Hat zanîn ku artêşa tirk bi desteka îstîxbarata Iraqê û PDK’ê ji bo êrîşeke berfirehtir lihev kiriye. Hat ragihandin ku li gorî lihevkirinê, dê êrîş ji herêmên Biradost û Xakûrkê heta sînorê Zaxo û Barzanê bidome
Êrîşê artêşa tirk a ku di 27’ê gulanê de li başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê daye destpêkirin berdewam e. Di çarçoveya êrîşê de artêşa tirk hem di hêla bejahî û hem jî di hêla hewayî de herêma Biradostê ya başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Têkildarî mijarê artêşa tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku ‘Operasyona Pençe 2’ hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya artêşa tirk de hate ragihandin ku êrîşa wan bi piştgiriya îstîxbarata hêzên herêmî û leşkerî hatiye berfirehkirin û di vê mijarê de peyman hatiye çêkirin. Tê gotin ku arteşa tirk dê bi desteka îstîxbarata Iraqê û PDK’ê, êrîşa xwe ji herêma Biradost û Xakûrkê heta sînorê Zaxo-Barzanê berfireh bike. Her wiha tê gotin ku ev peyman di hevdîtinên rayedarên Iraq, PDK û Tirkiyeyê yên çend rojên dawî de pêk hatiye.
Li gorî agahiyan, ji bo êrîşeke berfireh a li dijî gerîlayên PKK’ê, artêşa tirk, artêşa Iraqê û PDK û YNK’ê lihev kiriye.