Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya Rojnewsê Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl li ser êrîşên dagirker ên tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ku ji 23’yê Nîsanê û wir ve didome, daxuyanî da.
Resûl diyar kir artêşa tirk 20 km sînorên Iraqê derbas kiriye û wiha got: “Pir dûrî wî sînorî ye ku di navbeyna du aliyan de bi peymanan hatiye diyarkirin. Artêşa tirk hejmara bargehên leşkerî yên li herêma Kurdistanê zêde kiriye. Ne rast e ku artêşa tirk bi pêş ve biçe, Tirkiye dive humetê ji serweriya Iraq û welatên cîran re bigire.”
Resûl diyar kir ji bo çareseriyê hewceyî bi rêyên diplomatîk heye û ev tişt anî ziman: “Tişta ku niha li ser xaka Iraqê dibe dagirkeriyeke mezin e. Dewleta tirk qada ezmanî ya Iraqê bezand. Bi rêya pergala berevaniya ezmanî divê çareyek ji vê re were dîtin.”