Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Armanca PDK’ê ew e ku çeteyên Roj li dijî gerîla bi kar bîne

PDK’a ku ji bo alîkariya dewleta tirk a dagirker ku zivistana par bi çalakiyên gerîlayan li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê derbeke mezin xwar, niha jî çeteyên Roj ku bi hevkariya MÎT’ê ye, di eniya şer a dijî qadên gerîlayên azadiyê bi cih dike.

PDK’ê ku bi awayekî aktîf beşdarî operasyonên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, xiyaneta xwe derxist asta herî jor. Hêza xwe ya paramîlîter çeteyên Roj ku ev demek dirêje mûçeyê wan jî nedaye di şerê li dijî gerîla de bikar tîne.

PDK’a ku ji bo alîkariya dewleta tirk a dagirker ku zivistana par bi çalakiyên gerîlayan li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê derbeke mezin xwar, niha jî çeteyên Roj ku bi hevkariya MÎT’ê ye, di eniya şer a dijî qadên gerîlayên azadiyê bi cih dike.

Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistine, piştî ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî, PDK’ê ji bo ku 500 çeteyên Roj di eniyên şer ên dijî gerîlayên azadiyê şer bikin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li herêma Başîqa ya Mûsilê bê perwerdekirin.

Li gorî peymana ku di navbera dewleta tirk a dagirker û PDK’ê de hatiye kirin, perwerdekirina çeteyên Roj ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê meşandin. PDK dê erka avakirina bingehek rewa ji bo çeteyên Roj yên paramîlîter ên neqanûnî li başûrê Kurdistanê bigire ser milê xwe.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên pêbawerin piştrast kirin, hate hînbûn ku çeteyên Roj ku heta niha zêdetirî 150 Başîqayan perwerde kirine, li navçeya Hirorê ya li ser sînorên herêma Metîna û Heftanînê bi cih bûne.

Hate ragihandin, PDK’ê ku ji bo pêngava yekemîn a peymanan ket nava tevgerê, ji bo mayîndekirina hebûna xwe ya li derdora Qadên Parastinê Medyayê hewil dide ji çeteyên Roj ên hêzên paramîlîter nasnameyên sexte yên Iraqî wekî malbatên Iraqî nîşan bidin derbixe.

Pêngava duyemîn jî ew e ku lîsteya çeteyên Roj ên ku nasnameyên sexte ji wan re hatine derxistin, wê ji aliyê PDK’ê ve bi hikûmeta Iraqê re were parvekirin û ji wan re were ragihandin ku dikarin di xeta sînorê Iraq-Tirkiye de (Herêmên Parastina Medyayê) cih bigirin.

Hate hînbûn ku dewleta tirk a dagirker ku çarçoveya plana qirêj a li dijî Tevgera Azadiyê berfireh kir, niha jî berpirsyarê perwerdekirina çeteyên Roj û peydakirina alavên leşkerî yên ji aliyê PDK’ê ve hatiye meşandin girtiye ser xwe.

Hate ragihandin ku PDK’ê ji peydakirina pêdiviyên lojîstîk ên çeteyên Roj û veguhestina wan ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve berpirsyar e.

Meha borî di çapemeniyê de hatibû gotin ku PDK‘ê hêza 80 (hêza taybet a girêdayî PDK’ê) bi nav û ala Iraqê û bêyî ku hêzên ereb di nav de hebin di bin navê Parazvanên Sînor şandibû heremên ku artêşa dewleta tirk a dagirker nikaribû têkevê û wê bi cih kiribû.

Çeteyên Roj ên ku dizanin li hemberî berxwedana gerîla nikarin li ber xwe bidin û nexwazin biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qutkirina mûçeyên wan tên tasfiyekirin. Hate hînbûn ku çeteyên ku mûçeyên wan ji aliyê Fermandarê Hêza Taybet a Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsê pêşmergeyan Dilovan Rûbarî ve hatine birîn, eger planên MÎT-PDK’ê pêk neynin bi avêtina zindanê tên tehdîtkirin.

PDK’ê piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevgera xwe ya leşkerî zêde kir. Hate hînbûn ku PDK’ê ku herî dawî bi tank, maşînên zirxî û çekên giran di bin nav û ala Iraqê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, yek ji hêzên xwe yên çekdar çeteyên Roj birin van herêman. Aşkera bû ku mûçeyên gelek çeteyên ku ji ber tirsê nexwestin bikevin nava plana MÎT’ê ku lêçûnên wan mehane nêzî 15 milyar dînar bû, ji butçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye qutkirin û tasfiye kirin.

Li gorî xebatên vê koma çete ya çekdar ku di sala 2012’an de ji aliyê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hatiye avakirin, bi awayekî zelal tê fêmkirin ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye avakirin. Hate hînbûn ku mûçeyên çeteyên bi navê Ehmed Nebî, Selîm Cûdî û Selman Devran ên ku li ser daxwaza PDK û MÎT’ê hewl didan bişînin qadên parastina medyayê, lê dizanîn ku nikarin li hemberî berxwedana gerîlayan bisekinin mûçeyê wan hatiye birîn îstîfaya xwe dane.

Tenê PDK çeteyên Roj nas dike û fînanse dike. Lê heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne jî aliyên siyasî yên Iraqê bertek nîşanî hebûna çeteyên Roj nedane.

Hate hînbûn ku PDK’ê ji ber ku fêm kir ku çeteyên Roj wê di pêşerojê de li hemberî hikûmeta Iraqê pirsgirêkek mezin derxînin holê, beriya niha ji bo amadekirina bingeheke qanûnî bi Iraqê re gelek hevdîtin pêk anîn. Her wiha hate zanîn ku biryar hatiye girtin ku ev plana qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re heta hilbijartinên herêmî yên li başûrê Kurdistanê bên lidarxistin, bi dawî bibe.

Sala borî Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek dabû û gotibû, çeteyên Roj ku ji aliyê kurdan ve weke çete tên dîtin û bê statu ne, hêzeke wiha ya girêdayî wan nîne. Tevî vê yekê jî tê gotin ku lêçûnên mehane yên çeteyên Roj ên ku mûçeyên wan ji butçeya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tê dayîn, bi qasî 15 milyar dînar derbas dike.

Hat zanîn ku SADAT a ku çeteyan perwerde dike û dişîne gelek welatan, ji sala 2018’an vir ve komek ji 20 endamên pispor ên di warê ewlekariyê de hatine başûrê Kurdistanê û li herêma Xenzê ya Duhokê çeteyên Roj perwerde kirine. Dîsa bi berfirehî hate nîqaşkirin ku peywira sereke ya SADAT’ê avakirina komên çete yên ji bo dagirkirina cihên li derveyî Tirkiyeyê û perwerdekirina partî, rêxistin û alîgirên dewleta Tirk a dagirker e. Têkiliyên SADAT’ê yên bi MÎT’ê re bi rêya Gulnur Aybat ku yek ji şêwirmendên Recep Tayyîp Erdogan e û bi nêzîkbûna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re tê naskirin, pêk tê. Hate diyarkirin ku çeteyên ku berê beşdarî êrîşên li dijî Şengal, rojavayê Kurdistanê û Libyayê bibûn, niha bi hêzên Zêrevan û Gulan re şandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Çavkanî: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar