Dewleta tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên qirkirinê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.
Ji roja destpêkê ve êrîş li dijî dar, daristan, hemû zindiyên li Zagrosan tên kirin, têne qirkirin.
Artêşa tirk ji destpêka êrîşan ve bi obus û hawanan agir berdan daristanên herî bedew ên Zagrosan ku şewata li vê herêmê hîn jî dewam dike.
Artêşa tirk a dagirker beriya çend mehan darên li Avaşînê birî. Dema dawî jî dînamîtê dixe binê koka yên mayî û wan îmha dike.
Dîmenê ku gerîlayên HPG’ê li qada Dola Mara ya Avaşînê kişandine, nîşan dide ku li Avaşînê dar têne birîn, têne şewitandin û bi dînamîtan koka daran têne teqandin. BEHDÎNAN