Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Çarşamba - 26 Haziran 2024

Armanca sereke ya ciwanan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên berxwedanê bin û ev tişt anîn ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca me ye. Heta ev armanc pêk neyê em bêdeng namînin.”

Rêber Apo bi tespîta; “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” rol û rista ku ciwan divê bikin bi awayekî aşkere daniye holê. Ciwanên cîhanê bi pêşengiya ciwanên azad de tên cem hev û plansaziya serkeftinê nîqaş dikin. Ji van ciwanên azad yek jê ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Sakîne Hemze diyar kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, li dijî pîvan û qanûnan in Sakine got, dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên berxwedanê bin.

Nîroz Seyd jî pergala îşkenceyê ku li Îmraliyê tê meşandin bi tundî şermezar kir û wiha got: ” Çawa Rêberê me li hember tevahî cureyên qirkirinê û siyasetan li ber xwe dide, em jî li ser ramanên wî li ber xwe bidin ta ku azadiya wî mîsoger bikin.”

Mîlad El Akûb jî anî ziman ku dê li hemberî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin û wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker ji tecrîdê armanc dike ku gelan, hebûn û dîroka me qir bike û tune bike. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelan re jêdera hêzê ye ku rêya ber azadiyê ve berdewam bikin. Bingeha azadiyê jî yekitî û hevgirtina gelan e.”

El Akûb anî ziman ku dê ji bo serxistina şoreşê, parastina destekftiyên şehîdan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Husam Hisên destnîan kir ku divê ramanên Rêber Abdullah Ocalan li her deverê were belavkirin û wiha axivî: “Wekî ciwanên şoreşger erka me parastin û belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. Bi taybetî divê em ramanên Rêbertî di nava ciwanan de belav bikin ku bingehê pêşxistina civakan e.”

Di dawiyê de Hisên ev tişt anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ye. Heta ev armanc pêk neyê em bêdeng namînin. Divê dijmin vê rastiyê nas bike û fêm bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar