Nêrgiz Ismayîl |
Sê sal derbasbûn, ji destpêka avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê û hetanî vê pêvajoyê gavên nû, pergaleke demokratîk ber bi avakirina civakek demokratîk û aştiyane çûyîn heye. Ne hêsa ne di nav pençên pergaleke desthilatdar de altarnatîfeke bîrdozî û polîtîk xwe bide nîşandan û di nava hemû şaxên gelên Sûriyeyê de bibe bersiv ji pirsgirêk û qeyarana heyî re. Bi sedema danasîna hêz û têkoşîna Partiya Sûriyeya Pêşerojê me hevpeyvîneke taybet bi serokê partiye Îbrahîm Qeftan û sekretera giştî ya partiye Sîham Dawid re kir.
Nêrgiz Ismayîl: Ji bo damezirandian Partiya Sûriyeya Pêşerojê sedema herî sereke çi bû?
Îbrahîm Qeftan: Di destpêkê de dixwazim bi rêzdarî hevala me ya rojên herî zehmet şehîda bi nirx Hevrîn Xelef bi bîr bînim û bejna xwe li beramberî wê bitewînim. Em nikarin wiha qeyrana ku di Sûriyeyê de ji sala 2011’an ve hat destpêkirin ji rêzê bibînin. Ne tenê ji miletên Rojava girîng bû, di heman wextê de ji bo mejî weke herêmên ereban jî xwedî pêwîstiyeke mezin bû. Herêmên ereban ku weke tê naskirin ji hêla xwerêxistinkirinê ve lewaz bû û nedikarîbû hêza xwe ya hundirîn bide diyarkirin. Lê belê herêmên ku kurd lê bûn hîn baştir tê da xwe rêxistin kirin hebû, her wiha rêzexelekên dezgerh û saziyên ku bi şev û roj dixebitîn jî ji rêxistinkirina civakê peyda dibûn. Ev ne hefsengiya ku di hundirê Sûriyeyê de hebû hîn bêhtir qeyrana Sûriyeyê kûrtir dikir.
Ji destpêka tevgera şoreşê Cêş El Hur – Artêşa Azad hebû, Cebhet El Nûsra, piştî wê DAIŞ hat. Piranî herêmên ku weke herêmên ereban dihate nasîn di rewşa çûn û hatinê de bû. Gelek texrîbat tê de hebûn, ji ber van hêzan. Heta bandora neynî ya rejîma Sûriyeyê jî ne kêm bû. Di bin sîwana yek hişmendiyê de civakê nema dikarîbû nefes bigire. Mijara ku herî bala me dikişand taybet jî herêmên ku piranî kurd têda hebûn, di wan herêman de hefsengî hebûn, zanebûn hebû, rêxistin hebû. Vêca me ji hêla xwe ve vê rewşê şopand, wekî komek hevalan partî ava kir. Yek jê pêşengê komê jî Şehî Umer Elûş bû ku roleke wî ya mezin di avakirina partiyê de hebû.
Tişta yekemîn ku em li ser fikirîn ew bû; em ê çawa bikaribin van herêmên xwe birêxistin bikin ji bo ku xeteke wê ya rast hebe, nexasim ev herêm geh bi tirkan re be, geh bi gruban re be, di navberan de bimîne. Her kes dizane ku ev projeyek ji projeyên Rêveberiya Xweser e, her wiha hemû miletan di nava xwe de dihewîne. Bêguman bandora şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî girîngiyeke hêja ye. Armanca sereke ya şoreşa 19’ê Tîrmehê ew bû ku milet ji wê rewşa ku bibin mîna geriyên pez, veguherin rewşeke polîtîk û bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe.
Ev ast hêlişt ku em nêzî salekê bifikirin û di heman demê li herêman bigerin. Me ji Dêra Zorê destpê kir, heta Reqa, Minbic û Qamişloyê.
Nêrgiz Ismayîl: Hemû tevgerên we yên herêman piştî rigarkirina herêmên ereban bû ne wisa?
Îbrahîm Qeftan: Rast e her kes dizane rizgarkirina Minbicê di 8’ê tebaxa 2016’an de pêk hat. Herêma Reqa û Tebqayê di 2017’an de bû, wiha hemleyên rizgarkirinê berdewam bûn, heta Bahoz rizgar bû. Hewdana me ya sereke ew bû em miletekî biafirînin ku bikaribe xwe bi xwe birêve bibe. Her wiha pêwîstiya me bi rêveberiyeke polîtîk hebû, rêveberiya ku nikaribe polîtîka bike, nikare civakekê exlaqî jî bi rêve bibe. Pêwistiya me bi xeteke siyasî hebû, di bernameyê partiya me de jî ev mijar heye. Me gelek zelal daye aşkerakirin, demên ku Sûriye tê re derbas bûye, ji demê dagirkirina osmaniyan, paşî fransiyan û pişt re tevgerên demokratîk hatin pêşxistin, heta gihişt avakirina partiya Baasê (1963). Hîn jî piştî wê di sala 1970’ê de Sûriye berê xwe da xeteke siyasî.
