AKP ya ku bi sozê çareserkirina pirsgirêkan hat ser kar û Erdogan ê ku digot; ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka min e û ez ê çareser bikim’, ji roja ku bû desthilat û heta vê demê, bi siyaseta înkarê pirsgirêkên heyî kûrtir kir.
Ev helwesta AKP-MHP’ê ya şerxwaz ji ber israra şer, aboriya welatê Tirkiyeyê jî rewşa xwe ya herî xerab a di dîrokê de dijî.
Rêveberiya Tirkiyeyê ya ku pêşengiya wê AKP-MHP dike, ji ber israra şer a deh salan veguheriye qeyrana aborî û her roja ku derbas dibe welat ber bi qeyranên siyasî û civakî ve diçe.
Di hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31 Adarê de têkçûna AK-MHP’ê jî encama van qeyranan e. Encama ku derketiye holê, şaşiya polîtîkayên şer û rastiya rewşa desthilata AKP-MHP’ê nîşan dide.
Desthilata heyî ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre, bi siyaseteke nijadperest û bi hevkariya PDK’ê jî hemû aliyan ve êrîşê destkeftiyên gelê dike.
Bi taybetî di demên dawî de bi lîstîkên qirêj, bi hevkariya kurdên bêbîr, bêbawerî û bêhişmendî di nava heldanên gurkirina şer de ne.
Ji bo gurkirina şer bi wezîr û kizîrên xwe ve rêya Bexdayê û başûrê Kurdistanê kiriye rêya kaniyê.
Heyetek diçe û yek tê. Ji bo ku pêşî li pêşketina azadiya gelê kurd bigirin û siberoja gelê kurd tarî û tune bikin, dek û dolaban digerînin.
Kurdên pêşbîn dizanin ku ev serdan, ev çûn û hatin, ji bo şerê navxweyî yê kurdan û bi tevayî şerê li hemberî gelê kurd in.
Jixwe bi salan e li Başûr bicihkirina baregehên leşkerî yên aşkera û veşarî, yên ku hêjmara wan tên zanîn û nayên zanîn rastiya amadekariya ev şerê kûr û dijwar ê ku gefan li rêveberî û statûya Başûr dixwe nîşan dide.
Ji bilî rêveberiya Başûr, hemû dinya vê rastiyê dibîne, lê Barzaniyên ku rêveberiya başûrê Kurdistanê dikin vê nêzîkatî û niyeta nebixêr nabînin an jî, ji ber berjewendiyên xwe yên malbatî naxwazin bibînin û ji nedîtî ve tên.
Pêwîste rayedarên rêveberiya başûrê Kurdistanê beriya berjewendiyên xwe yên malbatî, têkoşîna ku ji aliyê pêşengên kurd ve ji bo azadî û stûya gelê kurd hatiye meşandin, destkeftiyên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin bibînin û jibîr nekin.
Divê ked û berdêlên mezin û ji ber têkoşîna hebûna neteweyî qirkirinên weke enfal û di berdewamiya wê de pênc hezar Helebce yên ku bi gazên kîmyewî hatin jehrîkirin neyên jibîrkirin.
Pêwîstî pê heye ku rêveberiya başûrê Kurdistanê xwedî bîra dîrokî be û yên ku li hemberî referandûma serxwebûna 25 ê îlona 2017’an gefên destwerdan û dagirkirinê li rêveberiya wan dixwarin jî, êrîşên hovanê yên DAIŞ’ê jî, sekna dildar û dilsozên doza azadiyê yên ku li hemberî van êrîşan bedena xwe kirin mertal û di oxira welatekî azad de bêyî dudilî bibin bi rihe fedayî têkoşiyan jî, jibîr nekin.
Divê were zanîn ku hevkariya bi dijberan re ne çareserî ye, yekitî û hevgirtina gelê kurd a ku niha pêkan e bi derengî dixe.
Xwedîderketina destkeftî, nirx û rûmetan bi yekitî û hevgirtin, bi têkoşîna mil bi mil a ji bo parastina nirxên neteweyî, wek her ferdek kurd, ji bo rêveberiya başûrê Kurdistanê jî helwesteke bi rûmet, qedr û qîmet e.