Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanca PDK’ê ji bikaranîna hêza Roj çi ye?

Çekdarên Roj li başûrê Kurdistanê derqanûnî ne û ne ser bi Wezareta Pêşmerge û sîstema parastina Iraqê ne. Niha PDK’ê ew şandine herêma Behdînanê û qadên gerîla û li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne. Lêkolînvanên siyasî çekdarên Roj weke ‘paramilîter’ pênase dikin

Botan Germiyanî |

Bi dijwarbûna êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re, ji meha adara 2020’an ve PDK dest bi liv û tevgera zêde ya leşkerî kiriye. Bi amûrên leşkerî, tank û wesayîtên zirxî û çekên giran ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve; ango qadên gerîla ve diçin. Hinek ji wan hêzên PDK’ê, çekdarên Roj in ku piranî xelkê rojavayê Kurdistanê ne.

Di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûn. Piştî 16 rojan gerîlayekî xwe gihan hevrêyên xwe. Lê hîn çarenivîsa gerîlayekê nediyar e. Dibe ku bi birîndarî dîl ketîbe destê hêzên PDK’ê. Heta niha çend caran PKK ji PDK’ê xwestiye aqûbeta gerîlayên ketine kemînê aşkera bike lê hîn PDK bi fermî tu bersiv nedaye û cenazeyan jî radest nake. Ev yek jî li gel gelê kurd bûye cihê fikaran.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku di 13’yê cotmehê weşand, fermana êrîşa li ser gerîla, ji aliyê fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsek pêşmergeyan ê bi navê Dilovan Rubarî ve hatiye dayîn. Di heman nûçeyê de tê gotin ku Ezîz Weysî ê PDK’î, biryara kuştina gerîlayan daye û pêşmergeyên Roj ên ser bi PDK’ê jî ev biryar pêkanîne.

Piştî vê êrîşa çekdarên Roj a li ser gerîla, dîsa hebûna çekdarên Roj di nava raya giştî ya gelê kurd û medyayê de bû rojevek germ. Ev çekdarên Roj hêzek bi kirêkirîne û derqanûnî ne. Ne welatiyên başûrê Kurdistanê ne. Bi navê ‘Pêşmerge’ PDK ew şandin qadên gerîla, êrîş dikin û gerîla şehîd dixin.

Di nava kurdan de tu statûya vê hêzên Roj nîne û Wezareta Peşmergeya jî ragihandiye ku ne girêdayî wan in. Lê mûçeyê wan ji bûdceya hikûmeta başûrê Kurdistanê tê dayîn û xerca wan a her mehê nêzî 15 milyar dînar e. Dema borî tev li êrîşên li ser Şengal, rojavayê Kurdistanê û Lîbyayê bûne. Niha li herêma Behdînanê li dijî gerîla şer dikin.

Hêzên Roj di 12’yê Nîsana 2012’yan de bi biryara Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser navê Zêrevanî hat avakirin. Piştî ku nekarîn li rojavayê Kurdistanê bi cih bibin, revîn başûrê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê li wargehan hatin bicihkirin û MÎT’a tirk perwerde da wan û ji bo wan çek û cebilxane peyda kir.

Di serî de navê wan ‘Pêşmergeyên Rojava’ bû, piştre bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ hatin binavkirin. Çekdarên wê ji koçberên rojavayê Kurdistanê pêk tê ku hejmara wan nêzî 8 hezar in lê di van demê dawî de welatiyên bakurê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî xistine di nava wan de.

Hinek kiryar û êrîşên ku salên borî tev li bûne wiha ne:

Rojavayê Kurdistanê

  • Van koman li taxên kurdan ên li Helebê çalakiyên provokatîf kirin û di sala 2013’an de bi El Nusrayê re tev li qetlîamên li Til Eran û Til Hasilê bûn.
  • Hin kesên ji nav koman tev li civîna li Dîlokê ya piştî qetlîama Til Eran û Til Hasilê bûn. Li Efrînê di êrîşên Qastel Cindo de di nav refên OSO’yê de cih girtin.
  • Li Kobanê van koman li dijî kurdan çek li endamên xwe belav kirin û hin komên wan ji bo OSO’yê bac kom kirin.
  • Li Cizîrê jî Tabûra Neviyên Barzanî, Tabûra Mîşel Temo û Tabûra Şêx Maşûq jî hatin avakirin û hedefa pêşîn a van koman kurd bûn.
  • Di sala 2013’an de dema ku çeteyên El Nusrayê êrîşî Serêkaniyê kir beşeke endamên van koman çûn Serêkaniyê û beşek jê jî li bajêr li benda wan bû.
  • Lê piştî ku êrîşa li ser Serêkaniyê hat şikandin, reviyan Serêkaniyê ya li ser xetê û piştre jî çûn Hewlêrê.
  • Li Dêrik, Qamişlo û Tirbêspiyê li dijî bendên YPG’ê êrîşên bombeyî li dar xistin û hin endamên wan ên hatine girtin li xwe mikur hatin ku li başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin.
  • Endamên wan li başûrê Kurdistanê li kampên Bînaslawa, Xinis û Başîkayê ji aliyê artêşa tirk û îstixbarata wê ve hatin perwerdekirin.

Şengal

Di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê êrîşî  êzidiyan kirin. 2’yê adara 2017’an de hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, ji aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê ve hatin bajaroka Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ/YJŞ’ê de.

Di sibeha 3’yê Adarê de komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çekdar bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê bersiv dan û şer derket.

Dema êrîş destpê kir, 2 gerîlayên HPG’ê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrîşan bigirin. Lewra di kêliya ku komên çeteyan êrîş kirin de, her du gerîla bêyî ku dest biavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrseke mezin.

Di êrîşa destpêkê ya 3’yê Adarê de rojnameger Nûjiyan Erhan ku li wê deverê rewşê dişopand, birîndar bû. Nûjiyan piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nûjiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat definkirin

Lîbya

Di 12’yê nîsana 2020’an de Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed El-Mismarî diyar kir di nav çeteyên dewleta tirk şandine Libyayê de komên ji xwe re dibêjin ‘Pêşmergeyên Roj’ jî hene. El Mîsmarî got ku endamekî çeteyê bi navê ‘Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrkefê’ li başûrê Kurdistanê Hewlêrê li gel Pêşmergeyên Roj perwerde dîtiye. El Mîsmarî diyar kiribû ku kesê navborî ji bajarê Tirbêspiyê yê Rojava ye, bi nasnavê xwe ‘Hesen Cizîrî ye’ li Hewlêrê dewleta tirk perwerde daye wan.

Lêkolînvan û Çavdêrê Siyasî ji derveyî vê hêzê li ser ewlehî û aramiya neteweyî ya Iraq û başûrê Kurdistanê metirsîdar dibînin, di heman demê de, armanca avakirina vê hêzê û ji aliyê PDK’ê ve bikaranîna wê di berjewendî û stratejiya dewleta tirk a dagirker de dibînin. Li gorî wan ji bo peydakirina piştgiriya herêmî ya ji bo mayîna û berjewendiyên hizbî PDK bi kar tîne.

‘Hêzek paramîlîter e’

Hiqûqnas û Lêkolînvanê Siyasî Aram Hacî bersiva pirsa, ‘Çima PDK wê hêzê bi kar tîne?’ wiha bersivand: “Hêzek paramilîter e; ango kirêgirtî ne. Ji bo armancên wan hêzên derve yê ku bikarin parastina siyaset û stratejiya PDK’ê bikin xizmetê dikin. Beşek ji wê siyaset û stratejiyê hikûmeta Enqereyê ye. Mîna komên milîs û paramilîter ên AKP’ê yên ji kesen qafqas, çeçen, afganî, sûriyeyî û kesên din ên biyanî pêk tên.”

Aram Hacî aşkera kir ku çekdarên Roj ji derveyî asta peywendiyên PDK’ê yên di warê sîxurî û îstîxbaretî yên li gel artêşa tirk tu destkeftiyek ji bo hikûmeta nîne û tu xizmet ji bo pirsa nîştimanî ya hikûmeta başûrê Kurdistanê û Iraqê nake.

‘Hêzek ne destûrî û yasayî ye’

Aram Hacî bal kişand ser aliyên yasayî yên vê hêzê û wiha pênase kir: “Hêza Roj ji kesên biyanî pêk tê û bi îradeyek hizbî ji aliyê PDK’ê ve pêk hatiye. Di çarçoveya sîstema parastina hêza pêşmerge û sîstema asayîşa Herêma Kurdistanê de cih û pênaseya wan nîne. Ne girêdayî wezaretên hundirîn, pêşmerge û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ne. Hêzek ne destûrî û yasayî ye. Tenê destwerdana herêmî ne û stratejiya Tirkiyeyê li PDK’ê ev hêz daye ferzkirin. Avakirin û bikaranîna vê hêzên li şûna carekê çend caran di warê destûrî, yasa û serweriya Iraqê, yasaya nasname û yasaya karkirina partî û rêxistinên siyasî sûc kirine û binpêkirine. Di heman demê de bikaranîna wan ji bo armanc û stratejiya derve sûcek mezin e û cezayê wê jî gelek mezin e.”

‘Li ser vê mijarê em ê gilî bikin’

Parlamenterê berê yê başûrê Kurdistanê û parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê niha yê Iraqê Soran Omer li ser mijarê wiha got: “Hebûna wê hêzê neyasayî ye, ji ber ku endamên wê ne welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Li ser vê mijarê em ê gilî bikin. Ji ber ku nexwedî tu nasnameyên fermî yên Iraqê ne û ger ji bo wan hatibe çêkirin jî ne yasayî ne.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar