Artêşa tirk a dagirker Gire Miştenûr ê li navenda Kobanê topbaran kir. Hat zanîn ku li ser gir her wiha baregeha leşkerî ya hêzên koalîsyonê heye
Li gorî agahiyên ji Kobanê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê Girê Miştenûr ê Kobanê ku baregeha leşkerî ya hêzên koalîsyona navneteweyî li ser e topbaran kir.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku piştî topbaranê, balafirên şer û helîkopterên koalîsyona navneteweyî li herêmê digerin. KOBANÊ