Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Armanca Tirkiye dagirkirina başûrê Kurdistanê ye’

Welatiyên navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî diyar kirin ku armanca Tirkiyeyê ewe ku piraniya xaka başûrê Kurdistan, Kerkûk û Musilê dagir bike. Herwiha welatiyan daxwaz ji hizbên kurdî û rêxistinan kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestek tûnd nîşan bidin

Nerazîbûnên xelkê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê herku diçe zêdetir dibin. Welatiyên navçeya Seyîdsadiq a serbi parêzgeha Silêmanî têkildarî êrîş û armanca êrîşên dewleta tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn.

Welatiyê binavê Osman Heme Emîn diyar kir ku sedemê êrîşên dewleta tirk ne PKK ye û wiha got: “Armanca Tirkiye ewe ku dixwaze Musil, Kerkûk û piraniya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber berjewendiyên hizbî yên li gel dewleta tirk, hizbên desthilatdar ên Başûr nikarin tu helwestek li dijî vê dagirkeriyê nîşan bidin. Ji bo wê divê welatî li benda helwesta hikûmetê nemînin û helwestek tûnd nîşanî dagirkeriya Tirkiye bidin, welatî dikarin bi rêya xwepêşandanan anjî zextê li rêxistinan bikin ji bo pêşî li êrîşên dewleta tirk were girtin.”

Di dewama axaftina xwe de Osman Heme Emîn got ku diviyabû serkirdeyên siyasî yên kurdan li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşandaban û wiha domand: “Em dibînin rojane welatiyên sivîl li ser bax û rezên xwe ji aliyê dewleta tirk ve têne qetilkirin, em daxwaz dikin vê rewşê diber çavanre derbaz bikin. Ji ber ku ji ber vê dagirkeriya Tirkiye û Îranê rojane karesatên mezin bi serê gelê me de tên.”

Welatiyê binavê Necîb Ehmed jî têkildarî dagirkeriya Tirkiye fikarên xwe anî ziman û wiha got: “Ger dinava hizbên kurdî de yekitiyek hebûya wê welatên biyanî û dagirker nikaribûyan destê dagirkeriyê dirêjî ser xaka me bikiran û bombebaran bikiriban. Em daxwaz ji hizbên herçar parçên Kurdistanê dikîn, li dijî vê zilm û zordariyê rabin. Dema ku em kurd dinava xwe de yekgirtî bin, emê bikarin hemû pirsgirêkan derbazbikin.”

Necîb Ehmed di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ne şerte li dijî dagirkeriyê şer were kirin, mirov dikare di qada navnetewî de gilî li ser dagirkeriya Tirkiye tomar bike. Necîb Ehmed got ku herkes dizane armanca Tirkiye dagirkirina Kerkûk û Musile.

Li ser heman mijarê welatiyê binavê Arî Celal jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û ev tişt got: “Derbazkirina sînor binpêkirina yasayên navnetewiye, divê hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî avakirina baregehên leşkerî û êrêşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê xwedî helwest bin, ji bo êdî welatî nebin qurbanî.”

Arî Celal diyar kir ku yekitiya nava hizbên kurdî gelek giringe û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Divê rêxistinên civaka sivîl xwedî rolek sereke bin, ji bo bikarin zextê li saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ew jî  daxwazê ji Tirkiye bikin êdî xaka Herêma Kurdisanê bombebaran nekin.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar