Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Armanca komkujiya Helincê têkbirina vina jinan bû

Meclisa Kongra Starê şehîdên komkujiya Helincê bi rêzdarî bi bîr anî û ev tişt parve kir: “Armanca komkujiya Helincê têkbirina vîna jin û gelên herêmê bû. Lê bila baş bizanin ku jin û gelê kurd ê li Kobanê ku DAIŞ şikand, her tim bi berxwedana xwe hatine naskirin. Wê heta dewleta tirk û desthilatdariya AKP û MHP`ê jî bê şikandin em ê têbikoşin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li ser gelê kurd komkujiyên hovane dimeşîne. Ji van komjiyan yek jê komkujiya Helincê ye. Dewleta tirk a dagirker di 23’yê hezîrana 2020’an saet derdora 18:30’an de, balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker li gundê Helincê yê li nêzî bajarê Kobanê maleke bombebaran kir. Di encama bombebaranê de xwediya malê Emîne Weysî û endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn Meclisa Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star her sê şehîd bi van gotinan bi bîr anîn: “Dijmantiya dewleta tirk û hevalbendên wê li ser gelê kurd û tevgerên me yên azadiyê û rêxistinên jinan bi salane dewam dike. Lê bi taybetî di destpêka şoreşa bakur û rojhilatî Sûriyeyê de ku di cewherê xwe de şoreşa tekoşîna azadiya jinan e, şoreşa demokrasiyê û wekheviyê ye, şoreşa dawîanîna li sîstemên desthilatdar, nijadperest, olperest û netewperest e, ku peradîgma netewa demoqratîk e.

Hevrêyên me Zehra, Hebûn û dayîka Emîna pêşengên têkoşîna jinê bû. Li dijî dijminê mêtînger û qirker tê koşiyan, hebûn û jiyana xwe dan vê têkoşînê. Ji kêliya ku tevlî nava refên jinên azadiyê bûn heta şehadetê, her tim tê koşiyan. Di vê êrîşê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zehra Berkel ji bo wekheviyê, edaletê û ji bo birêxistinkirina jinan li dijî zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar sal, li dijî tundî û dagirkeriyê bê tirs di her kêliyên jiyanê de cihê xwe di nav kar û xebatê de digirt. Hebûn Mele Xelîl ku di zarokatiya xwe de beşdarî nava refên tevgera azadiyê bû, di şoreşa Rojava de berê xwe da rojavayê Kurdistanê û li beramberî hovîtiya DAIŞ`ê şer kir. Ew jî wek jinek berxwedêr li seranserî Rojava kar û xebat meşand heta kêliya dawî ya jiyana xwe .

Yadê Emîne wek dayikeke welat parêz kar û xebat ji bo tekoşîna doza kurd dikir. Aşkere ye ku di vê êrîşê de hedefa esasî hevalên jin bûn. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP ê bi van êrîşan li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl didin ku DAIŞ`ê rizgar bikin. Karê ku DAIŞ`ê dikir berdewam bikin ta ku hêza jin û gelê me nemîne. Lê bila baş bizanin ku jin û gelê kurd ê li Kobanê ku DAIŞ şikand, her tim bi berxwedana xwe hatine naskirin. Wê heta dewleta tirk û desthilatdariya AKP û MHP`ê jî bê şikandin em ê têbikoşin.

Her wiha em bang li gelê kurd û tevahî gelê bakur û rojhilatî Sûriyeyê û rêxistinên jinan dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, sûc û binpêkirinên desthilatdariya tirk heta rûxandina faşîzmê derxin holê û li ser xeta azadiyê û berxwedanê ya ku hevrêyên me tê da şehîd bûne, bimeşin ta ku serkeftinê û serfiraziyê bi dest bixin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar