Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanca hevkariya PDK û AKP-MHP’ê ya li Xakûrkê

Dewleta tirk bi êrîşa li dijî herêma Bradostê re dixwaze petrola li Kerkûk û Mûsilê û her wiha başûrê Kurdistanê û Iraqê bixe bin kontrola xwe. Li hêla din PDK dixwaze bi vê hevkariyê li herêmên bi referandûmê winda kirin û li Rojava serwer bibe. Tê gotin ku PDK’ê di çarçoveya vê lihevkirinê de 600 endamên Hêzên Zêrevan şandine Efrînê

Êrîşa dewleta tirk a li dijî herêma Bradostê ya başûrê Kurdistanê ku navê ‘pençe’ lê kiribû û di 27’ê gulanê de dest pê kiribû, didome. Êrîş di dema ku serokomar û serokwezîrên Iraqê bi Erdogan re hevdîtin dikir û serokê Herêma Federe ya Kurdistanê dihat hilbijartin, pêk hat. Tevî vê, bêdengiya DYA û Îranê jî nîşan dide ku êrîş di encama lihevkirineke navneteweyî de pêk hatiye.

Dewleta tirk dixwaze armanca êrîşê weke ‘hewldana ji bo hilbijartina Stenbolê’ nîşan bide. Lê armanca esasî hewldana hakîmiyeta li ser Kerkûk û Mûsilê ye. Dewleta tirk ji bo ku xwe bigihîne vê armancê, PKK’ê weke astengî dibîne. Dewleta tirk ji bo ku êrîşên xwe rewa nîşan bide, gerîlayên PKK’ê weke hincet nîşan dide û weke sedema êrîşê destnîşan dike. Lê hem PDK û hem jî DYA, Iraq û Îran armanca esasî ya dewleta tirk baş dizanin. Lê ji ber berjewendiyên xwe yên demkî, bêdengiyê tercîh dikin. PDK dixwaze bi saya dewleta tirk li herêmên ku piştî referandûmê winda kirin, serwer bibe. Her wiha dixwaze li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê bibandor bibe. Ji bo vê jî di operasyonê de li cem dewleta tirk cih digire.

Ji bertekên gel ditirsin

Dewleta tirk ji bertekên gelê herêmê ditirse û ji bo vê jî dixwaze li gir û cihên ku dagir kirin, hêzên girêdayî Barzan ên girêdayî PDK’ê lê bi cih bike. Tê gotin ku ji 27’ê gulanê ve PDK’ê ji du aliyên cuda ve hêzên bi navê ‘Hêzên Barzan ên Taybet’ ava kirine û fermana amadebûnê daye wan. Di heman rojê de êrîşa li dijî Xakûrkê û Çiyayê Şekîf dest pê kir. Mîna li Idlibê dixwazin noqteyên çavdêriyê ava bikin. Tê plankirin ku li xetên Şeranîş-Geliyê Pizaxa; Çemço-Metîna; Barzan-Mergeso-Çomanê hêzên Barzan bên bicihkirin. Bi vê yekê jî tê xwestin ku tevgera gerîla ya li van herêman qut bikin.

Îdiayeke girîng

Balkêşe ku tê destnîşankirin ku Hêzên Taybet ên Zerevanî ku girêdayî PDK’ê ne û di bin fermandariya Azîz Veysî de ne, 600 kesên ji hêzên Pêşmergeyên Roj û Antî Terorê piştî êrîşa li dijî Xakûrkê ji Balafirgeha Hewlêrê şandin Balafirgeha Leşkerî ya Încîrlîk a Edeneyê. Dihat îdiakirin ku dixwazin van kesan ji hêla Kanîmasiyê derbasî Heftanînê bikin û bi cilên leşkerên tirk qadê dagir bikin. Lê tê gotin ku PDK’ê di çarçoveya piştgiriya bi êrîşa li dijî Xakûrkê re, hêzên Zerevanî yên tevlihev şandine Efrînê.

Pêşmergeyan ji bo parastina leşkerên tirk bikartînin

PDK’ê li Sîdekanê jî ji bo piştgiriya bi dewleta tirk re, hêzeke bi çekên giran li xetên gundên Kanî Kifir û Bûjanê, Kanîqirêj û Şêxzade bi cih kiriye. Heman hêz ber bi Berbizina û Geliyê Mihaciran ve jî di nava liv û tevgerê de ne. PDK bi vê yekê dixwaze navbera Xinêrê û Xakûrkê bibire û vê qadê dorpêç bike.

Baregehên bi daxwaza PDK’ê hatine avakirin

Ji sala 1994’an ve dewleta tirk li herêmê bi destê rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê, li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Dihok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasiyê zêdetirî 20 noqteyên MÎT’ê û baregehên leşkerî ava kirine. Bi êrîşên dawî re jî dewleta tirk dixwaze qadên petrolê û başûrê Kurdistanê bi temamî kontrol bike. Ango dewleta tirk dixwaze ‘xeyala osmanî’ pêk bîne. Ji bo rewakirina van êrîşan jî dijberiya PKK’ê bikartîne. Li dijî van êrîşan û lihevkirina di navbera PDK û dewleta tirk de, gelê herêmê bi berteke. Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê gelê Şêladizê li dijî dagirkeriyê bertekên tund nîşan dabûn û baregeha leşkerên dewleta tirk şewitandibûn.

Çavkanî: Erdogan Altan /MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar