Balafirên keşfê yên artêşa tirk navenda navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûn
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî herêmê rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de balafirên keşfê yên artêşa tirk a dagirker navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker bombebaran li dijî yek ji bendên kontrolê yên hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî. Çavkaniyan da zanîn ku di encama bombebaranê de du kes birîndar bûne. EYN ÎSA