Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Artêşa li hewayê

Artêşa tirk a dagirker ku her carê pesnê xwe bi balafir û tankên xwe dide, nîşan dide ku tenê li ser teknîkê maye. Yanî tiştekî bi navê artêşa tirk nemaye. Ew artêş jî a teknîkê ye. Tenê dikare bi teknîkê kar bike. Tenê dikare ji hewayê êrişan bike. Yê ku bû sedema vê yekê jî gerîlayên Kurdistanê ne. Eger gerîlayên Kurdistanê têk çûbana wê dewleta tirk serî li ewqas teknîkê nedabûya. Yan wê ewqasî mesref nekiribûya.

Em ji mesrefên butçeya meclisa tirk jî dibînin ku tevahiya pereyên xelkê ji şerê artêşê re diçin. Yanî ji artêşa hewayê re diçe. Ji ber ku artêşa tirk li ser erdê nemaye. Çend salên dawî me li Zap, Avaşîn û Metîna dît ku bê ev artêş çawa tarûmar bûye. Gerîlayên Kurdistanê bêhn li wê artêşê çikandine. Di 45 saliya PKK’ê de jî careke din îspat kirin ku ev rihê fedayî têk naçe. Eger artêşa tirk ji hewayê be, gerîlayên Kurdistanê jî bi performansa serdema nûjen dikarin wan dagirkeran têk bibin.

Her carê pesnê artêşa xwe didin û dibêjin em hêza sereke ya NATO’yê ne. Lê dîsa jî nikarin hêza gerîla têk bibin. Ji ber ku hêza gerîla xwe dispêre îradeya xwe. Îro em li her derê Kurdistanê dibînin ku gerîla bi rihê fedayî şer dikin. Gerîla dema ku diçe operasyonê dizane ku bi rihekî fedayî diçe. Yanî bi ser mirinê de diçe, lê dîsa jî tirs tineye. Gerîlayan tirsa mirinê şikandin. Rêber Apo hê beriya bi 30 salan ev yek di axaftina xwe de gotibû; Me tirsa mirinê şikand.

Yên natirsin bi ser dikevin. Ew jî gerîlayên Kurdistanê ne. Eger çiqasî teknîk û balafirên wan hebin jî wê nikaribin hêza gerîla bişkînin. Artêşa tirk tenê li hewayê maye. Eger ne ji teknîkê be wê artêş jî tinebe. Lê ew teknîk jî temenê wê ne dirêj e. Eger mirov ne bi destê xwe be nikare temen dirêj be. Rêber Apo beriya bi salan ev yek gotibû; Eger hun ji hêza xwe bawer bin û tevahiya dinyayê were ser we jî nikare bi we. Lê eger tevahiya dinyayê li pişta we be û hêza we tine be, hunê têk biçin.

Tişta ku gerîlayên Kurdistanê jî îspat kiriye ev yek e. 45 sal in li çiyayên Kurdistanê rê nedane dagirkeriyê. Îro hêza gerîla ji her demê bêtir mezin bûye. Em li Zap û Metîna dibînin ku bê çawa operasyonên şoreşgerî pêk tînin. Gerîla bi ser çeperên dagirkeran de digrin û wan tarûmar dikin. Gerîla ji Zap û Metîna berê xwe didin Enqere û Mersînê û li dilê wan dixin. Wê demê kes nikare vê hêzê tine bike.

45 sal in bi derewan civakê dixapînin û dibêjin PKK têk diçe. Kê hat û ev gotin bi kar anî. Lê di dawiyê de ew têk çûn. Her roja diçe jî PKK mezin dibe û xurt dibe. 45 salên PKK’ê îspat kir ku hêza gerîla têk naçe. Dewleta ku pişta xwe daye teknîkê wê têk biçe. Gerîlayên Kurdistanê tirsa mirinê ji ser turdan rakirin û niha jî dema azadiyê ye.

Nûçeyên Têkildar