Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Artêşa tirk bi gefan gundên Biradostê xalî dike

Artêşa tirk di çarçoveya hewldana dagirkirina xaka herêma Biradostê ya başûrê Kurdistanê de dixwaze gundên li herêmê xalî bike. Artêşa tirk û endamên MÎT’ê li gundên Biradostê geriyan û gefa; ‘Ger ku hûn gundên xwe xalî nekin, ji tiştên dê bi serê we bên em ê jê berpirsyar nebin.’

Êrîşa dagirkeriyê ya hêzên artêşa tirk ku di 27’ê gulanê de li herêma Biradost a başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê bi navê ‘pençe’ dabû destpêkirin, berdewam dike. Artêşa tirk herêmê bi awayekî bi rêk û pêk bombebaran û topbaran dike. Bi taybet jî artêşa tirk bi bombebarankirina herêmên sivîlan re hewl dide ku herêmê ji sivîlan xalî bike.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk duh li navçeya Soran a Hewlêrê agir berdaye derdora gundê Sîran ê Sidêkanê. Çavkaniyan destnîşan kir ku leşker û endamên MÎT’ê yên ku heta Sidêkanê hatin, ji bo ku şêniyên herêmê gundên xwe xalî bikin gef lê xwarine û wiha gotin; ‘Ger ku hûn gundên xwe xalî nekin, ji tiştên ku dê bi serê we bên em ê jê berpirsyar nebin.’

Şênî hatin gulebarankirin

Têkildarî mijarê encumenê Meclisa Sidêkanê Davûd Feqê Mîrza axivî û ragihand ku leşkeran agir berdaye erdên li derdora gund. Mîrza da zanîn ku dema şêniyên gund dixwestin agir vemirînin, ji hêla leşkerên artêşa tirk ve hatine gulebarankirin. Di berdewamê de jî Mîrza daxuyand ku leşker ji bo ku gund bên valakirin, gefan li şêniyên gundan dixwin û kesên ji gund derdikevin jî guleberan dikin.

Rêveberiya Başûr hawara wan bêbersiv hişt

Mîrza bi lêv kir ku li gundê wan niha tenê ew 5 kes mane û wiha bi dawî kir: “Ji bo alîkariyê em li rêveberiya herêmê geriyan. Lê tu kesî bersiv neda me. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li me derkevin û dawî li şewitandina herêma me bînin.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar