Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran ên li ser hêzên me dewam dike.”
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:
“2’ê adarê li qada Golka ya Metîna û li derdora gundê Şelazê, li qadên Berdesorê û Sinînê yên Xakurkê û li qada Çemço balafirên şer 8 caran bombardûman kirin.
2 û 3’ê adarê çeperên me yên li qada Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”