Hevbedevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ku namzetê rêza destpêkê yê herêma duyemîn a Stenbolê ya ji Partiya Çepên Kesk e, di sala 1978’an de li Dersimê ji dayik bû. Cengîz Çîçek ku dibêje ‘Ez zarokê malbateke elewî, kurd û kedkar im’. Malbata min di sala 1985’an de neçar ma ku ji ber pirsgirêkên aboriyê ji Dersimê koçî Îzmîrê bike.
Çîçek heta xwendina Zanîngehê li Îzmîrê ma, piştre ji bo xwendina Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê hat Stenbolê.
Cengîz Çîçek di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya namzetiya li herêma duyemîn û destnîşan kir ku beriya her tiştî ev rewş ji fikrê HDK’ê tê û ev tişt anî ziman: “Yek ji armancên damezrandinê yên HDK’ê hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên nasnameyan, pirsgirêkên penaberî-koçberiyê, pirsgirêkên jin û ciwanan, pirsgirêkên bindestan e. Yek ji hincetên me yên hebûnê ew e ku hesab ji vê sîstema homojen, tekperest bixwazin û di sedsala duyemîn de li Tirkiyeyê jiyaneke demokratîk ava bikin.
Armancên me hevpar in
Bêguman weke yek ji pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan bi Partiya Çepên Kesk re bernameyên me li hev dikin. Armancên me hevpar in, lewma ji bo min cihê rûmetê ye ku ji Partiya Çepên Kesk bûme namzet. Herêma duyemîn jî ji aliyê lihevhatina li zemîna HDK’ê herêmeke gelekî pir reng û gelekî cuda ye. Herêma duyemîn herêmeke koçberiyê ye, bi taybetî ji Kurdistanê, ji bajarên cuda mirovan koçî herêmê kirine, bi sedemên siyasî koç kirine. Nifûsa kurd û elewiyan lê gelek e. Herêma duyemîn cihekî dîrokî ye. Lewma li vê herêmê ermen, xiristiyan, suryan mirovên ji gelek gel û baweriyan hene. Herêma duyemîn di heman demê de cihekî xemgîniyê ye. Ji kolanên wê bêhna dîrokê, bîranînan tê. Ji mîmariya wê heta bi profîla mirovên wê mîna muzeyeke ji neheqiya dîrokî ya ji ber feraseta netewe dewletê ya Tirkiyeyê ye. Cihekî welê ye ku têkoşîna me ya sed salî bi wate dike, rojane li bîra me dixe.
Herêma duyemîn di heman demê de cihekî kêfxweşiyê ye. Bi taybetî herêma Taksîmê ew devere ku desthilatdariya AKP-MHP’ê salên dawî dest li rêbaza jiyanê ya mirovan werdide. Ji xwe di vê pêvajoya destwerdanê de em hemû tev li nav berxwedana Gezî ya li Taksîmê bûn. Warê Berxwedana Gezî ye ku hêviya jiyana demokratîk, jiyana azad da bi milyonan mirovî. Lewma herêma duyemîn Gezî ye, Taksîm e. Cihê kêfxweşî û berxwedanê ye.”
‘Gelek tişt hene ku em ê ji cıwanan hîn bibin’
Cengîz Çîçek qala 7 milyon hilbijêrên nû kir û bal kişand ser fikara ciwanan a li ser paşerojê. Cengîz Çîçek got, “Li vî welatî pirsgirêka ciwanan a paşerojê, ya kar, ya jiyana azad heye. Pirsgirêka xwe îfadekirinê heye. Ev hemû jî ciwanan polîtîk dikin. Lewma em bi çavê hilbijêrên klasîk li hevrêyên xwe yên ciwan, li hevalên xwe yên ciwan, li mirovên xwe yên ciwan nanihêrin. Ji xwe di nava pêvajoyeke polîtîk de ne. 14’ê Gulanê wê ji bo me bibe roja hesabpirsîna ji desthilatdariya faşîst, ji feraseta tekperest, ji feraseta zordar. Ev têkoşîna polîtîk a ciwanan bi pêvajoya 14’ê Gulanê re hîn xurtir dibe. Pêwîstî bi asteke hîn taybet heye. Kûrbûneke taybet divê. Ciwan rêya xwe peyda dikin. Ciwan pêşengiyê dikin. Baweriya me bi ciwanan heye.
Vê yekê dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; gelek tişt hene ku em ê ji ciwanan hîn bibin. Gelek tişt hene ku em ê hînî ciwanan bikin. Pêwîstiya vê civakê ji aliyê ruh, hişmendî û lêgerîna li jiyana azad ve bi ciwanan heye. Lewma em pêşniyarê li hevrêyên xwe yên ciwan dikin ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de hîn bêhtir tev li nava karên hilbijartinê, têkoşîna civakî û têkoşîna polîtîk bibin.”