Em divabe duristirbin di vê mijarê de, ez nikarim bextê xwe reş bikim; Sûriye nikare di nava neteweke tenê de bijî, ango bangî azadî û demokrasiyê bike û tenê netewekê biparêze. Ev ne gengaz e. Ev mozaîka ku di nava civaka Sûriyeyê de heye, ji kurdan, tirmen, şerkes, ermen, sûryan, ereb û her kes. Sûriye bexçeyeke ji hebûna hemû milet û pêkhateyan e. Lewma ne gengaz e ku tenê yekreng be. Ji ber ev rastî me dizanî em li ser biryara xwe man ku em tekoşînekê dest pê bikin û karê me li ser rastiya vî welatî bi rêve bibin. Biryara sereke jî ew bû em partiyekê ava bikin, ev partî jî bibe sîwana demokrasiyê, hevbeşiyê û bênavendîbûnê. Ne tenê bakur û rojhilatê Sûryayê, heta Laziqiye, Sûweda, Hema û Gumusê jî. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz bike.
Nêrgiz Ismayîl: Em dikarin bibêjin bi avakirina vê sîwanê re armanca sereke komkirina gelan bûn ne perçebûn û windakirin?
Îbrahîm Qeftan: Belê, belê. Jixwe vî welatî gelek perçebûn jiya, hişmendiyên desthilatdar û navendî tu hêza azadiyê ji civakê re nehêliştibûn. Wiha biryara herî rast ew bû ku em partiyê ragihînin û bi awayeke fermî dest bi kar û xebatên xwe bikin. Amadekarî gelekî xurt bûn, ji nivîsandina bernameya partiyê, her wiha rêzgiknameya wê. Di dîroka 27’ê adara 2018’an de kongra me ya yekemîn pêk hat. Tê de rêzkname û bernameya partiyê hat xwendin, heta hejmara endamên ku beşdarbûn 800 bûn. Di herêma Reqa de bû. Hemû pêkhate tê de amade bûn. Gavekî dîrokî bû. Armanca me ya sereke ew bû ku em hemû pêkhateyan bibînin û bernameya xwe ya demokratîk ji wan re pêşkêş bikin. Di kongreyê de ev baş diyarbû, hemû miletên li vê derê jî razî bûn û daxwaza wan ew bû ku sîwaneke demokratîk ku her kesî di nav xwe da bihewîne bê avakirin. Dikarim vê bibêjim ku ne tenê hêviyên me bû, hêviyên gelê me jî bûn ku êdî ew pergala tenê navendî nema dikare ji qeyrana li Sûriyeyê re bibe hêza çareseriyê. Me biryar da ku em partiyekê ava bikin ne nûnertiya netewekê bike, sîwana hemû netewan be.
Nêrgiz Ismayîl: Gelo çima ev nav hat hilbijartin; Partiya Sûriyeya Pêşerojê?
Îbrahîm Qeftan: Pirseke di cih de ye. Bi rastî di kongrê de gelek nav hatin pêşniyarkirin. Hemû jî bi wate bûn. Lê belê di hilbijartinê de dema nav ket dengdayînê her kes tev li navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê bûn. Heta neqşeya heyî û sembola gula yasemîn a ala me ji bo me bi wate ye. Her kesê amade xwestin ku sembola me neqşeya Sûriye û gula yasemîn be. Dema me pejirand ku neqşeya Sûriyeyê weke sembola partî be, mebesta me ev jî di nav wê de Lîwa Iskenderon û Culan jî hebe. Gula yasemîn wateya wê yekitiya Sûriyeyê ye. Her kes baş dizane ku yasemîn li paytexta Şamê bi nav û deng e. Rengê kesk tê wateya jiyanê, hêşîn jî bi wateya asoyên me ne teng in.
Nêrgiz Ismayîl: Gelo damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê bandoreke erênî heta çi radeyê li ser pêşxistina xwedîderketina li mafê jinan bû?
Sîham Dawid: Dixwazim di destpêkê de şehîda yasemînê Hevrîn Xelef bi bîr bînim û bejna xwe li hemberî wê û hemû keç û jinên ku gelekî bi fedekarî jiyana xwe kirin xelat ji bo avakirina şoreşeke demokratîk û wekhev. Ji destpêka damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê de xala sereke ew bû ku doza jinan mîna mijareke sereke be. Çima ji ber ku jin di dema rejîma Baasê de ne xwedî rol bûn. Taybet di qada polîtîkayê de. Eger hebûya ew jî diviyaba li gorî berjewendiyên desthilatdariyê bûna. Partiya me girîngiyekî mezin da jinan ku tev li polîtîkayê bibin, xwe nas bikin. Em baş dizanin di saziyên rejîma Sûriyeyê de beşdarbûna jinan hebû lê jin ne xwedî biryara xwe bûn. Tenê nêzîkatî jê re wekî qalik bû.
Em wekî partî xwest cewhera jinan derxîn pêş. Her wiha jin bi xwe beşdarî avabûna Sûriyeyeke demokratîk bibe.
Nêrgiz Ismayîl: Tu wekî rêveberina vî karî gihiştiyî wê baweriyê ku partiya we dikare bibe bersiv ji gihandina jinan a ji bo maf û nasnema xwe ya siyasî?
Sîham Dawid: Bêguman ez ji xwe dest pê dikim û hemû jinên ku niha di nava kar û xebatê partî de ne gihişti ne wê baweriyê. Ev bû sê sal em li ber çav dibînin ku hêza jinan a civakî dikare di qada siyasetê de bike malê hemû civakê. Jin di hizrên xwe de giştiye û demê karê rêxistikirinê dike her demê giştî difikire. Xaleke din jî dema me partiya xwe ragihand Meclisa Jinên Sûriyeyê hat damezirandin. Ev meclis bû berpirsa rêxistikirina tevahiya jinên Sûriyeyê. Armanca me ya sereke ne tenê jinên bakur û rojhilatê sûriyeyê ye, li gel me asoyeke dem û dirêj heye ji bo pêşeroja Sûriyeyê. Jin çi li Dêra Zorê be, çi li Qamişlo, Dîmeşq û her deverê Sûriyeyê be em ê wê birêxistin bikin. Niha di partiya me de jin cihê xwe di hemû meclisan de digirin. Xwedî biryar in. Lê bele heke ne seroka meclisê be lê teqez cîgira meclisê ye.
Nêrgiz Ismayîl: Gelo Partiya Sûriyeya Pêşerojê dikare ji pergala navendî re bibe alternatîfa. Gelo dikare ji qeyranan Sûriyeyê re bibe hêza çareseriyê?
Ibrahîm Qeftan: Bi rastî gelek spas dikim ji vê pirsê re. Bersiva wê jî gelek wext dixwaze. Mijara guhertina rejîmê, her kes dizane zarokên bakur û rojhilatê Sûriyayê armanca me ne guhertina rejîmê ye, armanca sereke guhertina hişmendiyê ye ku li gel rejîm û gelên Sûriyeyê ye. mijara navendî ango pergala navendî hêlişt ku koalisyona hundirîn bihizire ku vê rejîmê biguherîne. Lê çawa? Xwestin ku ew têkevin şûna rejîma heyî. Lê em wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê û hemû rêveberiyên ku li bakur û rojhilatê Sûriyayê hene, armanca bingehîn guhertina hişmendiya heyî ye, ne guhertina kes e.
Eger em kesayetên nû bînin û di heman hişmendiyê de bin dîsa pirsgirêk e û ew pirsgirêk dimîne. Ji ber wê yekê û li gorî ku em bi hemû gelên me re gengeşe kirine, her kes vê destnîşan dike, armanc ne ew e em desthilatdariyê bigirin destê xwe. Ya din jî divê em rastiyekê bibêjin ku ev deh sal ger gengeşeyên demokratîk hebûyana li hevkirin hebûyana, rûniştin hebûyana ma wê çima ev qas gelê me yê Sûriyeyê koçeberî derveyî welat bibûna, di nava xerabiya şer de bimana? Zêdeyî 16 milyon sûriyeyî koçberî derve bûne, ma wiha dibe. Ramana sereke em vê rejîmê biguherînin, em vê peyama xwe bigihînin her kesî; em xwedî wê helwestê ne ku guhertin ji hişmendiyê dest pê bikin. Ne em rejîmekê biguherînin û rejîmekê din deynin li şûna wê. Lewma Partiya Sûriyeya Pêşerojê di wê zanebûnê de ye ku barê me giran e, guhertina hişmendiyê bi hêsanî nayê kirin. Gelek ked û têkoşîn jê re divê. Gelek projeyên me hene û ew hemû jî wê di xizmeta gel de bin, di xizmeta berjewendiyên giştî de bin. Me sozeke dîrokî da ku em xwediyê gel bin û em wekî miletê Sûrieyê şayanî jiyaneke azad û demokratîk in.