşgeran, azadîxwaz û kesên xwedî şeref dikim ku bên ser hişê xwe. Bila ji ajandayên dewletan dûr bikevin. Ji bo rizgarkirina gelê herêmê bibin xwedî yek gotin. Niha li Idlibê zêdetirî 4 milyon kes bi qirkirinê re rû bi rû ne. Em bang li hêzên cîhanê dikin ku li dijî êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin. Her wiha bi agirbesteke li temamiya Sûriyeyê re bila pêvajoya siyasî û aştiyê dest pê bike.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar