Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Armanca tecrîdê qirkirina kurdan e’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, bi rêya tecrîdê hewl tê dayin ku Tevgera Kurd bê tasfiyekirin û kurd bêne qirkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata ji ber sala 25’emîn a komploya navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Ayata bi bîr xist ku 25 sal di ser komployê re derbas bûn, lê belê hîn jî dek û dolabên li dora Îmraliyê, hesabên siyasî, dorpêçkirin, zext û hewldanên tasfiyekirinê neqediyane û wiha got: “Ev rewş ji ber ku pêwendiya xwe bi pirsgirêka kurd re heye, veguheriye bîreke bê binî ku pirsgirgêkeke dîrokî ye û çareseriya wê ne hêsan e. Xuya ye pirsgirêka kurd ne tenê projeyeke dewleta tirk a ji bo tunekirinê û qirkirinê ye, bûye projeyeke qirkirinê ya navneteweyî ku cîhan tev li bûye. Ji xwe qirkirinên mezin berhema dewletekê bi tenê nîne. Ji bo vê divê teqez şert û mercên guncaw, konjonktur bê afirandin. Eger hevkarî, bêdengî û destûra Ewropayê nebûya Hîtler bi tena serê xwe nekarîbû bi milyonan cihû li gelek navendên Ewropayê li kampên tunekirinê kom bikira. Di heman demê de Qirkirina Ermenan bêyî hevkarî, piştgirî û bêdengiya Almanya, Îngilistan û hêzên din nedibû.

Di serî de dewleta tirk a mêtinger, li herêmê sed sal in li ser kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Dewleta tirk dixwaze sûdê ji tevliheviya li cîhanê, şer û krîza li Rojhilata Navîn werbigire û vê qirkirinê ji bo xwe bi kar bîne. Yanî projeya asîmîlasyon, tirkkirinê û qirkirinê ku bi sedan sal in dewam dike, gihîştiye asteke gelekî bilind. Bi taybetî bi komploya navneteweyî re hêviyên dewleta tirk a faşîst mezintir bûn. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku kare Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibe, biqedîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi vê baweriyê li hespê qirkirinê siwar bûye û dibeze.”

Şer ne tenê şerê kurdan e

Mûzaffer Ayata diyar kir ku şerê tê kirin ne tenê şerê kurdan e û got, “Tu dewleta Rojhilata Navîn nikare li hemberî Tirkiyeyê şer bike, nikare li ber rabe. Ya ku bi navê wan hemûyan li ber xwe dide, şer dike, li ber radibe, alternatîfê diafirîne, xwe dispêre gelan, baweriyê dide gelan, gelan dixe nava liv û tevgerê, pêşengiyê ji yekîtî û tifaqa gelan re dike Tevgera Rêbertî û PKK ye. Lewma li ser Îmraliyê ev tecrîd dewam dike. Normal mirovek dema 25 salan girtî be, di çarçoveya qanûnan de ceza kengî qediya heta wê demê girtî tê hiştin. Ne kêm e, çaryek sedsal derbas bûye. Di vê astê de mijûlbûna bi girtiyekî re binpêkirina pîvanên hiqûqê ye, rageşkirina civakî ye, ne hewldaneke asayî ye. Ev yek projeyeke mezin a qirkirinê ye. Dewama projeya dorpêçkirin, tasfiyekirin û tunekirina kurdan e ku sed sal e dewam dike. Îmrali weke navenda vê projeyê tê nirxandin. Ev pêvajo hemû li dora Îmraliyê tê hûnandin.”

Ayata ragihand ku rêveberên heyî yên dewleta tirk hewl didin ku Îmraliyê ji gel qut bikin, mejiyê tevgerê ji bedenê qut bike, bi vî rengî bedenê belav bike, parçe bike û got, “Yanî dixwazin qirkirinê temam bikin. Rêbertî bandoreke mezin li ser hêza gerîla, partiyê û gel dike. Gel baweriya xwe bi Rêbertî tîne, pê piştrast e.”

Ayata destnîşan kir ku ji ber vê yekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî ditirsin û got: “Gelek caran rêbazên tecrîdê ceribandin. Li gel van hemûyan jî nekarîn Rêbertî ji partiyê, ji gel, ji gerîla qut bikin. Berevajî vê yekê dilsoziya pê re xurtir bû, tevger mezintir bû, bêhtir bi bandor bû. Lewma ji sala 2014’an û pê ve careke din biryara şer ê topyekûn û hevgirtî dan. Ji Erdogan dîktatorek afirandin û danheviyên komarê hemû ji bo dewamkirina şer bi kar anîn.”

Ayata anî ziman ku armanc ew bû ku dewletê li hemberî kurdan bike yek, bike şerkirinû ev tişt anî ziman: “Erdogan ji xwe ji vê yekê re amade bû. Bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) yên li nava sîstema emperyalîst, hevparê van polîtîkayên tecrîdê ne. Dibêjin, bêdengî tê wateya erêkirinê. Hiqûqa Ewropayê tê binpêkirin, guh nadin biryarên DMME’yê. CPT bêdeng bûye, lê belê kes nabêje ‘Li Îmraliyê qanûn têne binpêkirin, kiryarên li derveyî hiqûqê hene, nabe ku ev tecrîd bi vî rengî dewam bike’. Yanî deng nîne. Ev tê çi wateyê? Tecrîda li Îmraliyê hatiye erêkirin, hatiye pejirandin.

Divê tecrîd weke esasê bêbandorkirin û tasfiyekirina Tevgera Kurd, qirkirina kurdan bê dîtin. Li nava Tirkiyeyê li girtîgehan zêdeyî 300 hezar girtî hene, lê belê çima kesek li giravekê dûrî civakê ewqasî tê tecrîdkirin? Komara Tirkiyeyê gelek mirov rizand, darve kir, bêbandor kir yan jî kir ku dest ji îdîayên xwe berde. Li ser tu ji wan tecrîdeke bi vî rengî ferz nekir. Dewleta faşîst a tirk ku ji rastiya Rêbertî, zanebûn û kesayetiya Rêbertî ditirse, mafên mirovan, hiqûq, wijdan hemû daniye aliyekî û bi çavsorî, bi zordariyê tecrîda Îmraliyê dewam dike.”

Li Tirkiyeyê edalet tune

Mûzaffer Ayata destnîşan kir ku berpirsyariya şikandina vê tecrîdê, bidawîkirina vê dorpêçê li ser milê kurdan e û ev tişt got: “Eger gelê kurd bi gerîla, rewşenbîr, girseya xwe ya welatparêz, tevgerên jin û ciwanan û kedkaran bibe yek, hêzeke hevgirtî biafirîne, hêza xwe bike hêzeke hevpar, eniya demokratîk xurt bike û berxwedana xwe di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bimeşîne, wê bendan hemûyan ji ber xwe rake, komploya Îmraliyê pûç bike û deriyên Îmraliyê veke. Ji bilî vê yekê çareseriyek nîne. Rêyeke hêsan nîne. Dewleta tirk a faşîst ji zûdeyî hiqûq daniye aliyekî, qêrîna mirovan nabihîze. Dewleta tirk edalet ji zûdeyî daniye aliyekî. Tirkiyeyeke welê ye ku cînayetên li nava xwe jî ronî nake. Vaye li Rihayê di doza malbata Emîne Şenyaşar de jî tê dîtin. Malbatek li pêşiya kamerayan, li ber çavên mirovan hatin qetilkirin. Tenê ji ber ku yê ev komkujî kir AKP’î ye, edalet bi cih nayê anîn. Cîhanê bihîst, sûltanê ker bihîst lê belê wijdanê van ê tarî bûye, edaleta wan nabihîze, Enqere nabihîze. Wê Îmraliyê çawa bibihîze? Wê êş, feryadên gelê kurd çawa bibihîze? Hûlûsî Akar, Erdogan pesnê xwe bi wê yekê didin ku çiqasî zêde kurd kuştine. Çawa ku Saddam li dijî kurdan li Helebceyê çekên kîmyewî bi kar anî, kiryarê vê yekê bi navê Kîmyasal Elî deng veda. Niha jî Kîmyasal Hûlûsî heye. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê nekarî bi gerîlayan, şikeftan, stargehan bi kîmyayê, dadigire, çekên qedexekirî bi kar tîne.

Tişt nema ku neanîn serê partiyên legal ên li dora kurdan. Yên li legalê jî weke ‘terorîst’ îlan kirin. Ji bo wan ên ne terorîst nîne. Ka vana tenê bi ‘terorê’ bi PKK’ê re mijûl dibûn? Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli ji qanûna terorê hatin cezakirin. Li ber çavê wan ev hemû terorîst in. Kurdên îtiraz dikin, li mafên xwe digerin hemû terorîst in, xayinin. Ev kifş bûn, maskeya li ber rûyê wan kete xwarê. Îmraliyê ev yek pêk anî. Îdeolojiya Rêbertî, hêza wî ya fikrî, zanebûna wî, afirîneriya wî, rastiya gel û gerîla heye ku ji aliyê wî ve hatiye afirandin. Hêzeke welê afirand ku bi navê xwe diaxife û difikire. Kurd ji mirovahiyê re radigihînin ku cîhan nikare ji faşîstên tirk re bê radestkirin. Berê yên ku kurd bi kurdan didan naskirin dijmin bûn. Weke eşqiya, terorîst dihatin ragihandin, lê niha ew hilweşiya. Kurd êdî bi navê xwe diaxivin, xwe digihînin cîhanê. Wê vê yekê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Bi vî rengî pêşî li komployan, tecrîdê û dorpêça li Îmraliyê dikare bê girtin, dikare bê rawestandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar