Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya AFP’ê rapora ku ji hêla Koalîsyona Navnetewî ve hatî hazikirin çû ber destê endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Li gorî rapora Maliyê ya 350 rûpelî ji bo ku bawerî pê were anîn artêşa Maliyê ‘sûcê şer’ kiriye, ‘sedemên maqûl’ hene.
Di raporê de tê xwestin ku li ser mijara sûcên navnetewî dadgeheke pispor were damezirandin.
Ev agahî piştî ku efser 18’ê Tebaxê Serokkomar Brahîm Babekir Keyta anîn xwarê, hate derxistin. Leşker, bi îdîaya ku piştî 18 mehan rêveberiyê dewrî sivîlan bikin, kontrola organên sereke yê bihurînekê bi dest xistine.
Komîsyona lêpirsînê ya navborî li ser hîmê peymana aştiyê ya 2015’an, Çileya 2018’an hate avakirin. Komîsyona ku ji Swêdê ji Lena Sundh, ji Kamerûnê Sîmon Munzu û ji Maurîtûsê Vînon Boolell ava bûyî, rapirsîna salên di navbeyna 2012 û 2018’an kir.
Rapor, Hezîranê piştî ku dane ber Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres heftiya bihurî dane ber 15 endamên Konseya Ewlehiyê.
Di raporê de kuştina bi hezaran mirov, birîndarkirina wan, êşkence û koçberbûn, 140 rûdan bi rengekî kronolojîk bi berfirehî tê vegotin.
2012’an leşkerên Malîyî ji bo ku serhildêrên Tuareg ê serxwebûnxwaz ên li bakurê welêt û cîhadiyan serkut bikin dest li ser rêveberiyê danîbûn. Ji wê demê û vir ve li welêt krîz heye.
Salên 2012 û 2013’an hêzên ewlehiyê nemaze ji kuştina endamên komên Ereb û Tuaregê berpis hatibûn dîtin.
Rapor sala 2012’an 3 cendirmeyên Tuaregî, 15 waizên Ereb û Çileya 2013’an bi gumana ku endamên komên cîhanî de, balê dikişîne ser kuştina 15 kesan.