Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Artêşa Iraqê: Dewleta tirk êrîşa li Silêmaniyeyê pêk anî

Resûl bal kişand ser êrîşa doh êvarî ya li ser balafirgeha Erbet ya Silêymaniyê û got: “Balafira bêmirov a bombebarkirî ji Tirkiyê hat û bombe li Silêmaniyeyê barand û di encamê de 3 kes şehîd bûn.”

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl der barê êrîşa doh a li ser balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê, daxuyanyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Doh di saet 17:00’an de balafirek bê mirov, ji Tirkiyeyê hatiye nav xaka Iraqê û balafirxaneya çandinî ya Erbet a li Silêmaniyê bombebaran kiriye. Ji ber vê jî 3 endamên Dijî Terorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûne.
Ev destdirêjî binpêkirina serwerî, asayîş û yekparçebûna xaka Iraqêye. Ev yek binpêkirin û gefa li ser aramî ,ewlekariya li herêm û cihanê. Di heman demê de binpêkirina yasaya navnetewî, pîvan û destûra bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî ye.”
Yehya Resûl di dewama daxuyaniyê de ragihand ku êrîş bi pîvanên cîrantiya baş ya di navbera her du welatan re hev nagre û li ser welatiyên Iraqê gef e û got: “Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne.”

Bê helwestmayîna Iraqê wê rê li ber gelek bûyerên wiha veke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar