Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Artêşa tirk bang li gelê Sîdekanê kir daku gundên xwe vala bikin

Dewleta tirk bi rêya balafirên bê mirov bang li xelkê gundên devera Sîdekan a bajarê Hewlêrê kirin daku gundên xwe çol bikin ango vala bikin

Dewleta tirk a dagirker roj bi roj xaka başûrê Kurdistanê dagir dike. Hîn jî hikumeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê helwestek li hemberî dagirkeriya tirk nîşan nedaye. Artêşa tirk ji bilî êrîşên ser xelkê Başûr vê carê, bi rêya balafirên bê mirov bang li xelkê gundên Sîdekanê kir daku gundên xwe vala bikin.

Li gorî agahiyên ji xelkê gund hatine standin û Rojnewsê weşandiye dewleta tirk bi balafirên bê mirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemek deng, bi zimanê kurdî bang li welatiyên kiriye daku gundên xwe çol bikin ango vala bikin. Weke ku di dîmen de jî diyare, dewleta tirk bi balafira bê mirov bang li welatiyan dike û dibêje “Ji me dûrbikevin, vê herêmê çol bikin. Ger hûn vê yekê nekin, em ê gule berdin we.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk piştî ku Neçîrvan Barzanî bû Serokê Herema Federal a Kurdistanê  li ser xaka Başûr zêde bûne.  BRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar