Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cuma - 11 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Armanca sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Rozerîn Îldan diyar kir ku sîstema tecrîdê li hemû civakê tê belavkirin û wiha got:"Em ne tenê girtina xeberekê, em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Em ê birêz Ocalan azad bikin.”

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di 11’ê Mijdarê de li Enqereyê hat lidarxistin. Konferans, bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî re ber bi rêveberiyên herêmî yên azad ve” hat lidarxistin. Konferans, di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin. Di konferansê de jinan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêya sêyemîn.

Endama Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya HEDEP’ê Rozerîn Îldan, derbarê konferans û komxebatên ku li dar xistine nirxandin kir. Rozerîn diyar kir ku wan du sal berê jî konferansa jinan li dar xistibûn û wiha got: “Me wê demê biryar girtin û bi van biryaran pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên giştî ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî start hat dayîn. Xebatên me bi atolye û xebatên jinan dest pê kir. Piştî sala 2019’an xespkirina qeyûman êrîşeke mezin li dijî destkêftiyên jinan çêbû. Wekî jin li dijî vê zihniyeta qeyûman me nîqaşên ‘Me li dijî êrişan bersiveke çawa da’ kirin. Me li ser vê yekê li Silopiyê komxebata du rojan a jinan li dar xist. Piştî nîqaşên du rojan me li çar herêman atolye li dar xistin. Mijarên me dan berxwe wiha bûn; lîberalîz, şerê taybet, siyaseta rêya sêyem, zihniyeta mêr a serdest û tifaq. Li Amed, Serhad, Botan û Tirkiyeyê xebatên me yên komxebatan çêbûn. Em li ser bandorên rêxistinbûyinê û pêşniyarên çareseriyan jî sekinîn.”

Rozerîn anî ziman ku di konferans û komxebatan de îradeya rêxistinbûyina hîn zêde ya jinan derket holê û wiha pêde çû:”Di dema nîqaşan de dihat gotin ku pêdivî bêtir ji rêxistinbûyinê re heye. Her wiha me li ser mijarên; tenduristî, ekolojî, tundiya li ser jinan nîqaş dan meşandin. Wê xebatên me heta hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî dewam bike. ”

Siyaseta rêya 3’yemîn ava bikin

Rozerînê da zanîn hedefa jinan a di pêvajoya pêş de avakirina civakî ye û wiha lê zêde kir:”Pirsgirêkên me yên bingehîn ên li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêkên avakirina civakî ye. Divê ev pirsgirêk bi dawî bibin û ji bo em bêtir bi hêz û birêxistin bibin divê em avakirina civakî xurtir bikin. Ji bo em di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de bi ser bikevin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê siyaseta rêya sêyem ji gelan re rave bikin. Li dijî tundiya li ser jinan em ê bêtir torên jinan bidin avakirin. Her wiha em ê heta dawiyê pergala hevserokatiyê biparêzin.”

Sîstema tecrîdê li hemû civakê belav bûye

Rozerînê da zanîn pergala hevserokatiyê tenê jinan eleqedar nake û wiha got:”Dema em li ser vanan nîqaş dikin di heman demê de em dibînin li Kurdistan û Tirkiyeyê şer pêş dikeve. Bi taybet pêvajoyeke zextê ya pêş dikeve heye. Polîtîkayên şerê taybet û êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Ev sîstema tecrîdê li hemû civakê tê belavkirin. Ev tecrîd ne tenê li ser kesayetekê li ser hemû civakê ye. Em êdî ne tenê girtina xeberê em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Em ê birêz Ocalan azad bikin. Em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar