Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Armanca şerê di Amerîka-Îranê de pêş dikeve çi ye

Berî çend rojan êrîşên di navbera komên ser bi Îranê ve û hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de careke din germ bû. li ser vê yekser Washingotin û Til Avivê gef li Tehranê xwarin.

Rageşiya di navbera DYA û Îranê de piştî rûdana bûyerên girîn li cîhanê û herêmê pêk hat. Ji wan rûdanên; hewldanên ereban ên vegerandina Şamê (Hevbendiya Îranê) li Yekitiya Ereban, serdanên Beşar Esed ên li Rûsya û Îmaratê, her wiha nêzîbûna vegera têkiliyên dîplomasî ên Şam û erebistana Siûdî

Li ser asta cîhanê jî hegemoniya hevrikên Washington (Cînê û Rûsya) li herêmê zêde bûn. Ev yek piştî lihevkirina di navbera erebistanan Siûdî û Îranê ya beriya du hefteyan a navbeynariya Çînê pêk hat.  Armanc ji vê nêzîkbûnê ew e ku bi navbeynkariya Rûsyayê, dan û standinên di navbera erebistana Siûdî û Şamê de careke din dest pê bikin. Di heman demê de rageşiya di navbera Îran û DYAʹyê de piştî serdana serokê Çînê ya ji bo Rûsyayê pêk hat. Ev hemû bandor li pêşketinên cîhanî û herêmî dike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/26/204704_.jpg

Têkikdarî bandora van rûdanan li rageşiya di navbera her du dewletan de û nameyên Rûsya û Çînê ji vê yekê, lêkolînerê rewşa Îranê Mihemed Ebadî ji ajansa me re axivî.

Ebadî anî ziman ku rageşiya di navbera Washington û Tehranê de ya li Sûriyeyê peyama Rûsyayê ye ku bi rêya Îranê dide. Ebadî got: ʹʹ Ev peyam ne ji bo lihevanîna Erebistana Siûdî û Îranê ye, lê di vê çarçoveyekê de tê ku çiqas Washington û Brîtanyayê balafirên bêmirov ji gireva Kirimê re şandin. Rûsyayê jî bi lez  bi rêya Îranê bersiv da û baregehên DYA′yê yên li rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef.ʹʹ

Lêkolîner Mihemed Ebadî bi domdarî got: “Mijara din axaftina Beşar Esed e ku gotibû ew dixwaze baregehên zêde yên Rûsyayê li Sûriyeyê hebin. Ev tê wateyê ku ji vê kêliyê ve dê destûr bide ku hebûna hêzên Rûsya zêdetir bin. Ev yek dê bihêle ku hebûna hezar leşkerên Amerîkayê di xetereyê de bin, nemaze ku  der barê Ukraynayê de rûbirûbûneke di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye. Ev jî tê wateyê ku her çiqaasî li Ukraynayê zext li Rûsyayê were kirin, dê Moskova jî zextê li hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê bike.”

Li gorî Ebadî mijara sêyemîn jî girêdayî helwesta Tirkiyeyê ye. Ebadî got: ʹʹHer çiqasî Tirkiye hevbendiya leşkerî ya Amerîkayê ya bi HSD′ê re şermezar dike, Enqere dê destekê bide rageşiya Îran-Amerîka ya li Sûriyeyê. Lê eger Washington ji ber zextên hevbendiya çaralî (Sûriya, Rûsya, Îran, Tirkiye) ji Sûriyeyê vekişe, ev yek dê ji bo dewleta tirk fêdeyek be. Ji ber ku vekişîna Amerîkayê dê hevbendiya Amerîka û Kurdan qut bike.ʹʹ

Li gorî rapor û analîzan, zêdebûna serweriya Çînê-Rûsyayê nayê wateya paşketina serweriya DYA′yê li Rojhilata Navîn. DYAʹyê hîna hêzeke siyasî û leşkerî ya navdar  li herêm û cîhanê ye. Lê veguherîna hevalbendên jeosiyasî yên navborî, hewldanên Washingtonê yên derketina ji herêmê asteng dikin û dihêle balê bikişîne ser hevrikên hêzên mezin ên bi Rûsya û Çînê re.

Li ser vê yekê, Ebadî wiha axivî: “Bê guman, DYA′yê di aliyên siyasî û leşkerî de hêza aktîf a girîng û mezin li cîhanê ye. DYAʹyê ji dewletên din li pêştir e. Budceya DYA′yê ya leşkerî 865 milyar dolar e, ya Çînê 252 milyar dolar e û ya Rûsyayê 61 milyar dolar e. Ev yek jî cudahiya mezin  a di navbera hêzên cîhanî de eşkere dike.”

Ebadî her wiha got: “Li gorî raporên cîhanê, DYAʹyê, Çînê piştre Rûsyaya wekî rîska herî mezin li ser ewlehiya xwe dibîne. Ji lew re Washington hebûna xwe li deryaya başûrê Çînê zêde dike, her wiha li okyanosên Hindî û Hadî hevalbendiyên leşkerî yên girîng bi Awistralyayê, New Zealand, Koreya ya Başûr û Japon re li pêk tîne da ku serweriya Çînê qels bike. Ev hemû vê wateyê didin ku DYAʹê  dê hebûna xwe li Rojhilata Navîn kêm bike. Di nav de Erebistana Siûdî, dewletên herêmê wiha hîs kir. Van dewletan hîs kirin ku DYAʹê di rêvebirina dosyayên Rojhilata Navîn de, di serî de dosyaya nukleerî ya Îranê û hebûna Îran a li herêmê dudilî ye. Ji ber vê yekê neçar man ku biçin Çînê da ku bi Îranê re li hev bike û wê ji her rageşiyekê ku Îsraîlê pê radibe, dûr bixe. Ji ber ku eger Washington hebûna xwe li Rojhilata Navîn kêm dike, dê rê li ber Îsraîlê were vekirin ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bike. Tiştekî wiha qewimî dema ku Îsraîlê ji rêvebirina Ewropayê bi rêvebirina navendî ve çû.”

Li ser rêveçûna pêşdeçûna bûyer û pevçûnan, Ebadî wiha anî ziman: “Rageşiya Îsraîlê bi Îranê re yan jî bi Sûriyeyê re û çi rageşiya li Filistînê ya dagirkirî, tê wateya ku herêm ber bi şer û pevçûneke mezin ve diçe. Ji lew re digel kêmkirina hebûna Amerîkayê li vê xakê, dê formeke herêmî ya nû ya çareseriyê bide van dewletên herêmê, da ku ev pevçûn çênebe û ev agir li dijî ewlehî û îstîqrara li herêmê pênekeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar