Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Arslan: Ev pêvajo ji bo me dê bibe pêvajoya rexnedayînê

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan anî ziman ku tevî hemû zextan, gelê kurd di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derketiye. Arslan diyar kir ku gelê kurd di vê hilbijartinê de peyamên girîng dane wan û dê ev pêvajo ji bo wan bibe pêvajoya rexnedayînê

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan têkildarî encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî û polîtîkayên AKP’ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) pirsên Mehmet Şah Oruç û Ozgur Paksoy bersivand. Arslan da zanîn ku tevî îktîdara AKP’ê bi zext û hîleyan pêvajoya hilbijartinê meşand jî nekarî biserkeve.

Mehmet Arslan da zanîn ku hêza şer têk çû û bi vê hilbijartinê hat dîtin ku polîtîkayên tundî, zext û şer êdî li ser civakê nikare hukmê bike. Arslan wiha domand: “Hilbijêran nîşan da ku li dijî polîtîkayên tundî û şer in ji daxwaz û vîna xwe gavan paşve navêjin. Mînaka herî girîng jî Kurdistan bû. Li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê ku ji navendên herî girîng ên aborî, turîzm, sanayî û nifûsê yên Tirkiyeyê ne, AKP’ê winda kir. Ya ku bi AKP’ê daye windakirin, polîtîkayên wê yên şer e. AKP û Erdogan bi gel re ketin rikberiyê û winda kirin.”

Hejmara leşker û polîsan rêjeya nifûsê guherand

Arslan destnîşan kir ku HDP’ê piraniya şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin paşve girtine û wiha got: “Ev serkeftinek girîng e. Agirî, Bedlîs û Şirnex jî bi hîleyan ji destê HDP’ê girtin. Li herêmê tevî qeymeqam, walî, leşker û polîsan xebitîn. Bi taybet jî li herêma Botanê beriya hilbijartinê hêjmarekê zêde ya polîs û leşkeran qeyd kirin. Vê jî rêjeya nifûsê guhert. Mînak; li Elkê nifûsa navçeyê 5 hezar e. Lê 5 hezar û 500 hilbijêr hene. Ev nîşan dide ku ji derve pir leşker û polîs wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Li Qilebanê nifûs pir kêm e. Lê ji derve 2 -3 hezar hilbijêr anîn. Li navenda Şirnexê jî 12 hezar hilbijêr ji derve anîn. Rêjeya AKP’ê ya dengan li Şirnex û herêmê 42 hezar e. Dengê HDP’ê yê li Şirnexê jî 168 hezar in. Ev hemû lîstikên AKP’ê yen li ser şaredariyê nîşan dide. AKP’ê di sala 2016’an de bi qeyûman vîna gel xesp kir, niha jî bi hîle û tundiyê vîna gel xesp dike.”

Pêvajoya rexnedayînê

Di berdewamê de jî Arslan bi lêv kir ku cihê ku HDP’ê lê winda kirine dê yek bi yek binirxînin û ev agahî dan: “Em ê rexenedayîna vê bidin gelê xwe. Em mecbûr in li gorî pêdivî û daxwazên gel polîtîka û xizmetê pêş bixin. Em ê vê pêvajoyê weke pêvajoya rexnedayînê bigirin dest.”

Peyamên gel

Mehmet Arslan got ku divê kurd êdî polîtîkayeke neteweyî ku her çar parçeyan di nava xwe de dihewîne, bimeşînin. Herî dawî jî Arslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hilbijartinê gel, peyamên girîng dan me û îktîdarê. Gel ne tenê ji bo şaredariyan, her wiha xwest ku li ser hesasiyetên wan jî bê sekinandin. Bi taybet jî xwestin ku em bala cîhanê bidin ser tecrîda li ser Ocalan. Ger di dema xwe de partiya me tecrîd xistibûya rojeva xwe, ji xwe nedigihişt vê astê. Ji bo çareseriyeke li Rojhilata Navîn, divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ger ku Tirkiye bixwaze siyaseteke asayî bimeşîne, divê tecrîdê bi dawî bike. Divê AKP zimanê rageşiyê biterikîne û dev ji înada li dijî kurdan berde.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar