Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Armanca ‘Tîrejên Rojê’ azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Endama TJK-E’yê Done Guzel anî ziman ku armanca pêngava “Tîrejên Rojê” azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê tê ragirtin û nêzî 4 sal in di bin tecrîda mûtleq de ye û agahî jê nayên girtin. Pêngavên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gelek welatên Ewropayê hatine destpêkirin bi çalakî û xwepêşandanan didome. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê (TJK-E) starta kampanyaya “Tîrejên Rojê” da. Pêngav di 1’ê îlonê de dest pê kir û dê di nava salekê de li gelek bajarên Ewropayê bidome. Di çarçoveya pêngavê de dê standên agahdarkirinê, hevdîtinên gel, panel, semîner, konferans, pêşangehên resman û fîlmên jiyana Rêber Apo vedibêjin bên pêşandan.

Endama TJK-E’yê Done Guzel armanca pêngavê nirxand û got ku dê pêngava wan û ya “Em bi ‘Jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” bi hev re bên meşandin. Guzel, diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyan bi hevkariya tevgerên jinan li dar bixin û wiha domand: “Gelek jinên akademîsyen, aktîvîst û tevgerên jinan dê tev li bibin. Armanca me ya esasî, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.”

Guzel destnîşan kir ku dê di 1’ê cotmehê de li gelek navendan daxuyaniyê bidin û wiha pê de çû: “Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê de em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Weke tevgera jinan em ê di 12’ê cotmehê de meş û mitîngan li dar bixin û standa agahdarkirinê danîn. Her wiha li gel pêşangeha resman, em ê fîlm û belgefîlmên jiyana Rêbertiyê vedibêjin jî pêşkeş bikin.”

Di berdewamê de Guzel da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li gelek deverên cîhanê belav bûye û ev nirxandin kir: “Dema mirov têkoşîna 50 salan a jinên kurd dide ber çavan; dibîne ku avakerê wê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya Rêber Apo ye. Em vê yekê weke ‘bûyîna nû’ pênase dikin. Di heman demê de hevjîntiya azad, nûnertiya wekhev û Jineolojî bandor li hemû jinên cîhanê kir. Me kampanyaya xwe di vê çarçoveyê de da destpêkirin. Armanca wê ya herî girîng jî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Polîtîkayên qirkirinê yên li Îmraliyê hatine destpêkirin ne tenê li Kurdistanê, belavî Rojhilata Navîn bûne. Em di wê baweriyê de ne ku heke em bikarin pêşî li vê qirkirin û tecrîdê bigirin, dê aştî bê Rojhilata Navîn.”

Guzel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan paradîgmaya Rêbertiya xwe ji bo gelan vebêjin. Her ku paradîgmaya Rêbertiyê belav dibe, tecrîd û polîtîkayên şer bêhtir teşhîr dibin. Yek ji armancên esasî ya kampanyayê jî vegotina paradîgmayê ya ji bo gelan e. Li Amerîkaya Latîn, Efrîqa û herî dawî li Hindistanê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Ev yek bandora têkoşîna jinên kurd a 40 sala ye. Her çend di raya giştî de zêde xuya neke jî li Ewropayê li dijî jinan êrişên mezin hene. Bi taybet jî li dijî jinên pey azadiya xwe ketin. Her ku ev paradîgmaye belav dibe û jin bi hev re têdikoşin, dê pêşî li qirkirinê jî were girtin û tecrîd were şikandin.”

Guzel anî ziman ku modernîteya kapîtalîst tevahiya cîhanê xistiye nava şer û navenda wê jî Rojhilata Navîn e. Guzel, axaftina xwe wiha dom kir: “Di heman demê de ev êriş li dijî modernîteya demokratîk û paradîgmaya jinê ya Rêber Apo e. Girêdayî vî şerî jî polîtîkayên tecrîdê tên girankirin. Ji ber ku paradîgmaya Rêber Apo hemû derdoran di nava xwe de dihewîne û pêkvejiyanekê pêşkeşî gelan dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ye. Weke tevgera jinan em ê ji bo ev felsefeye aj bide û li gel rêxistinên jinan bêhtir bi hev re tevbigerin, em ê bêhtir bên gel hev û li dijî tecrîdê têbikoşin.”

Guzel bi lêv kir ku di çalakiyan de paradîgmaya Rêber Apo bala jinan pir dikişîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek jin dibêjin ku heman pirsgirêkan dijîn û dixwazin vê paradîgmayê bixin meriyetê. Paradîgmaya Rêbertiyê her ku diçe li cîhanê belav dibe û li dijî vê jinên kurd tên qetilkirin. Li Ewropayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Rêbertiyê wê demê got; ‘Ev komkujî li dijî min hatiye kirin.’ Pakîze Nayir, Sevê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û Hero Bahattîn ji hêla hêzên komploger ve hatin qetilkirin. Jinên kurd, dînamîka herî zindî ya têkoşînê dibînin lewma êriş dikin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bicivin. Her ku em xwe birêxistin dikin dê bi ser kevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar